NAVENDA NÛÇEYAN- Artêşa Tirkiyê û komên ASA’yê li Efrînê rojane binpêkirinan der heqê şîniyên Efrînê dike. Rojane dizî, revandin, işkenc, tecawiz û kuştinê pêk tînin.
Dewleta Tirkiyê û komên ASA’yê yên piştgiriya xwe ji Trikiyê werdigirin di 20’ê Çileyê de êrîşek hovane bi ser gelê Efrînê de bir. 117 roj êrîşa TSK û ASA li ser dagirkeriya Efrînê de derbas dibe. Tiştê ku vê êrîşê bi xwe re anî xerabkirina aramiya herêmê ji talankirina mal û milkên hemwelatiyan, revandin, işkence û kuştin e.
li Efrînê talankirina mal û milkên hemwelatiyan berdewam dike
Hate eşkere kirin ku Komên çekdar yên girêdayî dewleta Tirkiyê erebe û kemyonên sivîlan ji Efrînê didizin û li gorî çalakvanên herêmî hate belgekirin kemyona malbeta “Hec Reşîd” “Etmano” li Efrînê ji aliyê çeteyên ASA’yê ve hate dizîn. Her wiha erbeyeke Hûndayê a welatiyê bi navê “Yehya Mihemed Qilêc” ji Maratê ye hate dizîn.
Di nava heftiyekê de 8 sivîl ji wan jineke ciwan hatine revandin û 2 ciwan hatine kuştin
Ji ber ku leşkerên her yek ji ASA û TSK’ê ne xwedî perensîbin, lewra ji bo girtina pereyan terzê revandina sivîlan bikar tînin û welatiyan wekî esîr digrin dest û wekî mertal a jiyana xwe bikartînin. Di vê heftiyê de komên ASA û TSK’ê 4 hemwelatiyên Efrînî revandin û ciwanek jî kuştin. Li gorî agahiyên hatine bidesxidtin navên qurbaniyan wiha ne:
– Ebd El Rehman Misto (16) ji gundê Kaxrê ya girêdayî Navçeya Mabatayê ye, di dema vegera wî ji Efrînê re hate revandin.
– Hikmet Heyder Remezan ji gundê Hecîka ya girêdayî Navçeya Raco ye di dema vegera wî ji Efrînê re hate revandin.
– Reşîd Mistefa û kurê wî Berzanî Mistefa ji guındê Meşalê ne ya bi ser Navçeya Şera ve ji gund hatin revandin.
– Keçeke Kurd ya bi navê Xedîce ji aliyê ASA’yê ve ji mala wê ya li taxa Eşrefiyê a Efrînê hate revandin û birin cihekî ne diyar.
– Henîf Hikimet (56 ) ji gundê Qermitliqê ye hate revandin.
– Edul Hekîm Ebdik ji gundê Xerabê ya navçeya Şêran e hate revandin.
– Dermanfiroşê kurd Ciwan Bilal ji mala wî ya li Efrînê hate revandin.
– Çalakvanê kurd Mislim Mihemed ‘’Aza Mihemed ‘’ji gundê Metîna ya navçeya Şêrewa ye ji aliyê komek çekdar li ser riya Raco-Efrînê hate girtin. Ta niha ti agahî ji Mihemed ne hatine girtin.
Hêjayî gotinê ye ku Azad Mihemed ji ciwanên destpêkê yên ku li dijî rêjîma Esed rabû ser piyan.
– Çeteyên Koma Ehrar El Şerqiyê ya girêdayî dewleta Tirk piştî revandina ciwanê kurd yê bi navê “Receb Şukrî” yê ji Navçeya Raco ew kuştin û termê wî avêtin nava erdan de.
-Ciwanê bi navê Ebdo Aeif Ibrahîm ji ber işkencê li ser destê koma Ebû Emşa ya girêdayî lîwa Sultan Silêman Şah hate kuştin.
Dibidtan veguherîne girtîgeh
Çavkaniyeke ji nava bajarê Efrînê diyar kir ku TSK û ASA’yê dibistana Emîr Xubarî ya li nêzî meydana Azadî ya li navenda bajarê Efrînê kirine bargeha Istixbaratên Tirkiyê. Li wê dibistanê welatiyên Efrînê yên direvînin kom dikin û işkenceyê li wan dikin.
Heman çavkanî destnîşan kir ku komên ASA bi sedan welatiyên sivîl ên Efrînê direvînin û işkenceyeyên hovane li dijî wan pêk tînin. Her wiha çavkanî destnîşankir ku di girtîgehê de jin û zarok jî hene.
17.05.2018
Rojev24