LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Hêzên QSD’ê 65 fermandarên DAIŞ’ê dorpêç kiriye

Hêzên QSD’ê 65 fermandarên DAIŞ’ê dorpêç kiriye

NAVENDA NÛÇEYAN- Li gorî çavdêriya Sûriyê ya mafê mirovan ku Hêzên Sûriya Demoqratîk QSD’ê 65 fermandarên DAIŞ’ ê li rojhilatê çemê Firatê xiste dorpêçê de. Her wiha 3 gundên derdora bajarokê Hecîn ji DAIŞ’ê rizgarkirin.

Hemleya Bagira Cizîrê ku di 10’ê Îlona 2017’an de ji aliyê hêzên QSD’ê ve hatibû îlankirin. Hemel bi armanca paqijkirina rojhilatî çemê Firatê ji DAIŞ’ê dabû destpêkirin. Lê hemele di Adarê de ji ber êrîşên dewleta Tirkiyê û komên ASA li ser Efrînê hate rawestandin. Lewra şervanên QSD’ê cihê xwe di cebheyên li dijî TSK’ê û ASA’yê de girtin.

Meclisa leşkerî ya Dêra Zorê ya di bin sîwana QSD’ê de di 1’ê Gulanê de bi alîkariya artêşa Iraqê de careke din hemele hate çalak kirin.

3’ê gund ji aliyê QSD’ê ve hatine rizgarkirin

Çavakiyên leşkerî diyarkirin ku ev 24 roj ser berdewamkirina hemleyê. Şervanên QSD’ê 30 km ber bi sînorê Iraqê pêşdeçûne. Her wiha çavkanî eşkerkir ku gundên derdora Hicîn, gundê Behriya û Xiranc hatin ji DAIŞ’ê hatin rêzgarkirin.

Çavkanî wiha dawî li axaftina xwe anî ku herî dawî gundê Bogaz jî ji DAIŞ’ê hate rizgakirin. Lewra bi vê yekê xeta dorpêça li ser navçeya Hecîn serkeftî derbas bû.

Çavdêriya Sûriyê ya mafê mirovan: QSD’ê 65 fermandarên DAIŞ dorpêç kiriye

Çavdêriya Sûriyê ya mafê mirovan ragihand ku hêzên QSD’ê 65 fermandarên DAIŞ’ê li bajarokê Hecîn dorpêç kiriye. Her wiha li gorî çavdêriyê ku di saetên dawî de şerê di navber QSD’ê û DAIŞ’ê hatiye rawestandin. Rawestandin piştî ku QSD’ê çeteyên DAIŞ’ê li bajarokên Şe’fa, Hicîn û Sûsê xiste dorpêçê de.

Li gorî çavdêriya Sûriyê ya mafê mirovan ku wê agahî ji çavkaniyên xwe yên taybet girtiye, eşker kir ku zêdetirî 65 fermandarên DAIŞ’ê li bajarokê Hicîn bicih dibin. Her wiha diyarkir ku dermandarên DAIŞ’ê herî zêde xwedî nasnameyên biyanî ne. di nav de Iraqî jî heye. Hate destnîşankirin ku li Hicîn zêdetirî 800 girtî li gel DAIŞ’ê hene û ta niha ku tu agahî ji wan ne hatiye girtin.

24.05.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً