LEZGÎN
الرئيسية / Jin / Li Efrînê tarzê jiyana DAÎŞ’ê pêşdikeve

Li Efrînê tarzê jiyana DAÎŞ’ê pêşdikeve

NAVENDA NÛÇEYAN- Kiryarên ASA’yê li ser sivîl û bi taybet jinên li Efrînê eynê kiryarên DAIŞ’ê ye. Di wêneyên nû yên ji Efrînê hatine bidestxistin hate eşkerkirin ku çarşefa reş li hemû jinan hatiye bergkirin. Hat hînbûn ku heta niha 7 jin û herî dawî jî jina bi navê Hadîce ya li taxa Eşrefiyê ji aliyê komên çekdar ve hatine revandin.

Tirkiyeyê û komên ASA’yê ku di 20’ê Çileyê de operasyonek dijî herêma Efrînê pêkanîn. Piştî perxwedana 58 roja hêzên YPG/YPJ’ê neçar man ku xwe ji herêmê vekişin da ku rê li hember komkujiya bigire. Li Efrînê zext û êrîşên komên ASA’ê li dijî qadên jiyana jinan roj bi roj zêde dibe. Ji agahiyên ku hate bidestxistin ku li Efrînê ku pêkanînên DAIŞ’ê ketine meriyetê û jin bêyî çarşefa reş û mêran nikarin derkevin derve.

Dest didin ser telefonên wan ên bêrîkê

li gorî çavkaniyên herêmî ji Efrînê hate zanîn ku li ser jinan feriza bergekirina çarşefa reş ji aliyê komên çekdar ve li seranserî Efrînê hatiye kirin. Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku DAIŞ ji nû ve li Efînê bi cih bûye. Hwe wiha Li bajêr telefon, dîmen û wêne kişandina jî qedexeye. Hat diyarkirin ku çekdar telefonên welatiyan dişkînin an jî desteser dikin.

Naxwazin zarokên law û keç ligel hev bin

Çavkaniyên herêmî eşkerekirin ku li taxa Mahmudiyê zarokên biçûk li mizgeftan bi zorê perwerdeya olî digirin û serê zarokên keç jî bi zorê digirin û nahêlin zarokên keç û law ligel hev bimînin.

Aqûbeta jinan nayê zanîn

Ji 18’ê Adarê û vir de Tirkiye û komên girêdayê wê ketin Efrînê, gelek jin hatin revandin an jî rastî destdirêjiyê hatin.

Heftiyeke agahî ji Xadîceyê nayê girtin

Herî dawî ji taxa Efrefiye jina bi navê Xadîce winda bûye û ev heftiyeke tu agahî jê nayê girtin. Tê gotin ku komên çekdar Xadîce revandine. Dîsa ji taxa Eşrefiye ji malbata Hemdan, du jê jin 6 kes ji aliyê ASA’yê ve hatine revandin. Aqûbeta malbatê nayê zanîn.

Nazli, Emîne, Kefîr û Azîme

Jina bi navê Nazli ya li gundê Kaxrê ya Efrînê ye ji aliyê çekdaran ve hate revandin. Derbarê aqûbeta wê de tu agahî jî nayê girtin.

Emîne Xelîl Hesen û Kefîr Romelî ya 64 salî di 12’ê Nîsanê de li Efrînê hatin revandin. Hêjayî gotinê ye ku ne cihê wan ne hate zanîn.

Ji gundê Memala ya Raco jî jina bi navê Hanîfe Yusuf û Reziye ji aliyê komên çeldar ve hatin revandin û aqûbeta wan jî nayê zanîn.

Li navçeya Mabatayê ya Efrinê jina bi navê Azîme ya di meclîsa gel de cih digirt hat revandin. Hat gotin ku ew birine sînorê Tirkiyeyê.

15 cenaze hatin dîtin

Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku rojane sivîl ku hejmar û navên wan nayê zanîn ji aliyê komên ASA tên revandin û di zindanê wan de ne. Heta niha 15 cenaze hatiye dîtin. Heftiya borî li gundê Dêrbelut a Cindiresê jî qedexeya derketina derve hat îlankirin û gelek leşker sewqî herêmê hatine kirin.

Warên pîroz ên Êzidiyan hatin rûxandin

Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku talan û wêrankirin didome. Li gundê Atmana jî wesayetên gel tên desteserkirin. Her wiha li gundê Basîfanê jî warên pîroz yên Êzidiyan ji aliyê komên çeteyan ve tên rûxandin. Her wiha ku Êzidiyan bi zorê dibin mizgeftan.

16.05.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Rûsya û Turkiye li ser Idlibê û Bakurê Sûriye negihştin formekê

NAVENDA NÛÇEYAN- Hikûmeta Rûsyayê ragihand, ew razî nînin Turkiye “herêma aram” ya ku li nav …

اترك تعليقاً