LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Di Efrînê de aramî di bin siya dagirkeriyê de nayê jiyankirin

Di Efrînê de aramî di bin siya dagirkeriyê de nayê jiyankirin

EFRÎN – Dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê li Efrînê bi her şêwazî talan û qirkirinê didomînin. Agahiyên herî dawî ji heremê piştrast dikin ku çete bi piştgiriya Tirkiyê rojane ciwanên Efrînê sewqî cihên ne diyar dikin û ew işkence dikin. Her weha ji tevahiya kiryaran Efrînî ji jêdera xwe ya jiyanê mehrûm dimînin û çete rê nadin wan ku bi ser mal û milkên xwe de biçin.

Sewqkirina ciwanên Efrînê berdewam e

Ji destpêka dagirkeriya li ser herêma Efrînê ji yê ku herî zêde zerar dîtiye ciwanên Efrînî ne ku ji destpêka dagirkeriyê heta niha nêzî 700 ciwanî hatine revandin, dewleta Tirk bi serkêşiya MÎT’ê ciwanên Efrînê ber bi cihên ne diyar ve sewq dikin û bi vê yekê her cure işkence ji aliyê çetetyên Tirkiyê ASA’yan ve li wan tê kirin. Li gorî agahiyên herî dawî ji aliyê çavkaniyên ji nava Efrînê hate eşkere kirin ku çeteyên ASA’yê dest bi meşandina terora zindî kirine, çeteyên ku desteka xwe ji dewleta Tirkiyê werdigrin, ciwanên gundê Dîbê ya navçeya Mabata binçav kirin û sewqî cihekî ne diyar kirin. Çavkaniyan dane zanîn ku devera ku li wir ciwan binçav kiribûn nêzî cihê ku lê cejna Newrozê lidar dikeve.

Herî dawî li gorî agahiyên ku 18 gulanê hatine eşkere kirin çeteyên dewleta Tirk 16 sivîlên Kurd ku ji gundê Qorta yê girêdayî navçeya Racoyê ne revandine, çavkaniyan eşkere kirin ku ew sivîl bê sedem hatin revandin û çarenûsa wan heta niha ne diyare. Çavkaniyan navên sivîlên ku hatine revandin wiha dan: Cemal Ebdo Qoce, Menan Horo Reşo, Mustefa Elî Horo, Yosêf Ebid El-qadêr Sîdo, Muhemed Ebid El-Menan Koçer, Nûrî Îzet Sulêman, Aslan Ebid El-Menan Koçer, Ehmed Reşîd Horo, Muhemed Hûsên Horo, Behrî Horo Reşo, Menan Horo Reşo, Reşîd Mihemed Îbrahîm, Ebid El-Rehman Mihemed Îbrahîm, Muhemed Horîk Horo, Îbrahîm Muhemed Sîdo, Elmasê /hevjîna Mihemed Horîk/.

Malên Efrîniyan veguherîne otêl: Efrînî pereyan didin û derbasî malên xwe dibin

Li navçeya Şiyê ya girêdayî Efrînê çeteyên Ketîbeya Silêman Şah ku grûpeke çete ya artêşa ASA ya bi ser dewleta Tirkiyê ve ye, rê li ber vegera xelkê gundê Qirmitliqê ya navçeya Şiyê girtine, her wiha Ketîbeya Silêman Şah daxwaza 2 hezar dolarî li her kesekî dike ku dixwaze derbasî nava gundê xwe bibe. Çavkaniyan derbarê helwest û rewşa Efrîniyan de wiha agahî dan, xelkê herêmê dibêjin miqdara pereyên ku çete dixwazin li cem me tune ye ji ber ku her tiştê me hatiye talan kirin û di encamê de rê li pêşiya hemwelatiyên Efrînê asê maye.

Sewal jî ji kuştinê nafilitin

Li gorî rewşa ku niha herêma Efrîn tê de derbas dibe de hate piştrast kirin ku li tevhiya Efrînê rewşeke talankirin û qirkirinê tê jiyîn, ji binesazî, şûnwar û cihên pîroz heta bi mezaran têne talan kirin. Çavkaniyan dane zanîn ku ne tenê sivîl zerarê dibînin, sewal jî ji işkenceya çeteyan nefiltîne. Çavkaniyan diyar kirin ku sewal ji bingehîn çavkaniya jiyana Efrîniyan e. Li gundê stêr ya bi ser navenda Efrînê teqînek di mala kesê bi navê Zekî Axa de ji aliyê ASA’yan ve pêk hat, ti ziyanên mirovî çênebûn lê ziyan di serê pezê wî de pêk hat û 8 serî ji sewalan de mirin. Çeteyan jî dema hatin cihê bûyerê yekser gule avêtin û di encam de 3 seriyên dîtir ji pez kuştin.

20.05.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً