LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Di Astana de parçekirina Sûriyê: Itîfaqên li ser heremên nû birêve çû

Di Astana de parçekirina Sûriyê: Itîfaqên li ser heremên nû birêve çû

NAVENDA NÛÇEYAN – Gera 9’mîn ya danûstandinên li paytexta Kazexistan Asatanayê bi amadebûna aliyên garantor ên rawestandina şerê li Sûriyê Rûsya, Îran û Tikiyê destpêkir, her weha nûnerên çekdar yên bi ser Tirkiyê ve jî di nav de Ceyş ElIslam amade bû. Hate zanîn ku hin aliyên opozisyonê red kirin ku tevlî danûstandinan bibin.

Hate ragihandin ku ne amadbûna Emerîkayê di vê gera danûstandinên Astana de xwedî bingeheke ya nakokiyên bi Îranê re bû tersî ku ew naxwaze ku beşdar bibe ger ku wekî çavdêr jî be. Di danûstandinan de Staffan de Mistura wekî çavdêr beşdar bû her weha nûnerekî ji Urdunê ku bi Rûsyayê re tevlî itîfaqa heremên kêm kirina şer (rakêşeyê) li başûrê Sûriyê amade bû.

Li gorî agahiyên ji dezgehên ragihandinaê hate zanîn ku ev ger dê rewşa girtiyan were nîqaş kirin, ku ev çend carin doza wan ji ber sedemên dereng xistina her yek ji rêjma Sûriyê û Îranê tê talok kirin. Her weha dê heremên kêmkirina rakêşeyê û kar û erkên bajaran li ser welatên garntor were belav kirin bi taybet Idlibê. Li gorî çavkaniyan hate eşkere kirin ku hebûna Tirkiyê li Sûriyê dê were berfireh kirin.

Hate zanîn ku Rûsyayê danûstandinên yekemîn ji bo civîna berfireh pêşxist, aliyên amade daxwaza guhertina itîfaqên heremên kêmkirina rakêşeyê ne kirin, ev tersî daxuyaniyên wezîr Sergey Lavrov derbarê vê mijarê de bû. Ji aliyê xwe ve Serokê şandeya Rûsyaê Alexander Lavrentev tekez kir ku Moskoyê ti heremên kêmkirina rakeşeyê red nekiriye, her weha destnîşan kir ku dibe guhertin li gorî rewşa sererastkirin û lihevkirinê çê bibin. Lavrov beriya niha ragihandibû ku herêma kêmkirina şer li Gutayê bidawî bûye, ji ber armanc ji avakirina wê hate pêk anîn û hemû dever ji terorîstê hate paqij kirin û niha di bin kontrola hikûmetê de ne.

Lavrentev ji aliyê xwe ve diyar kir ku welatên garantor ji agairbesta li Sûriyê daxuyaniyeke giştî di dawiya gera danûstandinan de dê bide, dê daxuyanî ji encamên karê aliyên çalakiyê û planên pêşerojê pêk were. Hate eşkere kirin ku ji dervey pêvajoya danûstandina dê nîqaşên welatên garantor derbarê danûstandinên girtiyan çêbibe. Lavrentev diyar kir ku biryarên van danûstandinan dê pêk werin.

Lê derdikeve holê ku ev daxuyanî li gorî hêviyan ji doza girtiyan teng man, li gorî pêşdîtinan diva bû ku ev doz xaleke sereke ya lêgerînê be û li gorî daxuyanî û peymanên Moskoyê bi opozisyonê re pêwîst bû gavên cidî ji bo wê bavêje.

Lavrentev neamadebûna Emerîkayê rexne kir û bi vê yeke ragihand ku civaka navdewletî piştgiriyê nade çareserkirina kirîza Sûriyê. Derbarê heremên kêmkirina şer de Lavrentev destnîşan kir ku Rûsyayê dê piştgiriya rêjîma Sûriyê derbarê guhrtina peymanan li hderêma başûr de bike. Li gorî dezgehên Rûsyayê ku ji çavkaniyên hikûmetê wegirtine ragihandin ku herêma başûr ji bo lihevkirineke nû di navbera welatên garantor de amade ye.

Dezgehên ragihandina Rûsayê eşkere kirin ku şerê li Sûriyê êdî di çarçoveya şerê Cebhet ElNusra û DAIŞ’ê de namîne û dê ber bi heremên agirbestê li dijî komên çete were kirin. Di vê derbarê de û li gorî armanca ku welatên garntor zelal kirine hate diyar kirin ku li herêma başûrê Sûriyê rêze civîn di dema dawî de di navbera Rûsya, rêjîma Sûriyê û nûnerên komên çete de her weha aliyên garantor de hatine lidarxistin.

Ji aliyekî din ve jî û li gorî nîqaşên aliyên Rûsyayê hate zanîn ku armanca welatên garantor ewe ku tevgerandina welatên garantor têkeve çarçoveyekê bi taybet piştî derbeya rojavayî û aktîvîta tevgera diplomasî ya Fernsa û Emerîkayê her weha makanîzma êrîşê ji bo rewşa nû di dema gefên herî dawî yên di navbera Israyîl û Îranê de were peyda kirin.

Astana xwedî encameke çawa bû?

Derbarê danûstandinên Astana de û li gorî daxuyaniya ji civînê derket, hate xuya kirin ku cardî di navbera welatên garantor li Sûriyê her yek ji Îran, Rûsya û Tirkiyê de parvekirina xaka Sûriyê hate kirin û ev yek ji aliyê rêjîma Sûriyê ve beriya demekê hate tekez kirin ku ihtîmala parçekirina Sûriyê di demên pêş de zêde bibe. Rûsyayê ku şert daniye komên çete ber bi Bakurê Sûriyê ve biçin bernaberî ku li Bakurê Sûriyê werin bi cih kirin, cardî ji aliyê Îranê ve tevgereke ya hêzên wê hatiye kontrol kirin, ji aliyê Tirkiyê ve hîn zêdetir derbarê serweriya li Sûriyê de dê berfireh bike û ev dê di çarçoveya dirêjkirina dema heremên kêmkirina şer li Sûriyê be bi taybet ji aliyê Tirkiyê ve ku xalên wê yên çavdêriyê li gorî ku di civîna Astana 6 de hatibû lihevkirin 12 ne, dê vê carê heta 6 heyvên din noqteyên xwe temam bike û vê carê rêz li Idlibê ye ku ewê noqteya 11’mîn deyne û li gorî peymana hatiye îmzekirin dê Tirkiyê hemû komên ku ber bi Bakurê Sûriyê ve şandiye tesifye bike û ew jî li gorî şertên bi rêjîma Sûriyê ya garantiya jiyana wan daye.

Li gorî encamên ku ji vê gerê derket gelek aliyan nerazîbûna xwe eşkere kirin û bi taybet ev ji aliyên opozisyonê ve derket, li gorî ku doza girtiyan dê xala sereke be lê bi encamên şermokî ku dezgehên opozisyonê bi nav kir derket. Li gorî itîfaqa welatên garantor dê bedewamiya gera Astana di civîna Sutşiyê de di Tîrmeha bê de were lidarxsitin.

16.05.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً