NAVENDA NÛÇEYAN – Çavkaniyên leşkerî ragihandin ku Hêzên QSD’ê di roja 15 an de ji hemleya xwe ve 30 km li seranserî sînorê bi Iraqê re rizgarkirine. Herî dawî Hêzên QSD gundê Baxoz li noqteya dawî ya sînorî ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kir, bi vê yekê rêxistina DAIŞ’ê li Iraqê û Sûriyê dibe du parçe.
Hate ragihandin ku di herdu rojên borî de Hêzên Sûrya Demokratîk QSD ber bi bichibûyîna çeteyên DAIŞ’ê li heremên rojhilatî Firatê ve pêşveçûye. Hêzên QSD bi hêzên Iraqê re gundê Bahoza jêrîn û ew jî ji gundên sînorî ku wekî dergeha rêxistina terorîst di navbera Sûriyê û Iraqê de bû rizgar kirin, bi rizgarkirina vî gundê sînoî di navbera Sûriyê û Iraqê de rêxistina terorîst ya DAIŞ’ê li Sûriyê û Iraqê dibe du parçe.
Şêrgo Hesekê fermandarê Hêzên Sûrya Demokratî QSD destnîşan kir ku piştî berdewamkirina hemleya bahoza Cezîrê ya yekemîn di vê mehê de zêdetirî 23 km ji çola rojhilatî Dêra zorê ber bi sînor Iraqê ve hatiye rizagrkirin. Fermandar Şêrok diyar kir ku bi rizgarkirina gundê stratejî yê Bahoz rûbara rizgarkirina çolê dighêje 30 km. Şêrgo di nava axaftinên xwe de tekez kir ku ev hemle di rêya tensîq û danustandinên di navbera hêzên Iraqî û hêzên QSD de meşiya.
Şêrgo Hesekê eşkere kir ku hêzên QSD û hêzên Iraqê sînorê Iraqê û çola Dêra zorê bi temamî ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin û got: Bi paqijkirina vê heremê bend û noteyên çavdêrî û kontrolê li ser sînorê Sûriyê û Iraqê hate danîn û li gorî agahiyên heyî dê ev noqte ji aliyê hêzên QSD ve werin kontrol kirin.
Femandar Hesekê tekez kir ku hêzên QSD li dijî çeteyên DAIŞ’ê li rojhilatî Dêra zorê şerên dijwar kirine, bi taybet li gundê Bahoz ku dergeha sereke ya derbasbûna bajarokê Hecîn ku niha ev bajarok herêma herî dawî ya bicihbûna çeteyên DAIŞ’ê ye, hin agahiyên ku di dema dawî de derketin desnîşan kirin ku di bajarokê Hecîn yê rojhilatî Dêrazorê de serçeteyê rêxistina terorîst ya DAIŞ Ebû Bekir Elbexdadî bicihdibe.
Fermandar Şêrog di dawiya axaftina xwe de got ku bi rizgarkirina gundê stratejî yê Bahozê dê tensîqa di navbera hêzên QSD û hêzên Iraqê de heta rizgarkirina navenda dawî ya çeteyan Hecînê berdewam bike.
Hêzên Sûrya Demokratîk ji destpêkirina rizgarkirina heremên rojhilatî Dêrazorê girngtirîn heremên rojhilatî Dêrazorê ji zeviyên petrolê li Sûriyê bi giştî rizgarkirine, ji heremên ku hatine rizgarkirin zeviyê Konîko, Elcefra û stasyona paqijkirina avê ya kampanya ElAzba ne.
Hemleya duyemîn ya rizagrkirina heremên rojhilatî Dêra zorê ji çeteyn DAIŞ’ê ve ji aliyê meclisa leşkerî ya Dêrazorê ve di 1 gulanê de hate ragihandin.
15.05.2018
Rojev24