LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Di hilbijartinên Tirkiyê de Erdogan dixwaze dagirkeriyê bizîvirîne qehremantî

Di hilbijartinên Tirkiyê de Erdogan dixwaze dagirkeriyê bizîvirîne qehremantî

NAVENDA NÛÇEYAN- Bi nêzîkbûna hilbijartên serokmariya Tirkiyê re, Erdogan dixwaze xwe wek şerkerê terorê bide nîşandan. Her wiha dixwaze bi dagirkerina herêmên dervî Tirkiyê wek qehremantî li gel gelê xwe bide diyarkirin, ku bi destê wî dê Tirkiyê bibe Impiratorî. Lewra êrîşên xwe li ser bakurê Sûriyê her ku diçe zêde dike. Pêve girêdayî ku di navbera hêzên QSD’ê û DAIŞ’ê de li gundewarê Dêra Zorê şerên giran rû dide.

Êrîşên artêşa Tirkiyê û binpêkirinê komên ASA yên girêdayî wê li bakurê Sûriyê û bi taybet li herêma Efrînê ya di bin dagirkeriya wan de yê heftiyekê ji dîzî, revandin û talandin wiha ye:

Di 31’ê Gulanê de

Artêşa Tirkiyê û komên çekdar yên girêdayî wê, avêtin ser malên welatiyên gundên Kefer Sefra, Dêr Belût û Hecîlerê yên girêdayî herêma Cindirêsê ya Efrînê û sê welatî bi navê Hisên Hec Ebdo, Ednan Hesen û Ebdulah Xelîl Murad revandin û birin cihekî ne diyar.

Piştî ku MÎT ê Tirk gundê Kîmar û Berad a girêdayî navçeya Şêriwa ya Efrînê dorpêç kirin bi deha zarokên gund revandin û malbatên kurd jê dexistin û li şûna wan 50 malbatên ji Xutayê tê de bicih kirin.

Artêşa Tirk di nava bajarê Efrînê de belge belav dikin ji bo ku gel tevlî polîsê bibin û li bajarê Marî tevlîbûna polîs dinivîsînin.

Li gorî çavkaniyan çekdarên girêdayî dewleta Tirk mezreyên zeytûnan ya xelkê gundê Cindirêsê heldêr dikin û li pêkerên dîrokî digerin, bi hin vîdiyoyan de hate dîtin ku çawa mezreyan xera dikin. Mezra yên welatiyên bi navê: Ebdû Murad Ehmed , Mihemed Henan Zelo , Bekîr Heto , Murad Ebû Nebî , Îbiş Zelo, Mihemed Henan Şêxê.

Di 1’ê Pûşbirê de

Di çarçoveya guhertina damografî ya li herêmê ku ji aliyê Rûsiya û Tirkiyê de pêk tê, artêşa Tirk 40 malbatên din ên çeteyan li gundê Kaxurê yê navçeya Mabata ya Efrînê bi cih kirin. Her wiha artêşa Tirkiyê û komên girêdayî wê ne hiştin ku 100 ji xelkê Xutayê vegerin malên xwe .

Artêşa Tirk û çekdarên girêdayî wê li Efrînê di encama êrîşê de jin û zarok jî di nav de 5 welatiyên ereb ên ji eşîreya Bûbena qetil kirin.

Şervanên YPG’ê li gundê Qurtqulaqê û Meryemîn ya herêma Efrînê 2 çalakiyên cûda li dijî bargehên Artêşa Tirk û çekdarên ASA lidar xistin. Di encamê de gelek kuştî û birîndarên artêş û çekdarên Tirkiyê çêbû.

Di 2’ê Pûşbirê de

Artêşa Tirk û çekdarên ASA yên girêdayî wê 5 welatiyên sivîl bi navê Cuma Kemal Resolo, Mûsa Nebî yê 32 salî ji gundê Ceqela Cumê, Deştî Îso yê 40 salî û Ebdulrehman Bermece (Ebû Helpçe) yê 35 salî ji gundê Kefer Sefrê ye li Efrînê revandin û wan birin cihên ne diyar.

Di 3’ê Pûşbirê de

Erebeyek li navçeya Eyn Îsa ya kantona Girê Spî teqiya. Di encamê de tu ziyanên canî pêk ne hat.

Hat diyarkirin ku waliyê parêzgeha Hatay “Îskenderon ” li Tirkiyê derasa şandin bajarê Efrîn ji bo musimê genim ê welatiyên Efrîn desteser bikin piştî dagirkeriya Tirkiyê ji herêmê re. Ku genim derbasî Tirkî dikin. Welatiyên herêmê nikarîbûn herin ser zeviyên xwe ji ber istixbaratê Tirkiyê û çeteyên girêdayî wê qedexe kiribûn.

Di 4’ê Pûşbirê de

Artêşa Tirk malên sivîlan li navçeya Serêkaniyê ya kantona Hesekê gulebaran kirin. Di encamê de welatiyek birîndar bû û ziyanên madî çêbûn.

Li gorî çalakvanan dibêjin ku girûpa Ehrar El-şerqiyê ya bi ser artêşa azad ve ye, dest daniye ser xaniyên xelkê li navşeya Reco ya Efrînê û her roj binpêkirinên mîna dizî û girtina welatiyan bi armanca standina peran li hember serbestkirinê, berdewam dike. Her wiha ji ber tirsê jî xelk nikare kiryarên wan çekdaran bînin ser ziman.

Hat diyarkirin ku girupên çekdar ên girêdayî Dewleta Turkiyê danê şevê li kolanên bajarê Efrînê diziya xetên eletrîkê dikin.

Hate eşkerkirin ku Zuhêr El_Dîn ji gundê Hêkiçé , şufêrtiyê dike, ajanekî rêveberiya grupa Sultan Murad e û destê wî di revandina sivîl, destserkirina ser malan û erdên çandiniyê heye û hîn jî kiriyarên xwe berdewam dike.

Çavakniyan diyar kir ku çekdarên girêdayî artêşa Tirkiyê gule avêtin wênesaz Buharîn Bêrîno ji gundê Mêrika ya girêdayî Mebetilî ya Efrînê, li ser benda kontrolê li Efrîn. Pêve girêdayî ye ku ta niha rewşa wê nehaitye zelalkirin.

Di 5’ê Pûşbirê de

Çavkaniyan diyar kirin ku komên çekdar ên Tirkiyê ciwanê kurd ê bi navê Ferhad Hebîb beriya 25 rojan revandin bi hinceta ku wêneya sêlfî li pêşiya dukan xwe girtiye.

Girûpên çekdar li bajarê Efrînê Arma li ser perwerda ola Islamî û çilên dirêj ji bo jina li kolanan ve dadilqînin.

Welatiyê gundewarê navçeya Şeran ya herêma Efrînê xwepêşandan li pêşiya navenda ploîs li dijî kiriyarên Dewleta Turkiyê û komên girêdayî wê lidar xistin, daxwaza sekinandina kiriyar, dizî û revandinê kirin.

Di 6’ê Pûşbirê de

Artêşa Tirk gundê Elî Şar ê Kobanê gulebaran kir, bi vê yekê xwest ku tirsê bixe nav welatiyên herêmê de.

Artêşa Tirk û komên ASA yên girêdayî wê avahiya Navenda Yekîtiya Êzdiyan a bajarê Efrînê teqandin û baregehên xwe yên li Efrînê xurt dikin.

Li gorî çavkaniyên tekez kirî çeteyê bi navê Raqî El Fetirawî her demê pirpogenda ji fikirê El Qa’idê re li mizgeftên Efrîn dike.

Girûpên çekdar yên girêdayî Tirkiyê 8 welatiyên kurd ji gundê Gurzelê ya girêdayî navçeya Şêrewa ya Efrînê revandin: Hesen Qêcî , Xebat Qêcî , Mezlûm Qêcî , Cuma Qêcî , Husên Qêcî , Ebdo Osman Wbdo , Mustefa Mehmud û Nezmî Remzî Kênco

Li gorî çavkaniyên tekez kirî çeteyên girêdayî artêşa Tirk dengbêjeke kurd ji gundê Şiya ya Efrînê bi navê Ehmed Nesan û birayê wî Mihemed Nesan ji pêşiya dikana wan ji navenda Efrîn û wan birin cihekî ne diyar.

Êrîşên DAIŞ’ê:

Di 5’ê Pûşbirê de

Şervanên QSD’ê herêmek bi qasî 4 kîlometreyan ji çeteyên DAIŞ’ê rizgarkirin. Bi vê yekê di navbera şervanên QSD’ê û bajaroka Dişîşa de tenê 25 kîlomet maye.

Şervanên QSD‘ê ragihand ku girûpeke ji 4 çeteyan êrîşî nûqteyên şervanên wan ên li bajarê Reqayê kirin, di encama bersivdayîna şervanan de 3 çete hatin kuştin û yê din jî birîndar bû.

Şervanên QSD‘ê gundê Daşîa yê gundewarê Dêra Zorê ji çeteyên DAIŞ‘ê de ji du milan ve nêzî 4 kîlometre pêş ketin û gundê Fekê û 3 merze rizgar kirin.

Di 6’ê Pûşbirê de

Hêzên Ewlekariya Hindirîn a Reqayê şaneyek razayî ya DAIŞ’ê ku dixwest li bajar tevliheviyê derbixe bê bandor kir.

Li gundê El-Cibûr û El-Bûhesbûn ên girêdayî bajaroka Dişîşa ya gundewarê Dêra Zorê di navbera şervanaên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de şerên giran rû didin. Şervanên QSD’ê ji aliyê bakur ve 8 kîlometir nêzî Dişîşa bûne.

09.06.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً