LEZGÎN
الرئيسية / Jin / BERXWEDANA SERDEMÊ: Binpêkirin û destdirêjiya TSK’ê û ASA li ser jinên Efrîn ê

BERXWEDANA SERDEMÊ: Binpêkirin û destdirêjiya TSK’ê û ASA li ser jinên Efrîn ê

NAVENDA NÛÇEYAN- Piştî ku artêşa Tirkiyê û hevkarê wê komên ASA’yê herêma Efrînê dagirkirin binpêkirin, destdirêjî, dizî û talanî li ser svivîlan de destpêkir. Bi tayet ev yek ji bo jina derbas dare ku heta niha bi seda jinên Efrînê hatine revandin û çarenûsa wan ne diyare. Jin û zarokên Efrine rojane rastî lêdan, êşkence ,revandin, kuştin, tecawezkirin tên.

Gelek jinên bajarê Efrînê rastî destdirêjiyê ji aliyê artêşa Tirkiyê û komên ASA yên girêdayî wê, hatin. Çavkanî û şîneyên herêmî diyar kirin ku komên çete yên girêdayî dewleta Tirkiyê, hejmarek ji jinên ciwan ê bajarê Efrînê revandin.

Piştî operasyona Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û komên ASA yên girêdayî wê ya li dijî Efrînê, bi deh hezaran gelê bajêr ji bo xwe ji êrîşên hewayî û bejahiyê biparêz e derbasî Kantona Şehbayê bûn. Her wiha malbatên ku ji ber dagirkeriya dewleta Tirk koçî Şehbayê bûn û car caran ji bo xanî û zeviyên xwe sax bikin diçin Efrînê. Lê dibin hedefa zext û êrîşên dewleta Tirk û komên wê.

Destdirêjî li îradeya namûsa gelan dikin

Artêşa Tirk tevî çeteyên xwe, bê exlaqî, talankirina milk û zeviyên çandiyê yên sivîlan dikin. Li gorî çavakaniyên herêmê diyarkirin ku destdirêjî li îradeya namusa gelan dikin û jina direvînin. Hate destnîşankirin ku piraniya sivîlên bûne qurbanî û rastî destdirêjiyê tên ew jin û zarokin.

Gelek jinên bajarê Efrînê rastî destdirêjiyê hatin

li gorî hin ahgaiyên taybet ku hatin bidestxistin piştî dagirkeriya Efrine heya niha çeteyên girêdayî dewleta Trikiyê, gelek komkujî pêk anîn û bi sedan jin revandin. Her wiha hate zanîn ku carenûsa wan naye zanin. Jinen kû çekdarên ASA’yê hatine revandin wêneyên wan li ser dezgehên ragihandinê hatin belavkirin.

Hejmarek jinên ciwanan ji bajarê Efrînê hatin revandin, ku nav û wênyên wan hatine belgekirin wihane

komên ASA yên girêdayî dewleta Tirk keça kurd ya bi navê Zozan ji navenda bajarê Efrînê revandin bi tewambariya endamtiya di saziya çand û huner de hate girtin. Zozan birin bajarê Ezazê û tu agahî jê nayê girtin. Alîşan Ebdalo ji aliyê çeteyên Firqet Al hemza ve ji mala xwe ya taxa Tirindê hatiye revandin û çarenûsa wê hîn jî ne diyare. Çeteyên girêdayî artêşa Tirk li ser malbata Henan Hesen a ji gundê Termûşa ferz kir ku keça xwe Yasemîn a 12 salî bizewicîne çeteyekî wan. Her wiha Çeteyên girêdayî dewleta Tirk keça kurd ya bi nava Buşra Yûsiv Şêxo ji navenda bajarê Efrînê revandin. Istixbarata Tirk MIT keçeke Kurd ya bi navê xedîce ji mala wê ya li taxa Eşrefiyê a Efrînê revandin û birin cihekî ne diyar. Komên çete yên girêdayî artêşa Tirk keça bi navê Hesna EL îd ya ji navçeya Cindrêsê revandin û birin cihekî ne diyar. Herî dawî Çavakniyan diyar kir ku çekdarên girêdayî dewleta Tirk gule avêtin wênesaza kurd Buharîn Bêrîno ya ji gundê Mêrika ya girêdayî navçeya Mabetlî ye. Hate zanîn ku ev bûyer li ser benda kontrolê li Efrîn hate kirin. lewra rewşa wê nehaitye zelalkirin.

07.06.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Rûsya û Turkiye li ser Idlibê û Bakurê Sûriye negihştin formekê

NAVENDA NÛÇEYAN- Hikûmeta Rûsyayê ragihand, ew razî nînin Turkiye “herêma aram” ya ku li nav …

اترك تعليقاً