LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / BERXWEDANA SERDEMÊ: Tirkiyê binpêkirina ser Efrîniyan didomîne

BERXWEDANA SERDEMÊ: Tirkiyê binpêkirina ser Efrîniyan didomîne

NAVENDA NÛÇEYAN- Dewleta Tirkiyê bi binpêkirin û guhertina demografiya herêma Efrînê dewam dike. Lê YPG’ê bi çalakiyan dibe bersiv ji êrîşên TSK û ASA di qonaxa duyemîn ya şerê şoreşgerî ya Efrînê. Her wiha bakurê Sûriyê ji bermahiyên DAIŞ’ê hîn paqij nebûn ku hîn mayinê wan di binerda bakurê sûriyê de heye.

Êrîşên dewleta Tirkiyê

Di 4’ê Gulanê de

Fermandariya Giştî ya YPG‘ê ya Efrînê ragihand ku yekîneyên wan li dijî serçeteyê bi navê Ebû Xalid El-Zexlûl çalakiyeke bi bandor pêk anî û di encamê de serçete hate kuştin. Her wiha YPG‘ê diyar kir 3 çeteyên Feyleq El-Şam hatin kuştin.

Di 6’ê Gulanê de

Artêşa Tirkiyê li bajarê Efrînê hunermendê Kurd Aslan Can revandin.

Di 7’ê Gulanê de

Artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê li Efrînê 5 sivîl revandin.

Di çarçoveya siyaseta guhertina demografiya Efrînê malbatên çekdarên Ceyş El-Islam li Efrînê hatin bicihkirin.

Di 8’ê Gulanê de

Artêşa Tirkiyê ciwanek ji gundê Basûtê ya navçeya Şêrawa ya Efrînê revandin. Ew êşkence kirin û piştî malbatê miqdarek zêde pere dan wan ew berdan.

Di çarçoveya domandina siyaseta guhertina demografiyê de, komên ên li bajarokên Yelda, Beyt Sehim û herêmên din ên dikevin başûrê bajarê Şamê diman, li Kantona Efrînê hatin bicihkirin.

Di 9’ê Gulanê de

Bûyerên kuştin, revandin û êşkenceyê ku li Efrînê ji aliyê Artêşa Tirk û komên ASA yên girêdayî wê ve li dijî welatiyan pêk tê hîn didome , nasnameya welatiyê bi navê Betal Zekî Hemşo hate naskirin. Çeteyan Hemşo revandin û ew birin cihekî ne diyar. Êşkence li wî kirin, paşê malê wî talan kirin û ew berdan.

Di heman demê de çeteyan welatiyê bi navê Hesen Xalid revandin, 20 rojan ew êşkence kirin. Çeteyên Lîwi El-Fetih jî welatiyê bi navê Xelîl Xelîl (28) revandin û birine cihekî ne diyar. hîn jî çarenûsa Xelîl ne hate zanîn û welatiyê bi navê Mihemed Mihemed (35) beriya 5 rojan hatiye revandin û hîn jî rewşa wî ne diyare û Welatiyê bi navê Xelîl Qasim, Ebdo Erbûş û Xelîl Nûr Ristem (30) hîn li gel çeteyan e.

Êrîşên DAIŞ’ê

Di 6’ê Gulanê de

Li gundê Ehdas ê girêdayî navçeya Fafînê ya Kantona Şehbayê mayînek ku ji bermahiyên DAIŞ’ê bû teqiya, di encamê de zarokekî Efrînî bi giranî birîndar bû.

19.05.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً