LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Dîroka dagirkeriya Tirkiyê carek din xwe dûbare dike, duh Iskenderon îro Efrîn

Dîroka dagirkeriya Tirkiyê carek din xwe dûbare dike, duh Iskenderon îro Efrîn

NAVENDA NÛÇEYAN- Tirkiyê di dîrokê de Kompilo li ser dagirkirina Lîwa Iskenderon ya Sûriyê û girêdana wê bi Tirkiyê ve hate kirin. Niha dîrok carek din xwe nû dike lê vê carê di riya Efrîn de. Dewleta Tirkiyê dixwaze Efrîn ji Sûriyê qut bike û wê bi Tirkiyê ve girêbide.

Binpêkirina Tirkiyê ji axa Sûriyê re û dagirkirina herêmên wê ne cara yekemîne. Dewleta Tirkiyê di dîrokê de êrîş bir ser Sûriyê û Lîwa dagirkir. Dîrok dagirkirina Iskenderon belgekiriye.

Stratîjî û xwezaya Lîwa Iskenderon

Lîwa Ikenderon li bakurê rojavayî Sûriyê an li rojhilatî perava derya Sipî dikeve. Bi fireh bûna 4 hezar û 500 km çarkoşe. Iskenderon li ser kendava Siwêdiyê û Iskenderon dikeve. Lewra ev yek girîngiyek startîjîk dide wê. Ku welatên rojhilat digihîne rojava di riya deryaya Sipî ve. Her wiha Tirkiyê di riya bendergeha wê petrolê dişîne Ewrupayê. Hêjayî gotinê ye ku bi xwezaya xwe ya çiyayî tê nasîn ku 4 çiya lê hene ew ‘’ çiyayê Amanos, çiyayê Mûsa, Çiyayê Eqer’i û yê Nefax e’’. Di dema dagirkerina Osmaniya ji dewletên ereba re Lîwa girêdayî parêzgeha Helebê ya dewleta Sûriyê bû. Ev yek di nameyên El Şerîf Hesen(Şerîfê Mekê) ji Makohon( nûnerê sereke yê qesra Birîtaniya) sala 1915’an de hate xuyakirin. Di nameyan de hate destnîşankirin ku herêmên başûrê çiyayê Toros girêdayî dewletên erebî ne. Her wiha ereb bûna Lîwa Iskenderon di hevpeymaniya Sêver ya sala 1920’an de ku tê de hikûmeta Osmanî ereb bûna lîwa tekez kir.

Veqetandina Lîwa ji Sûriyê û girêdana wê bi Efrîn re

piştî dagirkerina Firansayê ji Sûriyê re. Hêjayî gotinê ye ku di wê demê de netewên Yekbûyî tune bû lê yekîtiyek bi navê ‘’ Usbet El Umem’’ lidar bû. Di riya vê yekîtiyê de, di 29’ê Gulana sala 1937’an de Firansa lîwa xiste bin hakimiyeta xwe de. Her wiha ew wek rêveberiyek xweser ragihand û ji aliyê reveberekî Firansî hate birêvebirin. Lê heta salekê bingeh ji bo qutkirina lîwa û bingeh ji bo derbasbûna Tirkiyê ji herêmê re dihat amadekirin. Lewra di 15’ê Tîrmeha sala 1938’an de artêşa dewleta Tirkiyê lîwa dagirkirin û hêzên Ferensî xwe jê vekişandin.

Tiştê balkêş di vê yekê de ku dîrok zindiye. Di dîrokê de ferensa rê da Tirkiyê ku Iskenderon ji Sûriyê qutbike. Di Efrîn de Rûsya bi vê rolê rabû. Rûsiya beramberî rêkeftinên aborî bi Tirkiyê re, rê da wê ku Efrîn dagir bike.

Lîwa piştî dagirkirinê

piştî du sala ji dagikirina Tirkiyê ji lîwa re di riya itîfaqêkê di navbera Tirkiyê û Ferasa de xwestin ku lîwa ji Sûriyê vequtînin. Her wiha ji ber ku Feraesa cihê xwe di nav Usbet El Umem digirt xwest ku meseleya lîwa bidawî bike. Lewra di 1939’an de serkêşiya referandomekê li Lîwa kir. Ku gelê herêmê dixwezin girêdayî kîjan welatî bin Tirkiyê an Sûriyê. Encam li gorî berjewendiyên dewleta Tirkiyê bû. Di encam de lîwa bi Tirkiyê ve hate girêdan.

Polîtîka Tirkiyê di qotkirina Iskenderon ji Sûriyê û muqayesekirina wê bi Efrîn re

Dewleta Tirkiyê piştî dagirkirina Iskenderon. Polîtîka guhertina demografiya herêmê bi her awayî de esas girt. Her wiha bi darê zorê desthilatdariya xwe li ser gel feriz kir. Ji bo muqayesekirina kiryarên dewleta Tirkiyê di dema dagirkirina Iskenderon û kiryarên wê û yên ASA’yê yên niha li Efrînê em karin wan wiha rêz bikin:

Koçberkirin şîneyên herêmê

Li gorî nivîsên di dîrokê de ku dewleta Tirkiyê berî lidarxistina referandomê de, dest bi guhertina demografiya herêmê kir. Lewra şîneyên herêmê yên ereb koçberkirin. Her wiha li şûna wan hezarê welatiyên Tirkiyê li Iskenderon bicih kir.

Dewleta Tirkiyê sûd ji tecrûbeya Lîwa sûd wergirt. Lewra dixwaze eynê polîtîkê bikar bîne. Ev yek li Efrîn jî hate eşkerkirin. Ku di 18’ê Adarê de piştî ku artêşa Tirkiyê bi hevkariya ASA’yê re navenda Efrînê dagirkirin, bi hezaran şîneyên Efrînê ji metirsiya komkojiya koçî herêmên Şehbayê bûn. Hêjayî gotinê ye ku gelê koçî Şehbayê nebûn rojane rastî êşkencê, destdirêjî, revandin..hwd.

Her wiha li gorî ku hate belgekirin ku Tirkiyê nêzî 5 hezar çekdarên ASA yên girêdayî wê tevî malbatên wan li herêmê bicih kirin. Her wiha agahî hate bidest xistin ku dewleta Tirkiyê dixwaze koçberên Sûriyê yên li wir wan li Efrînê bicih bike. Tirkiyê bi vê gavê nasnameya herêma Efrînê diguhere.

Perçekirina herêmê

Ji destpêka dagirkirina Tirkiyê ji Iskenderon re hewl da ku Lîwa perçebike. Lewra Iskenderon kir 5 bajar. Li gorî muqayesekirina wê bi Efrîn re, ev yek li Efrînê jî hate jiyankirin. Komên ASA navçeyên Efrînê di nava hev de dabeşkirine. Li gorî agahiyên hate bidestxistin ku her komek çekdar navçeyek Efrînê ji xwe re kiriye bargeh. Mîna Ehrar El Şerqiyê ku li navçeya Cindirêsê û Raco bicih dibe. Cebha Şamiya li Bilbilê bicih dibe. Firqeya Hemza, Sultan Murad û artêşa Tirkiyê li navenda Efrînê bicih dibin. Xwe bicih kirina komên ASA li navçeyên Efrînê tê wata dabeşkirina herêmê bi giştî.

Dizî û talanî

Dewleta Tirkiyê li Iskenderon de bi zorê erdê welatiyan ji wan birin. Her wiha mal û milkên wan dizîn bi armanca koçkirina şîneyên herêmê. Hêjayî bîranînê ye ku dîmenên diziya malên sivîlên Efrînê rojane li ser çapemeniyê tê parvekirin. Lewra komên çekdar her rojê ji bo parvekirina alavên diziyê di nav xwe de bi hevdikevin. Her wiha hate zanîn ku li Kilîsê bazarek ji alavên ku komên ASA ji Efrînê dizîne, hatiye vakirin.

Guhertina zimanê herêmê

Dewleta Tirkiyê di dema dagirkirina wê ji Ikenderon re, zimanê herêmê yê serke ji Erebî guherand Tirkî. Her wiha navê bajar guherand, nivîsa wî kir Tirkî. Bi vê yekê dewleta Tirkiyê bi polîtîka Tirkikirnê de rabû.

Ev nêzî 75 roj ser dagirkirina Efrînê ji aliyê TSK’ê û ASA’yê derbas bû, lê dewleta Tirkiyê bi riya reveberiya ku li herêmê avakiriye. Her wiha ji ber bi cih kirina komên ASA tevî malbatên wan dest bi guhertina nasnameya hermên kir. Dibistan vekir lê ne bi zimanê şîneyên herêmê yê kurd. Di dibistanan de zimanê erebî û Tirkî tê standin. Her wiha zarokên di dibistanan de ne ala welatê xwe hildidin, ala Tirkiyê hildidin.

Hêjayî gotinê ye ku dewleta Tirkiyê bikar anîna zimanê kurdî li Efrînê qedexekiriye. Pêve girêdayî ye yê dijî biryarê wê derbikeve dê dibin gefa çekê de rastî êşkencê, çewisandin, revandin û kuştinê bên. Dewleta Tirkiyê li Efrînê navê saziyên civakî guherandiye zimanê zimanê Tirkî. Mîna nexweşxaneya Efrîn ku arma nîvîsa navê guherand bi zimanê erebî û Tirkî. Her wiha bilindkirina ala Tirkiyê ser navenda meclisa sivîl ya Efrînê.

Di dawî de polîtîka dewleta Tirkiyê û pilanê wê yên dagikiriyê ser Efrînê hate xuyakirin. Lewra divê ku gelê Sûriyê ji dîroka Tirkiyê yê dagirkiriyê û ji tecrûbeya Lîwa Iskenderon sûd bigire. Li gorî ku tê xuyakirin ku gel êdî li hember dagirkeran bê deng namîmin. Ger ne wisa ba ya dê gelê Efrînêli hermber dagirkeran 58 rojan li ber xwe ne didan.

03.06.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً