NAVENDA NÛÇEYAN- Piştî dagirkerina dewleta Tirkiyê û komên ASA’yê ji Efrîn re, herdemê di hewlana rûxandin û talankirina dîroka Efrînê de ne. Lewra êrîşî cihên dîrokî û olî di Efrînê de kirine. Komên ASA mezera Şêx Cinêd yê êzîdiya talankirin kirin.
Dewleta Tirkiyê bi hevkariya komên ASA yên girêdayî wê di 18’ê Adarê de navenda Efrîn dagirkirin. Dewleta Tirkiyê û ASA ne tenê di dagirkerna erdê de maye. Lewra hewl dide ku dîroka hezarê sala talan bike.
Efrîn bi zengînbûna xwe ya dîrokî tê nasîn, ku dîroka Efrîn vedigere 5 hezar sal. Di Efrînê de gelek netewa lê bicih dibûn. Çi Kurd, Ereb, Êzîdî û Turkmen bûn. Lewra dîroka wê jî wek neteên wê pir rengin. Lê ji ber ku operasyona li dijî Efrînê operasyona dizî û talaniyê ûe. Ev yek bû sedema ku cihên pîroz û dîrokî ji wan ne hatin parastin. Komên ASA yên girêdayî dewleta Tirkiyê ne li Efrînê gor, mezer û peristgeh hatin dîzîn û rûxandin.
Kiryarên komên çekdar yên ku bi navê ASA’yê têne bilêvkirin ku li Efrînê goraên dîrokî vedikin, mezer û peristgeha talan dikin.
Bi gavekê ku ji aliyê çavdêran de ku hate destnîşankirin ku armanca komên ASA ji vê talandinê ewe, ku dîroka pirjimarên olî û nasameya herêmê ya dîrokî birûxîne.
ASA’yan mezera Şêx Cinêd ya êzîdiyan talankirin
Ji kiryarên herî dawî yên hatin belgekirin ku, komên ASA’yê mezera Şêx Cinêd ya li gundê Feqîra ya girêdayî navçeya Cindirêsê ye talankirin. Hêjayî gotinê ye ku gundê Feqîra gundê êzîdiyaye. Her wiha hate zanîn ku çekdaran gora di mezer de vekirin û mezer talankirin û xerab kirin.
Li gorî çavkaniyên herêmî ku dîoka vî mezerî vekirin wiha gotin ‘’ Şêxî vî mezerî navê wî Şêx Cinêde ew di jiyana xwe de mirovekî pir baş û xwedî wijdan bû. Her wiha Şêx Cinêd însanekî oldar bû. Şêx di salên 30’î de ji sedsala bûrî de jiyana xwe ji dest da. Lewra êzîdiya di sala 2011’an de gora wî kirin cihekî pîroz da ku dîroka wî winda nebe.
Lê ji aliyê komên ASA yên li Efrînê ev mezer hate talankirin. Gora wî jî vekirin. Lê ev ne cara yekê ye ku komên ASA êrîşî dîroka Efrînê dike. Hêjayî gotinê ye ku berî demekê mezera Hogir ya êzîdiya talankirin. Tiştê tê de xerab kirin.
30.05.2018
Rojev24