LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Ciwanên Efrînê Teyrên Bazê Efrînê avakirine

Ciwanên Efrînê Teyrên Bazê Efrînê avakirine

NAVENDA NÛÇEYAN- Komên ASA yên girêdayî dewleta Tirkiyê ne binpêkirinê bi serê gelê Efrînê de didomîne. Lewra ciwanên Efrînê komek bi navê Teyrên Bazê Efrînê avakirin. Armanca vê komê ku li hemberî kiryarên artêşa Tirkiyê û komên ASA rawestin.

Artêşa Tirkiyê bi hevkariya komên ASA yên girêdayî wê di 20’ê Çileyê bi operasyonekê êrîşî Efrînê kirin. Lê di 58 rojan de gelê herêmê berxwedanek bê hempa dan jiyankirin. Lê di 18’ê Adarê de gel ji metirsiya komkujiyan koçî herêmên bi ewle bûn. Lewra derbasî Şehbayê bûn.

Komên ASA’yê piştî ku Efrîn dagirkirin dest bi kiryarên xerab li herêmê kirin. Komên ASA li Efrînê li gorî ku li ser ragihandinê tê eşkerkirin ku rojane dizî, talanî, revandin, kuştin û êşkence bi serê gel de tîn in.

Li gorî çavdêriya Sûriyê ya mafê mirovan ya Sûriyê di raporek xwe de destnîşankir ku edî gelê Efrînê li hember kiryarên komên ASA yên xirab derdikevin. Hate zanîn ku gelê Efrînê dest bi xwepêşandan dijî ASA’yê kirine.

Koma Teyrên Bazê Efrînê

Hêjayî gortinê ye ku ev çend roje komek ji ciwanên Efrînê grupek bi navê ‘’Teyrên Bazê Efrînê’’ ragihandin. Li gorî agahiyên hatine bidestxin ku ji ber binpêkirinê komên ASA ev kom dane avakirin. Her wiha ciwana bi navê grupa xwe hişyariyek şandin. Tê de hate destnîşankirin ku xelkê ji Sûriyê hatine Efrînê û lê bicih bûne bila jê derkeven ji ber ku dê bibin armanc ji wan re. Her wiha gotin ku bile baweriya xwe bi Tirkiyê neynin ji ber ku di demên nêz de dê werin firtoin.

05.06.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً