NAVENDA NÛÇEYAN- Hêzên hegemonîk yên li Sûriyê di perçekirin û parvekirina Sûriyayê de didomîn. Lewra civîn di navbera Amerîka, Urdin û Rûsiya hate lidarxistin. Civîn da ku başûrê Sûriyê li gorî berjewendiyên xwe di nava hev de dabeş bikin.
Ji destpêka kawûsa rojhilata navîn de, ku di bin navê şerê cîhanê ya sêyemîn de tê binavkirin. Ev şer bê navber li ser welatekî ku nûnertiya şaristaniyên kevnar dikin têne guhartin û li ser wan herêman lîstok têne amadekirin. Sûrî jî welatek, pir reng, ol û netew de, rastî şerekî giran û teqînek mezin di nava gel de çêbû. Hin herêm di Sûriyê de ji heşt salan ve aramî nedîtine. Her wiha ziyayên mezin jiyan kirine.
Di pêngavên dawî de mirov pêşketinên ber bi çav dibîne ku Sûriyê ji nû ve tê parvekirin. Di bin navên curbecur şerê Sûriyê ranaweste berovajî wê her ku diçe geştir dibe. Ku her perçeyek ji axa Sûriyê ji aliyê hêzekê ve hatiye dagirkirin. Amerîka bi hebûna xwe li bakurê Sûriyê, her wiha bi avakirina bargehên xwe ve. Tirkiyê li Idlib, Cereblus, Bab û herî dawî li Efrîn xwe bicihkirina li van deveran û avakirina noqteyên çavdêriyê. Rûsiya ji bo piştgiriya rêjîma Sûrî û Îran a ku xwe ne tenê li Sûriyê bi rêxistin kiriye, heta Îraq û Libnanê jî deverên fireh xistiye bin serweriya xwe de.
Di demên dawî de li ser çapemeniyên giştî mijara civîna di navbera Amerîka, Rûsiya û Urdinê de tê nîqaşkirin. ji xwe ev civîn jî ji bo rewşa başûrê Sûriyê bû. Her wiha her cemserek ji hêzên ku li Sûriyê bicih bûne, dixwazin hebûna xwe û hebûna hevkarên xwe li herêmên başûrê Sûriyê mayînde bikin. Ji ber wê jî her aliyek nêrînek cuda dide û dixwaze wan herêman bixe bin serweriya xwe de. Ji bilî vê yekê Israyîl jî rolek xwe ya girîng heye ku ji bo sînorê Sûriyê yê başûr tev bigere.
Girîngiya başûrê Sûriyê
Dera`a, Qunêtra û girê Colan ev her sê herêm dikevin başûrê Sûriyê de. Li sînorên Urdin, Isra`îl û Libnanê dikeve, bi awayekî din navbera du kevana di navbera berjewendiyên Amereîka-Israyîl dikeve. Her wiha ji bo xeleka Sûriyê yên li bakur û navîn de herêmên borî wê bi başûrî welat de girêdide. Lewra girêdana wê ya erdnîgariya sînorê wê jî di navbera sê welatan de dibe navincî. Ji bo vê jî girîngiya herêma navborî di vê qonaxê de bi wate ye û gavek stratejî ye. Isaryîl bi awayekî vekirî li ser hêzên başûrê rojava kontrol dike û wan dixe tevgerê de. Her wiha hebûna bargeha Tinifê ya Amerîkî li ser sînora di navbera Îraq û Sûriyê de xeleka herî girîng û xeter e ji ber ku hemû hêzên ku li başûrê Sûriyê cih digrin di bin kontrola Amerîka de tevger dike.
Belavbûna hêza li Der’a
Serweriya hêzên opozisyonê li Dera`a xwedî kontroleke mezin in, ji bilî hêzên girêdayî opozisyonê cihê xwe di wir de digrin, hin komên girêdayî çeteyên DAIŞ û Cebhêt El Nusra jî hene. Ji bo vê jî li gorî civîna ku di navbera Urdin, Rûsiya û Amerîka de hatiye lidarxistin. Li ser çapemeniyê hate ragihandin ku dê ev kom ji bo bakurê Sûriyê (Idlib) ve bên rêkirin beramberî ku rêjîma Sûrî jî ji 20 heta 25 km ber bi hundir Sûriyê ve biçe.
Bê guman di her civînekê de yan di her hevpeymanekê de gav ji bo hin armancan têne avêtin. Ev tewrî ji bo başûrê Sûriyê jî derbasdar e. Ji bo ji nû ve vekirina rêbiwara Nesîb di navbera Urdin û Sûriyê de her kes dixwaze wê herêmê bixe bin serweriya xwe de.
Lihevhatinên Hêza
Israyîl û Urdin derbarê belavbûna hêzên Artêşa Sûriyê li ser sînor li hev kirin. her wiha qedexekirina hêzên girêdayî Îranê li van deveran bicih bibin. Ev gav ji bo Îsrayîl pir baş e, da ku sînorê xwe biparêze û baskên pêşketina Îran li herêmê pûç bike. Her wiha ji bo têkîliyên Urdin û Israyîl jî hatina hêzên Îranî wê bibe metirsiyek mezin li gel wan. Îlankirina herêmên kêm pevçûn di başûr de hewildana parastina sînorê Ordunê kir.
Bi vê gavê Rûsiya dibe hêza yekê di navbera Israyîl û Îranê de, bi bê dengiya Amerîka. Rûsiya dixwaze hêzên opozisyonê li başûr tehliyebike. Lê di vir de Îran heye. Hevkariya Rûsiya ya yekemîn di rojhilata navîn de Îran e, ji bo wê jî egere biryara ne derbaskirina hêzên Îranî ji başûrê Sûriyê erê neke wê hevkariya wê ya yekemîn winda bike.
Di herî dawiyê de tê xuya kirin ku bi avêtina vê gavê li başûrê Sûriyê dê bi xwe re guhartinên ber bi çav bîne. Derî li pêşketina Israyîl di aliyê leşkerî û jiyosiyasî di hundir sînorê Sûriyê de jî vedike. Ji bo wê jî dixwaze weke çemberekê ji aliyê Sûrî ve ji xwe re ava bike û hin herêmên din bixe bin kontrola xwe de. Guman hene ku çawa Îsrayîl artêşek li başûrê Libnanê avakiriye. Heman tiştî li Sûriyê jî ava bike.
Her wiha hin guman jî hene ku pirojeya fedraliyekê ji aliyê pêkhateyên wê herêmê bê lidarxistin. Di herêma başûrê Sûriyê de pêkhate pir in û bûye xeleka dawî ji bo çareseriya mijara başûrê wê. Ev bi xwe jî gengaz e, ji bo berjewendiyên sîstemên ji Sûriye başûr ve nêze.
(Pelda Avrîn)
31.05.2018
Rojev24