LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Derbeyên koalisyonê û Israyil ji bargehên rêjîma Sûriyê re

Derbeyên koalisyonê û Israyil ji bargehên rêjîma Sûriyê re

NAVENDA NÛÇEYAN- koalisyona sê alî ya ku ji Amerîka, Birîtaniya û Firansayê pêk dihat derbeyên giran li noqteyên rêjîma Sûriyê dan. Tiştê ku hate xuyakirin ku ev êrîş mesac ji Rûsya û Îran re bû. Êrîşên koalisyonê ser noqteyên Îranê rê da Israyil jî ku noqtên Îranê topbaran bike.

Di 14’ê Nîsanê de koalisyonek ji Amerîka, Birîtaniya û Firansayê pêk dihat êrîşî 5 bargehên rêjîma Sûriyê kirin. Li gorî daxiyaniya koalisyonê ku ev êrîş bi armanca bersivdayînê ji Esed re ser bi kar anîna çekên Kîmyasal li Dûmayê hat. Koalisyonê idîa kir ku rêjîma Aseed li Dûmayê çekên kîmyasal bi kar anî. Lê tiştê xuya û ber bi çav ku rêjîm bi gavên ber bi çav ji derxistina komên çekdar yên bi navê ASA yê diçû. Di be ku Çekên kîmyasal ji aliyê ASA ve hatibe bi kar anî da ku rê ji derbeyên koalisyonê li ser rêjîmê veke.

Rêkeftin di navbera Rûsiya û Tirkiyê hate kirin ku komên ASA yên ji xûta xwe vekişînin beramberî ku li Efrînê bicih bibin. Ev rêkeftin bi armanca guhertina demografiya herdû herêma. Her wiha Xûta ji bo parastina Esed ji ASA hate valakirin.

Rûsya di bin navê ‘’lihevhatina niştîmanî’’ de çete ji Xûtayê derxist. Lewra ihtiyacê rêjîmê ji bikar anîna kîmyasal nedikir. Ev nayê wata ku rêjîmê tu carî kîmawî bi kar aniye, rêjîmê li Xûtayê rojhilat de di 2014’an de bi kar anî. Her wiha li Homsê jî bi kar anî.

Armanca koalisyonê ji hedef girtina wê ji bargehên Rêjîmê re

Berî ku koalisyon bargehên Aseed armanc bigire bi heftiyekê, Trump li ser çapemeniyê got ku dê belafirên wan bargehên Esed armanc bigirin. Îlankirina Trump ser derbeya koalisyonê hişyarî ji rêjîma Sûrî û alîgirên wê Rûsiya û Îran ku li gorî rewşê tevbigerin û noqteyên xwe ji leşker û çekên giran vala bikin. Derbeya koalisyonê du mesac da yek ji bo Rûsya û yek ji bo Îran re zêdetirî ser bi kar anîna rêjîmê ji kîmyasal re.

Mesaca ji Rûsiya re: Amerîka ket wê ferqê de ku destkeftiyên Rûsya li ser Sûriyê her ku diçe zêdetir dibe û rola wê xurtir dibe, mîna civîna Sotşî, Asatana û lihevhatina niştîmanî ya li Xûtayê rojhilat pêkhat. Ev yek ne di bin berjewendiyên Amerîka ye. Bi taybet ku Dêra Zorê di navbera Rûsya û Amerîkayê de hatiye dabeşkirin. Tiştê ber bi çav ku ne tenê Dêr hatiye dabeşkirin, Sûrî bi giştî bûye du beş rojhilatê çemê Firatê û rojavayî çemê Firatê. Lê Rûsya her carê dixwest ku rola wê û axa bi sîwana wê de fireh tire bibe. Lewra Amarîka xwest ku li hember vê yekê bisekine.

Nakokiyên Rûsiya û Amarîka li Sûriyê

Rûsiya li Dêra Zorê çend cara xwest ku pêşde biçe lê her carê rastî bersivdayina koalisyonê bi serkêşiya Amerîka dihat. Her wiha derbeyên giran ji koalisyonê xwarine. Hêjayî bîranînê ye dema ku Rûsya êrîşî noqteyêk QSD’ê li Dêrê kirin bi armanca firehkirina axa bi serweriya wê de. Koalisyonê bi serkêşiya Amerîkayê bersivek tûnd da Rûsyayê. Belafirên wan di 16’ê Sibatê de noqteyek rêjîmê li Dêra Zorê armanc girt. Hate zanîn ku di encama topbaranê de zêdetirî sed leşkerên Rûsî têde hatin kuştin.

Mesac ji Îran re: Ji aliyekî din ve jî Amerîka naxwaze têkeve şerê gerim bi Rûsya re lewra berî derbeyê hişyarî da, da ku zerar negihêje hêzên Rûsya. Şerê ku niha di nava Amarîka û Rûsya de li ser erda Sûriyê eyne mîna şerê sare. Amerîka û Rûsya naxwazin rû bi rû re têkevin şer de. Raste ku berjewendiyên herdû hêza cûdaye, lê li ser mijara qelskirina hêza Îranê li Sûriyê rêkeftin û tensîq di navbera wan de heye. Ev yek di debeya koalisyona sê alî de hate xuyakirin. Amerîka berî derbeyê bi heftiyekê îlana derbeyê kir lê nexist piratîkê de. Amerîka li bende Rûsya bû da ku noqteyên Îranê yên li Sûrî bide wan û ev yek piştî derbeyê hate xuyakirin ku herî zêde bargehên Îranî hatin topbarankirin.

Tiştê ku vê yekê piştrast dike ku dema rêjîma Sûriyê di 4’ê Nîsana 2017’an de li Homsê kîmyasal bi kar anî, koalisyona bi serkêşiya Amerîka ku di 7’ê Nîsanê de Belafirgeha Şi’êrat bi 72 fûzên Tomahok topbaran kir. Topbaran bê agahdarkirin û an piropoganda hate kirin . Lê vê carê ji ber ku di pîlana kolasiyonê de bû ku gelek noqteyên Îranê topbaran bike lewra hewceyê tensîqê bi Rûsya re hebû.

Encamê derbeya koakisyona sê alî

Derbeya koalisyona sê alî heta astekê serkeftî derbas bû. Îran ji ber metirsiya bombebarana noqteyên wan hêza xwe ji Sûriyê ber bi Iraqê ve vekişand. Hêjayî gotinê ye ku raste tu zerarên madî negihişt bargehên Rûsyayê lê ev derbe hişt ku Rûsya sînorê xwe nasbike. Koalisynê rê da Israyil ku sînorê xwe biparêze.

Topbara Israil ji bargehên Îranê yên li Sûriyayê

Xurt bûna hêza Îranê li Sûrî û bi taybet li başûrê Sûrî nakeve bin berjewendiyên Îsrayil de. Îran xeteriyekê li ser aramiya Îsrayil dike lewra di 30’ê Nîsanê de Lîwa 47 topbarankir. Di encama topbaranê de 47 sebazên Îranî hatin kuştin. Ji ber vê yekê ku demeke di navbera herdû dewleta de kawsek tê jiyankirin. Herdû dewleta erwşa awarte îlankirine. Îsrayil ev ne cara yekemîne ku noqteyên Îranê armanc digire di meha Nîsanê de nêzî 3 cara noqteyên wan hatine hedef girtin ji aliyê belafirên Îsrayil. Êrîşên Israyil ser bargehên Îranê dewam dike. Her demekê belafirên Israyil esmanê Sûriyê derbasdike û noqteyên rêjîmê topbaran dike. Lê ne Koalisyon û ne Rûsiya ji vê yekê re dengê xwe nakin.

Dê Îran piştî derbeya koalisyon û Israyil çawa tevbigere?

Armnaca Îranê ji piştgiriya wê ji rêjîma Aseed re ku Mezheba şî’a li Sûriyê belavbike û piroja xwe ya kevana zêrîr pêkbîne. Her wiha ji ber nakokiyên wê yên hundirîn dixwaze balê ser bikişîne û dewlet û civaka xwe bi şerê dervey welat mijûl bike. Ji ber vê yekê çuqas zext ji aliyê dewletên rojava li ser Îran bê kirin dê bexwe bide heta dawî. Îran dizane ger deriya sipî têkeve bin sîwan wê de dê bazirganî û aboriya rojhilata navîn dikeve bin destê wê de û bi vê yekê dê dewletên rojava nikaribin dijminatiya wê bikin. Dibe ku stratîjiya xwe ya şer biguhere lê ji dev pirojê xwe bernade.

23.05.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً