LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Rêveberiya Sivîl a Minbicê: Têkiliyên me yên bi hevpeymana navdewletî re berdewamin

Rêveberiya Sivîl a Minbicê: Têkiliyên me yên bi hevpeymana navdewletî re berdewamin

MINBIC- Bajarê Minbicê ku di 15 Tebaxa 2016 an de ji tarîtiya çeteyên DAIŞ’ê ve hate rizgarkirin û sîstema rêvberiya Sivîl piştî ked û xebateke ku îro li bajar ji tevahiya heremên Sûriyê bi cih dibin de hate avakirin, gefên dewleta Tirk û îdayên wê yên lihevkirina bi hêzên Emerîkî re û vekşandina ji bajarê Minbicê ve ji aliyê Rêvberiya Sivîl a bajar ve bi hincet hate îfade kirin. Rêvberiya bajarê Minbicê tekez kir ku têkiliyên wan ên bi Hevpeymana navdewletî re di vê demê de xurttir bûne.

Dewleta Tirkiye bi daxuyaniyekê di 30 gulanê de ragihand ku ew û Hêzên Emerîkî li ser vekşandina hêzên Sûrya Demokratîk QSD’ê lihevkirine, dewleta Tirk da ku vê yekê piştrast bike û bide bawer kirin di daxuyaniyê de got: Dê di nava 60 rojan de hêzên li bajarê Minbicê werin derxistin û bajar ji aliyê hêzên Tirkiye û Emerîka ve heta avakirina encûmeneke sivîl were birêvebirin. Di vê derbarê de dezgehên çapemeniyê daxuyanî û agahiyên cur be cur dan û diyar kirin ku ev paln roja 4 Tîrmehê di encama lihevkirina herî dawî ya di navbera herdu welatan de eşkere bibe.

Di vê derbarê de ji aliyê Rêvberiya sivîla û demokratîk ya bajarê Minbicê ve hevdîtineke me ya li gel Rêveberiya Encûmna Zagonsaz a Minbicê re hebû. Rêveberiya Sivîl a bajar ragihand ku di danustandinên wan ên bi şandeyên Hevpeymana navdewletî re xurtkitrina têkilyan hatiye nîqaş kirin.

Hevserokatiya Encûmena Zagonsaz a Rêvberiya Sivîl a bajarê Minbicê û gundewarê wê Farûq Elmaşî derbarê têkiliyên wan yên bi Hevpeymanê re û rastiya îdayên dewleta Tirk a itîfaqa radestkirina Minbicê de vegot.

Gavên Rêvberiyê her dem ji bo aştiyê vekirî bûn”

Elmaşî derbarê tehdîdên li ser Minbicê de wiha axivî: Dewleta Tirk bi serkêşiya partiya AKP ne cara yekemîn e ku êrîşên xwe bi ser herêmê de tîne û maudaxeleya heremê rojane dike, Elmaşî destnîşan kir ku ji destpêka avakirina encûmena sivîl a Minbicê her dem daxuyanî û têkiliyên wan li ser esasê lihevkirin û aramiya herêmê bû, lê dewleta Tirk ji ber sedem û bercewendiyên xwe yên hilbijartinan heremê tawanbar dike û derbasbûna xwe bi hincet dike.

Elmaşî eşkere kir ku hevakariya bi hevpeymana navdewletî re bajarê Minbicê bi serkêşiya encûmena leşkerî ya Minbicê hate rizgarkirin lewra têkiliyên wan ên bi hevpeymanê re berdewam in.

Dewleta Tirk tevlîheviyê di nava Minbicê de dike, lê Efrîn tecrûbe bû”

Elmaşî eşkere kir ku ji destpêka rizgarkirna bajar û hewildana dewleta Tirk a derbasbûna Minbicê heye, Elmaşî derbarê vê yekê de wiha got: Dewleta Tirk ji dervey daxuyaniyên ku li ser ragihandinê dike, di nava bajarê Minbicê de tevlîheviya di nava netewan de lipêşxist û ev yek heta niha berdewame. Elmaşî derbarê vê yekê destnîşan kir ku piştî dagirkeriya dewleta Tir a herêma Efrînê tecrûbeyek a armancên dewleta Tirk eşkere dike û tekez kir ku welatiyên Minbicê vê yekê baş dizanin.

Hevpeyman û Meclisa Leşkerî ya Minbicê her di nav danustandinan de ne”

Elmaşî derbarê danustandin û civînên wan ên bi şandeyên hevpeymana navdewletî re axivî û got: Şandeyên hevpeymanê ku beriya du rojan bi me re civiyan e rastiya îdaya Tirkiyê ya lihevkiirna wan ya bi hêzên hevpeymanê re derwandin û got: têkiliyên me yên bi Hevpeymanê re di vê demê de zêdetir bûne û ji bo aliyê destek her weha parastina bajarê Minbicê tedbîr hatine girtin.

Elmaşî der heqê têkiliyên hevpeymanê û Tirkiyê de her weha itîfaqa ku were kirin got: Ti agahdariya me ji vê itîfaqê tune ye û naveroka wan civînan ne hatiye zanîn, lê civînên leşkerî di navbera Hevpeymanê û meclisa leşkerî ya Minbicê de berdewamin.

”143 hezar û 200 Koçberên heremên Sûriyê li Minbicê bicihbûne”

Elmaşî destnîşan kir ku li Minbicê koçberên ji tevhiya heremên Sûriyê wekî Şam, Tedmir, Dêra zorê û hwd bi cih dibin. Koçberên ku ji ber tundiya şerê li Sûriyê û ziyanên ku li heremên xwe dîtine bajarê Minbicê wekî herêmeke ewle û biparastin pejirandine, ku hin ji van koçberan di malan de û hin ji wan jî di kampeyekê de dimînin.

Li gorî hejmara dawî ya koçberên ku li bajarê Minbicê dimînin de ji aliyê Bîroya koçberan a Minbicê ve hate ragihandin ku koçberên ku niha li Minbicê dimînin di nava bajar de dighêje 10800 malabatî ku ji 75600 kesî pêk tê, koçberên li gundewarê wê ku di nava du kampan de dimînin yek rojava û yek jî rojhilatî bajar dighêje 7873 malabtî ku ji 56927 kesî ve pêk tê.

Pêvajoyên giring ên bajarê Minbicê

Bajarê kevnar yê Minbicê 80 km li bakur rojhilatî parêzgeha Helebê ya Sûriyê dikeve, di nav xwe de gelek netewên ji Ereb, Kurd, Şerkes, Tirkmen û Ermen dihewîne. Nifûsa bajar li gorî serjimêriya sala 2004 an dighêje 408,143. Bajarê Minbicê li rex çemê Firatê 15 km dikeve û bilindahiya wê a ji çemê Firatê dighêje 398, li bakurê wê çemê Sacûr e û li başûrê wê çemê Ebû Qelqele ku herdu çem çavkaniya wan çemê mezin yê Firatê ye.

Bajrê Minbicê ku ji aliyê Rêjîma Sûriyê ve bi girêdana wê ya parêzegeha Helebê ve dihate birêvebirin, di 12 Tîrmeha 2012 an de ji aliyê komên çekdar ên bi ser Tirkiyê ve hate kontrol kirin, di dawiya 2014 an de bajar ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve ji ASA’yan hate girtin. Di 2 Nîsana 2016 an de bajar ji aliyê meclisa leşkerî ya Minbicê bi alîkariya hêzên QSD’ê ve destpêkir. Lewra di 15 Tebaxa 2016’an de ji çeteyên DAIŞ’ê hate rizgarkirin.

Piştî rizgarkirinê bajar teslîmî Encûmena Sivîl hate kirin, ku ev encûmen ji pêkhateyên bajarê Minbicê ku piraniya xwe ji netewa erebin rêjeya wan di encûmenê de ji sedî 71 e û ji sedî 29 jî pêkhateyên Kurd, Tirkmen û Şerkesin pêk tê. Encûmenê dest bi xebatê xizmetguzariyê kir û sîstema xwe li ser du aliyan birêvebir, di vê derbarê de hate zanîn ku xebatê rêvberiya Minbicê li herdu gundên Ebû Qelqel û ElHeya hate meşandin û ew jî ji aliyê tenduristî ve ku du nexweşxane hatin vekirin ku ji bijîşkên bajarê Minbicê û Heyva Sor pêk dihat û ev bi armanca derbaskirina rewşa tarîtiya ku çeteyên DAIŞ’ê li bajar belav kiribûn de hat, ji ber nexweşî û rewşa zor û zehmet a hemwelatiyên Minbicê ve. Ji aliyekî din ve jî Rêveberiyê di aliyê sîstema xwe de bi silogana “Xwendin beriya têrkirinê “ dest bi xebatê berwerdehiyê kir da ku sîstema xwendinê li bajar piştî qutbûyîna bi salan vegerne, ji ber mayînên ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve li dibistanan hatibûn çandin.

Ji aliyê dadwerî ve encûmena Rêveber a Minbicê di 11’ê îlona 2016’an de komîteya Silhê a bajar avakir, piştî wê komîteyê encûmena xwe ya dadwerî avakir û ew ji dadwer û parêzerên bajarê Minbicê ve pêk tê.

04.06.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً