LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Tirkiyê ji ber kirîza aborî bangewaziya komên ASA’yê kir

Tirkiyê ji ber kirîza aborî bangewaziya komên ASA’yê kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Dewleta Tirkiyê ev demeke ku aloziyek aborî jiyan dike. Lîreya Tirkiyê 4 noqteya beramberî dolar daketiye. Lewra deynê Ewrupa yên li ser Tirkiyê de gihişt 438 milyar dolarî. Ji ber vê yekê hikûmeta Erdogan alîkarî ji komên ASA’yê xwestin ku bi lîreya Tirkiyê kar bikin.

Dewleta Tirkiyê ev nêzî 15 roja kirîzek aborî jiyan dike. Li gorî pisporên aborî ku kirîza Tirkiyê ya niha ew jiyan dike ku, ev nêzî 10 sala ye Tirkiyê ne ketiye vê kirîzê de. Ku Lîreya Tirkiyê 4 noqta li hemberî dolar daketiye. Bi daketina lîreya Tirkiyê deynên dewletên Ewrupî li ser Tirkiyê zêde dibe. Hate zanîn ku deyên dervey welat gihişt 438 milyar dolarî. Bi vê yekê xewna Yekîtiya Ewrupayê bindikeve.

Ji ber kirîzê Xewna Yekîtiya Ewrupayê bindikeve

Bi zêdebûna deynên dewletên Ewrupayê li ser Tirkiyê xewna YE bin dikeve. Li gorî pisporên aborî ku ji dema desthilatdariya Erdogan ji hikûmeta Tirkiyê re deyên dwletên Ewrupayê 130 milya dolarî li ser Tirkiyê zêdebûye.

Hêjayî gotinê ye ku li gorî pisporên aborî ku ketina lîreya Tirkiyê li hember dolar vedigere siyaseta Erdogan ya şaş. Ku ji ber kirîza hindirîn ya li Tirkiyê ku nikare çareserbike. Her wiha ji ber mûdaxelakirina Tirkiyê di karûbarên dewletên cîran de ye. Herî dawî ji ber ku Erdogan xwest ku aboriya Tirkiyê têxe bin destê xwe de û ev yek li tu welatî çênebûye.

Tirkiyê bangewaziya komên ASA’yê kir

Wek ku tê zanîn ku komên ASA yên li Sûriyê û bi taybet komên li gundewarê Helebê bi cih dibin perspektîvên xwe ji hikûmeta AKP’ê digire. Lewra Erdoagn alîkarî ji wan xwest da ku zexta li ser lîreyê kêm bike.

Meclisa herêmî ya bajarê Izazê ya gundewarê Helebê îro bi riya daxuyaniyekê de bandg li hemû bazirganiyan kir ku piştgiriyê lîreya Tirkiyê, bikin. Her wiha mecilsê da xuyakirin ku meclis tevî bazarganên herêmên mertala Firatê dê perê xwe ji pereyên biyanî biguherin lîreya Tirkiyê û êdî nema pereyên biyanî an pereyên Sûriyê bi kar tînin.

Serokê meclisa Izaz Mihemed Hec Elî got ku biryara piştgiriya lîreya Tirkiyê ji ber ku dê bandorek neyinî li ser foneyên hemû karmendên li herêmên Mertala Firatê bike.

29.05.2018

rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً