LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Rojhilata Navîn di Qûnaxa Parvekirina Sîstema herêmî de

Rojhilata Navîn di Qûnaxa Parvekirina Sîstema herêmî de

Piştî pêvajoya bi dawyîbûna çeteyên DAIŞ’ê li Sûrî û Iraqê êdî siyaset û pilanên nû derdikevin holê, her hêz di nava pêşbirkê de ne û dixwazin destihlatdarî û berjewndiyên xwe di nava Rojhelata Navîn û bi taybetî li Sûrî yê de bidin meşandin. Di vê pêvajoyê de êdî hêzên ku xwedî serwerî ne tevî ku di gelek mijaran de li dijî hevin û berjewndiyên wan bi hevre nabe yek lê ketin nava liv û tegerê de da ku bi hevre itîfaqên istraticîk û dem dirêj, ku bibe sedema guhertina neqşe û dayîna siyaseta Rojhilata Navîn ya nû.

Di nava şerê ku neha li Sûriyê diqewme gelek hêzên Biyanî cihê xwe digrin û dibin cihê biryar û guhertinan di hevsengiyan de, ji nav van hêza ku xwedî bandorin : Emerîka, Rûsiya , Îran , Huzib Elah û Tirkiyê. Di dîroka van hêzan de tu car itfaqên istraticîc çênebûye û di her pêvajoyê de di nava nakokiyan de ne, lê ji bo rewşa Sûrî û bi taybet destkeftyên hêzên kurdî li bakurê Sûrî ku niha ev heremên bakurê Sûrî piranî ji çeteyên DAIŞ ê paqijkirine û bi avakirina pirojeya Fedraliya Bakurê Sûrî ku ev Fedralî ne li gorî bercewndiyên van hêzan e, her wiha ji % 70 ji aboriya Sûrî di destê kurdan de ye, û ji %26 ji axa Sûrî di detê wan de ye, lewma ji bo vê hermane istraticik ku neha kurd rêvberya wê dikin û buya bingeh ji aborî û hevsengiyên siyaseta Sûrî re û ji bo wê jî ev hêz dest bi pilan û itfaqên istraticîk kirine.

Pilan û Itfaqên li ser percebûna Sûrî û di nav de Rojava:

Destpêkirina itfaqan di navbera hêzên desthilatdar ji perçebûna di navbera Emerîka û Rûsiya ya hermên Rojava û Rojhelatî cemê Firatê destpêkir, Rûsiya cihê xwe li Rojava yê cemê Firatê girt û dixwaze xwe lê mayinde bike. Ev yek ji sala 2015 an pêk tê dema ku Beşar El-Esed ji Rûsiya xwest ku piştgirya Sûrî bike . Di heman demê de Emerîka li Rojhilatî cemê Firatê dimîne û hebûna xwe bi şerê li dijî DAIŞ ê rewa dike. Piştî vê itfaqê Rûsiya û dewleta Tirk ketin nava liv û tevgerê de ji bo herema Idlib, Efrîn û hin hermên ku hêzên qaşo opozisyonin lê bi cih dibin.

Di heman demê de dewleta Rûsiya yê da ku nakokiyên di nava hêzên NATO Yê de kûr bike dest bi itfaqên bi Tirkiyê re kir di riya hevdîtinê Astaniyê de. Rûsya-Tirkiye û Îranê di hevpeymana Astanayê de li ser herêmên kêmkirina şer ″Idlib, Xûtaya rojhilat, Dera û Quneytira″ li hev kirin. Ev herêm wekî herêmên bi ewle hatin nîşandan.

Herêmên kêmkirina şer ji aliyê artêşa Sûriyeyê ve, rastî operasyonên leşkerî yên dijwar hatin. Ji ber vê sedemê komên çete û malbatên wan li herêmên Bakurê Sûriyeyê (Cerablus, Bab û Efrînê) hatin bicihkirin. Lê sedema sereke ew bû ku dewleta Tirk xwest ku herêmên kêmkirina şer bifiroşe Rûsyayê, da Rûsya destûr bide ku Tirkiye herêma Efrînê dagir bike û projeya demokrasiyê derb bike. 

Piştî itfaqa di navbera Rûsiya û Tirkiyê de Efrîn hat dagirkirin ji aliyê Tirkiyê û çeteyên wê ve û beyî ku tu dewlet dengê xwe bike, piştî vê yekê Tirkiyê xwest ku hin gavên nû bavêje ta ku kurdan ne tenê ji Efrîn valabike lê xwestin ku ji tevayî hermên Şehba û Minbicê jî derxîne, û bi vê yekê dest bi itfaqên bi Rûsiya re kir ta ku Til Rifet radestî Tirkiyê were kirin û di heman demê dest bi gefên li ser Minbic kir û rê li pêşiya hevdîtinin bi Emerîka re kir ta ku Minbic dagir bike.

Ji nav armanc û pilanên hêzên navnetewî li Sûrî:

  1. Tunekirina hêzên Sunî (Daîş, Artêşa Azad) bi destê hêzên Kurdî ji milekî û hêzîn Şîyî (Îran û Huzbula) ji milekî din ve.

  2. Lewazkirina rola Dewletên ku xwedî li mezheba Sunî derdikevin (Turkiyê) û Îran a ku xwedî li mezheba Şîyî derdikeve, di heman demê de wan li beramberî hevdû wan bidin şerkirin û lewaz kirin.

Bi derbasbuna van qunaxan mijarê derxistina Îran ji Sûriyê destpêkiriye û herwiha jî hin hêz dixwazin ku hêzên kurdî lewaz bikin û derbeykê lêxin, mîna êrîşa li ser Kerkûk û Efrînê .

Pilana Tirkiya yê li ser Minbic :

Piştî dagirkirina dewleta Tirk ji hermên Bab, Ezaz û Cerblus re dest bi pilan û êrîşa li ser Minbicê kir, dewleta Tirk dema ku dît hêzên QSD ê bajarê Minbic rizgarkirin dest bi êrîşên leşkerî û hevdîtin û pilanên xwe kir. Herma Minbic ya Istraticik ji dema rizgarkirina wê ta neha ji bo dewleta Tirk hedefe. Lê ji destpêkê ve bermaberî derbasbûna wê ya Minbicê Emerîka helwest nişan dida ku nabe Tirkiyê êrîşî Minbic bike. Li gor ku diyar dibe piştî dagirkieina Efrîn neha hin pilanên cuda li ser Minbicê tê niqaşkirin, ev pilan li gorî serok erkanê Tirkiyê Xelûsî Ekar ku wê hevpeymanî di navbera Tirkiyê û Emerîka de were çêkirin û wê 11 xalên hevbeş yê çavdêryê ji herdû hêzan pêk were û ev xal wê 6 girêdayî Emerîka be û 5 xal girêdayî Tirkiyê bin, derbarê vê mijarê de ta neha ji aliyê Emerîka de nehatye piştrastkirin û dibêjin ku tu itfaq tune ye.

Lê tiştên ku derdikeve pêş neha hevdîtin di navbera herdû aliyan de çêdibe û tê gotin ku 9 hevdîtinhatina çêkirin û di nav de niqaş li ser Minbicê hatye kirine û li gorî agahiyan ku li Waşintonê di navbera wezîrê karê derve yê Emerîka û Tirkiyê de hevdîtin ji bo mijara rewşa Sûrî bi gişti û bi taybet bajarê Minbic hate lidarxistin .

Di nava siyaseta Emerîka û tevayî hêzên desthilatdar de bercewndî li pêşiya her tiştî ye, û riya niqaşan ji bo xwe her dem vekirî dihêlin. Tirkiyê di vê demê de ji ber ku hilbjartin mijara wê ya serke ye û dixwaze ku van hilbjartinan bi ser bixe li riyên cuda digere, ji nav riyên ku AKP dipejrîne ewe ku berê gelê Tirkiyê bide ji dervey welat ta ku lewaztya xwe veşêre, ji bo vê yekê neha Tirkiyê piropoxanda xwe dike di riya êrîşên li ser Qendîl, başûrê kurdistan û hermên bakurê Sûrî û bi taybet Minbicê û di riya van re AKP dixwaze moral ji bo hilbjartinan xurt bike ta ku serkeftinekê bi xwere bîne.

Neha li gor ku xuya dike her hêz ji bo Minibcê hin hisaban dike: Emerîka di nava Minbicê de cihê xwe digre û neha hebûna xwe li Minbic rê li pêşiya Rûsiya û Îran digre. Tirkiyê dixwaze ku hebûna kurdan li Rojava yê cemê Firatê tune bike û hêzên YPG ji Minbicê derxîne ta ku pirojeya demoqrasiya derbe bike. Di heman demê Minbic ji bo kurdan nefsa serke hi bo hermên Şehba û Efrîne. Di vê qonaxê de Tirkiyê dixwaze gavan bavêje û di nava ihtmalên heyî de ev derdikeve pêş, Emerîka rê nade ku Tirkiyê mudaxla Minbic bike ji bo ku hêza wê lewaz neke, di heman demê naxwaze hêzên QSD ê ji xwe dûr bixe, lê ji aliyekî din ve ji bo ku Tirkiyê razî bike dibêjin ku wê xalên çavdêryê hevbeş avabikin û tenê wê rêvberya sivîl Minbic birêve bibe û YPG xwe jê bikşine.

Pilana Rûsiya û Tirkiyê li ser Til Rifetê:

Li gorî ku hate ragihandin di 02 hizêrana 2018 an de Rusiya yê pêşniyar kiriye ku bajarê Til Rifetê ji bo artêşa Tirkiya yê were rasdest kirin, Di heman demê de hat ragihandin ku beramberî radestkirina herêma Til Rifetê ji Tirkiya yê re, pêwîste ku çekdarên opesiyona Sûriya yê ji hin navçe û gundewarê Idlibê û Lazqiyê derkevin. Li ser mijara Til Rifet ev demke di nava niqaşan de ye, Rûsiya dixwaze vê itfaqê bike lê Îran ji bo parastina Nubil û Zehra li dijî wê derdikeve û sedema têkçûna itfaqê İran û Rêjîma Sûrî bûn. Lê neha tê gotin ku hêzên Îranî wê xwe ji hermên Til Rifet bikşînin , mjara derketina Îran ihtmal heye ku ji ber zexta Rûsiya li ser Îanê li herêma Til Rifet be, ji aliyekî din ve jî îran rastî êrîşên ji aliyê Israyil û Emerîka ve tê lewma ev zexta li ser wê dibe ku hin guhertinên wekî mecbûrî ji bo tevgera Îran pêş bixe. Di heman demê de tê gotin ku hêzên Îranî wê xwe ji herêma Til Rifet vekişînin û hêza xwe komî ser hev bike û li hin navçe û gundewarên Idlibê û Lazqiyê bimîne û pêşniyara Rûsiya yê pêk werîne, lê di daxuyaniya Îran de ev yek hat redkirin ku nabe Rûsiya pêşniyaran ji bo hebûna me li Sûrî bike, ev daxuyanî nakokiyên kûr di navbera herdû aliyan nişan dide û Îran naxwaze xwe bikşîne lê zextek navdewletî jî li ser wê heye.

Her weha çawa ku Rûsiya yê Efrîn beramberî Xûta ji bo Tirkiyê da, niha jî dibe ku herema Til Rifet beramberî gundewarê Idlibê û Lazqiyê bide jî , ku ji niha de rûsiya yê û tirkiya yê dest bi itîfaqan û hevdîtinan kirine û yek ji van hevdîtinan ku de 02 hezêrana 2018 an de di navbera Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê û Tirkiyê li Enqereyê paytexta Tirkiyeyê li ser mijara Sûriya yê nîqaş hate lidarxistin.

Derbasbûna koalisyona Erebî ji Sûrî û nakokiyên bi Tirkiyê re :

Piştî derbasbûna Tirkiyê ji xaka Iraq û Sûriyê re, hewldanên Tirkiyê ku car din imbratorya Osmanî vegerîne û Erdoxan xwe wekî nûnerê islamê yê serke nişan bide hin dewletê Erebî wekî erbistana Sudî, Misir û Imrat hin gavên cidî davêjin ta ku Tirkiyê ji hermên erbî derxîne.

Di heman demê de siyaseta Tirkiyê li hermê ewe ku ji nakokiyên di navbera dewletên erban de fayde bigre û di riya van nakokiyan re derbasî welatê wan bibe.

Lê di van herdû salên dawî de nakokî di navbera hêzên erebî û dewleta Tirk de zêdebûna û bi taybet piştî ku dewleta Tirk beşek ji xaka Sûrî dagirkir.

Di navbera Tirkiyê û erbistana Sûdî de itfaq hebûn ku bi hevre alîkarbin li Sûrî, lê ev yek ji aliyê Rûsiya û Îran ve nehat qebûl kirin û pilan hat seknandin, di heman demê de ji bo ku Tirkiyê car din bandora xwe li hermê çêke ket nava pilanan de bi Rûsiya û Îran re lewma ev ne li gor bayê Erbistana Sûdî û hin dewletên erban hat û bû gava destpêkê ji nakokiyan, di heman demê de pirsgirêka di navbera Qeter û Erbistana Sûdî û hin dewletên din Tirkiyê xwest ku di navbera wan de gavan bavêje lê piştî ku Tirkiyê leşkerên xwe şand Qeter êdî hilfê Sudyê rastya Tirkan naskir.

Ji bilî tevgera leşkerî ya Tirkiyê di nav welatên erban de li ser ragihandinê û di nava aborya welatên erban de jî tevgera wê hebû, mîna belavkirina filmên Tirkî û piropoxanda ji bazirganiya Tirkî re û di riya wan re paqijkirina sûretê Tirkiyê di nav welatên erban de, lê bi tevgera Erbistana Sudî û Imrat li dijî siyaseta Tirkiyê gavên hişik li dijî aborî û ragihandina Tirkiyê jî hat kirin mîna qedxekirina filmên Tirkî, di heman demê wekî gava li dijî Tirkiyê hat kirin civîna di navbera berpirsên erban de li Erbistana Sudiyê ku têde niqaş li ser dagirkerya Tirkiyê li Efrîn kirin lewma nakokî hin kurtir kirin.

Girêdayî vê mijarê Emerîka ji bo hebûna xwe li Sûrî dewma bike ji erbsitana Sudî welatên erban piştgirî xwest, û ev yek bi hatina şanda Erbistana Sudî, Imarat, Misir û Urdin encam girt. Sedema xwestina Emerîka bi derbasbûna kwalisyona erban ji bo Sûrî ewe ku piştgirya aborî ji van welatan bigre, kwalisyona erebî li pêşiya hilala Şiya biskine, di heman demê de bercewndiyê vê koalisyonê ewe ku gavên Tirkiyê li Sûrî rastîne û bikarbe hebûna İran jî qelis bike.

Ihtîmalên bûyerên ku di navbera van hêzan de çêbibin :

Li gorî pêvajoya nû ya ku xuya dike, hin ihtmal û itfaqên nû di navbera hêzan de derdikeve pêş ji nav van ihtmal û pilanên heyî:

  1. Di dema pêşiya me de wê hêzên wekî Emerîka, Rûsiya û Israyîl hin zêdetir li Sûrî zextê li ser Îran bikin ta ku hêza xwe bikşîne.

  2. Emerîka dixwaze kwlisyona erebî li Sûrî avabike û ev kowalisyona ji Sudîyê, Imarat û Misir pêk tê û li gor ku xuya dibe wê di dema pêş de ev hêz têkve dewrê de û ihtmale hin oprasyonan bi QSDê re pêkbîne û zêdetir xwe li hermên erban bi cih bike.

  3. Pêvajoya tune kirine komên çeta yên girêdayî qaşo opozisyona Sûrî wê ji aliyê Rûsiya dewam bike.

  4. Wê pirojeyên derxistina Komên girêdayî opozisyonê ji Dera were destpêkirin, û ihtamle yan bi itfaq yan jî bi oprasyonekê be.

  5. Li gor ku diyar dibe ji aliyê her hêzên heremî û Hêzên navdewletî zextê li ser Tirkiyê dikin lewma dibe ku di vê pêvajoyê de gavên cidî li dijî hebûna Tirkiyê li Sûrî were destpêkirin.

    ( Sema Rênas)

12.06.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً