LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Amerîkayê Hey’et Tehrîr El Şam wek rêxisrtinek terorîst îlankir

Amerîkayê Hey’et Tehrîr El Şam wek rêxisrtinek terorîst îlankir

NAVENDA NÛÇEYAN- Hey’et Tehrîr El Şam ya girêdayî rêxistina terorîst Qa’îdê, ku piştgirya xwe ji Tirkiyê werdigire. Amerîkayî ew xiste lîsteya terorê de.

Hey’et Tehrîr El Şam komek leşkerî ye. Di 28`ê Çileya 2017`an de bi rêveberiyê Şêx Ebû Cebêr hat avakirin. Her wiha tevgerê xwe li ser fikirê selefî hatiye avakirin. Hate xuyakirin ku gelek kom cihê xwe di nava wê de digirin. Her wiha ev Hey’et ji bo dijberiya tevgera Ehrar El Şam hate avakirin.

Avakirina Ehrar El Şam metirsiyek li gel tûge û komên opozosyonê avakir. Lewra piştî rû dana Ehrar El Şam, metirsî li gel hêzên dîtir ava kir. Lewra ji bo tunekirina Ehrar El Şam pêwîst bû avakirina tûgeyên bihêztir mîna Cebhêt Fetih El Şam û komên dîtir. Her wiha di encam de di bin navê Hey’et Tehrîr El Şam de kom hatin avakirin.

Serweriya wê li Ser erdê Sûriyê û ketina wê ji lîsteya terorê re

Tevgerê li Idlib bi giştî, gundewarê rojavayî Helebê û gundewarê Hemayê serwer e. Tarzê rêveberina wê ji herêmên bin sîwana wê de, bi Islamiyetek radîkal ve birê ve dibe. Hêjayî gotinê ye ku di demên dawî de li Idlibê nakokî kete nav tevgerê de. Tevger hate perçekirin.

Di dîroka 31`Gulanê de wezareta derve ya Amerîkayê dxxuyaniyek da tê de eşkerkir ku Hey’et Tehrîr El Şam weke rêxistinek terorîst hat îlankirin. Di daxuyaniyê de hate eşkerkirin ku ji ber girêdana wê bi Qa’îdê re. Her wiha ji ber ku di 2017’an de tenê navê xwe ji Cebhet El Nusra guherand û kir Hey’t Tehrîr El Şam lê di naverok de ew eynê ye.

Piştgiriya Tirkiyê ji Tehrîr El Şam re

Li gorî ku hate eşkerkirin ku dewleta Tirkiyê ya serkeye di piştgiriya tevgerê ji her aliyî de dike. Wek ku tê zanîn ku dewleta Tirkiyê cihê xwe di nava NATO’yê de digire. Her wiha têkliyên Tehrîr El Şam bi Tirkiyê re roj bi roj li ser ragihandinê hate xuyakirin. Hêjayî gotinê ye ku ev yek li ser rojnameya Zeman a Tirkiyê de hate tekezkirin. Rojnameynê di demek borî de aniye ziman ku, têkîliya dewleta Tirkiyê û Tehrîr El Şam baş in, her wiha ji bo Tirkiyê weke metirsî nade avakirin. Her wiha hebûna wê li Idlibê meşrû dibîne da ku çaresariya siyasî û leşkerî bi xwe re ji bo herêmê bîne.

Eynê tişt ji bo tevgerê jî derbasdare ku di 27’ê Gulanê de rêveberê siyasî yê tevgerê Yusif El Hecir ji rojnameya Zeman de destnîşan kir ku têkliyên me bi Tirkiyê re başê. Her wiha diyar kir ku rola me xwe bicih kirina noqteyên çavdêriyê yê Tirkiyê li Idlibê heye.

Bi derbasbûna Tikiyê ji parêzgeha Idlibê re ji tevgerên li wir tenê Heit Tehrîr El Şam piştgirî da wê û pê re bû alîkar. Ev tûge jî weke tê zanîn li ser bingeha Cebhêt El Nusra hatiye avakirin. Ebû Mihemed El Colanî jî nedixwest di nava Idlibê de şer biqewime ji ber wê jî hevdîtin bi Tirkiyê re bi pêş xist. Di encam de jî Tirkiyê bê şer derbas Idlibê bû û noqteyên xwe yên çavdêriyê li dar xist bi hevkariya Heyit Tehrîr El Şam.

Tûge û Komên Çekdar ên ku di Bin Sîwana Heyit Tehrîr El Şam de

Hêjayî gotinê ye ku di bin sîwana Hey’et Tehrîr El Şam gelek kom heye. Li gorî ku hate zanîn ku di bin sîwan wê de 41 kom, tûge û Lîwa heye. Lê hin kom di nav de ew komên serke ne û rola wan bi avakirina Hey’etê heye, mîna

Tevgera Nûre Dîn El Zinkî: Hejmara çekdarên wê derdor 3 hezar çekdarî ye, ji dema avakirina wê de di pir tûgeyan û meclisên leşkerî de cihê xwe girt, lê ema her tim jî jê derdiket.

Ceyş El Suna: Ev kom ji nava Artêşa Azad a Sûriyê derkete pêş. Hate zanîn ku berpirsê wê Emar El Buqayî bû. Lê di 24`ê Adara 2015`an de tevlî Artêşa El Fetih bû. Her wiha hate zanîn ku ev kom zaoka tevlî nava refê xwe dikin û wan perwerde dikin. Ev yek di riya dîmenekê ku di 2016’an de hate weşandibûn, tê de hate eşkerkirin ku çawa zarokan perwerde dikin. Her wiha hejmara zarokên di nav wan de nêzî hezar zarokî ye û her zarokek fonê wî bi qasî 100 dolarî ye.

Cebhêt Ensar El Dîn: Di 25`ê Tîrmeha sala 2014`an de hat avakirin. Ev kom di nav xwe de sê komên çekdar dihewîne. Tevgera Şam a Îslamî, Tevgera Fecir El Şam û Ceyêş El Muhacirîn û El Ensar . Hêjayî gotinê ye ku kom navborî ji ber fikirê wan a selefî û doxmatîk ketine lîsteya terorê ya Amerîkayê.

Lîwa El Heq: Di sala 2012`an de hat avakirin. Di nav de tûgeya El Farûq cih digre. Hate zanîn ku hejmara çekdarên wê derdor hezar çekdarî ye.

Lîwa El Temkîn: Ew ji çar tûga pêk tê. Destpêka avakirina wê girêdayî Ehrar El Şam bû. Lê di sala 2016`an de ji tevgerê veqetiya. Pêve girêdayî ye navê xwe jî kirin Lîwa El Temkîn, di nav de lîwa El Hisên Bin Elî, Ecnad El Şam, Ehfad Elî û El Qadsiyê cih digre nava xwe.

Siqûr El Iz: Siqûr El Iz berê di nava Cebhêt El Nusra de cihê xwe digirt. Her wiha di dema avakirina wê tevlî Cebhêt El Nusra bû, piştre derbas nava Tevgera Ehrar El Şam bû. Lê di dawiyê de cihê xwe di nava Heyit Tehrîr El Şam de girt.

Tûgeya El Tewhîd û El Cîhad: Li parêzgehên Heleb, Hema, Idlib û Latqiyê belav dibin. Di dîroka 30`Rezbera 2015`an de tevlî Cebhêt El Nusra bûne.

Berpirsên Hey’et Tehrîr El Şam

Ebû Mihemed El Colanî navê wî ya resen Usema El Ebsî El Wehîdî ye, di 1981’an de li Dêra zorê ji dayik bûye. Her wiha Piştî çenda meha ji rû dana şerê Sûriyê Colanî vegeriya Sûriyê û tûgeya Cebhêt El Nusra Lî ehl El Şam ya girêdayî rêxistina terorît Qa’îdê ava kir, lê piştre navê guhert û navê wê kir Cebhet Fetih El Şam.

Her wiha ji bilî Colanî hin berpirên din jî di nav Hey’et hatin zanîn mîna Haşim El Şêx bi nasnav Ebû Cebêr, rêveberiyê berê ya Tevgera Ehrar El Şam a Îslamî, Ebû Cebêr hate zanîn ku cihê xwe di şerê Iraqê de cih girt. Her wiha li Sûriyê tûgeyek bi navê Museb Bin Umeyîr ava kir. Her wiha cihê xwe di nav Tevgera Ehrar El Şam jî digirt.

07.06.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً