LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / DAIŞ di şerê Sûriyê de û destanên QSD’ê li dijî wê

DAIŞ di şerê Sûriyê de û destanên QSD’ê li dijî wê

Di Adara 2003’an de Amerîka bi hinceta hewandina Iraqê ji çekên Kîmyasal re êrîşî Iraqê kir. Lewra li Iraqê şerê Mezhebî, navxweyî û Taifî da destpêkirin. Pêve girêdayî ye ku fikirên cûr becûr li Iraqê rû dan. Her wiha rewşa ewlekariya welat lawaz ma. Lewra rêxiatina El Qa’îdê ji vê yekê sûd wergirt. Qa’îdê li Iraqê kete nava liv û tevgerê de da ku xwe bi rêxistin bike. Rêxistina Qa’îdê li Iraqê bi serkêşiya Ebû Mis’eb El Zerqawî di bin navê Cîhadê de şerê Amerîkayê îlankir. Lê di sala 2006’an de serkêşê wê di êrîşek esmanî ya Iraqê û Amerîkayê hate kuştin.

Hêjayî gotinê ye ku Qa’îdê bi kuştina Zerqawî kete qûnaxek din. Ji ber ku yê kete şûna Zerqawî û rêxiatina Qa’îdê li Iraqê birêvebir ew Ebû Bekir El Bexdadî bû. Bexdadî piştî demekê ji serkêşiya Qa’îdê jê veqetiya û herketek din bi navê ‘’Dewleta Islamî li Iraqê’’ îlankir. Lê piştî destpêkirina şoreşa buhara gelan li seranserî rojhilata navîn de, gelê ku himberî desthilatdarî û sîstema dewletê derketin xwstin ku bibin bersiv ji civakê re lê di destê wan de tu piroje tune bû. Lewra valahiyek derkete holê. Ev yek bû sedema rû dana fikirên Islamî ya radîkal. Her wiha xwe di nav civakê de birêxistin kir.

Hêzên ku ji DAIŞ ê û şerê Sûriyê sûd girtin:

Bi rû dana hêza terorîst DAIŞ’ê li Iraq û Sûriyê gelek hêza ji vê yekê Sûd girt, da ku derbasî axa Sûriyê bibin. Her wiha dewletên hegemonîk di nav de Tirkiyê û Îran piştgiriya hêzen cûda li Sûriyê kirin. Bi armanca pêkanîna berjewendiyên dewletên xwe. Mîna:

Tirkiyê: Dewleta Tirkiyê piştgiriya DAIŞ’ê kir. Tirkiyê di riya dagirkeriyê bi taybet li Sûriyê

û Iraqê de, xwest ku xeyalê Impiratoriya Osmanî jîn bike.

Her wiha dewleta Tirkiyê bi rêbazên cûrbecûr peştigiriya DAIŞ’ê kir. Tirkiyê deriyê sînorê xwe ji çeteyên ku ji Ewrupayê ber bi Sûrî û rojhilata navîn dihatin, vedikir. Her wiha ev yek li ser gelek ragihandina cîhanê hate tekez kirin. Hêjayî gotinê ye ku armanca Tirkiyê ya Sereke ji derbasbûn DAIŞ ji Sûriyê re, ku rê li hembere pêşketinê Hêzên kurdî li bakirê Sûriyê bigire. Lê pîlanê Tirkiyê li herêmên bin serweriya hêzên Kurdî têk çû. Bi taybet li Kobanê ev yek hate xuyakirin ku çawa dewleta Tirkiyê deriyê sînorê xwe yê li ser kobanê ji DAIŞ’ê re vekir da ku herêmê dagirbike, lê planê wê vala derket.

Lewra dewleta Tirkiyê hewl da ku rêbazekî dîtir derbasî bakurê Sûriyê bibe. Lê vê carê di bin navê şerê dijî DAIŞ li gundewarê Helebê. Di encam de gundewarê Helebê radestî komên ASA yên piştgiriya xwe ji Tirkiyê digirin, hate kirin. Hêjayî gotinê ye ku herî dawî artêşa Tirkiyê û komên ASA derbasî herêma Efrînê bûn. Tirkiyê dagirkeriya xwe ji axa bakûrê Sûriyê re di bin idîaya şerê terorê û parastina sînorê xwe kir.

Rûsya: Di 30’ê Îlona 2015’an de Rûsiya biryara derbasbûna Sûriyê da. Her wiha da xuyakirin ku ev yek li ser xwesteka rêjîma Sûriyê de da ku bi hevkariya rêjîma Sûriyê re şerê terorê bike derbas bû. Lê armanaca wê ji vê gavê ewe:

1- Bi derbasbûna Rûsiya ji Sûriyê re dê Sûrî bibe dewleta 4’mîn ji kirîna çekên Rûsî re.

2- Rûsiya li ser ava Deriya Sipî ya startîjîk bargeha Himêmîm avakir. Bi vê yekê Rûsiya gava xwe li rojhilata navîn mayinde dike.

3- Di şerê li Lîbyayê Rûsya xwest ku rola wê di çareserkirina aloziya welat de hebe. Lê girtina biryara derbasbûna hêzên koalisyonê ji Lîbyare bû wek binketinekê jê re. Lewra hewl da ku ev yek li Sûriyê dûbare nebe. Ji ber vê yekê biryara derbasbûna Sûriyê zû da.

4- Herî dawî Rûsiya di giraniya istratîciya coxrafiya Sûriyê de ye. Bi teybet ku Sûrî li ser Deriya Sipî dikeve. Lewra Rûsiya zane ku ger xwe li berava deriya Sipî bicih bike dê deriyê bazirganiyê dikeve destê wê de.

Îran: Piştgiriya Îran ji rêjîma Sûriyê re da ku berjewendiyê xwe yên Şî’î li Sûriye biparezê. Her wiha Îran bi aîkariya partiya Xwedê ya Libnanî di bin navê alîkariya rêjîma Sûriyê di şerê terorê de, xwest ku piroja xwe ya kevana Şî’î bighîne serî.

Amerîka: Di 2013’an de dema ku DAIŞ êrîşî herêma Kobanê kir. Amerîka derbasî Sûriyê bû û bi hevkariya QSD’ê êrîşa DAIŞ’ê pûçkirin. Lê sedema sereke ji derbasbûn Amerîka ji Sûriyê re li ser van xala ye:

1- Peştî binketina siyaseta Amerîka li Îraqê, siyaseta wê li herêmê û di nav civaka Emrîkî de lawaz bû. Lewra di Sûriyê de derfet dît ku carek din xwe îfade bike.

2- Amerîka kete ferqê de ku dijminê wê yê sereke li rojhilata navîn Îran xwe li herêmê bi taybet li Sûriyê û Iraqê û hin dewletên dîtir re mîna Yemenê xwe bi hêzti dike. Lewra xwest ku li hember pêşketinê Îran û piroja wê ya kevana Şî’î raweste.

3- Amerîka xwest li Sûriyê şerê DAIŞ’ê bike da ku dibin kontrola wan de bimînin. Her wiha bi vê yekê dê li hemêber berfirehûbûna çalakiyê wan û bi taybet li Ewrupayê rawestin.

4- Dewletên Ewrupayê di nav de Amerîka de aboriya xwe li ser pêşesaziya çeka digire. Lewra bi şerê Sûriyê de di milê firotina çeka sûd girt.

5- Pêve girêdayî ye ku Amerîka û Rûsiya di pêşbirkê de ne ku kî ji wan rola wê di çareserkirina kirîzên dewletên dîtir re hebe. Ev yek bû sedem ku Amerîka derbasî Sûriyê bibe, lê bi hinceta şerê terorê de.

Berxwedana hêzên QSD’ê YPG/YPJ’ê li hember DAIŞ’ê:

Gelê Kurd li rojhilata navîn mafê wan ji ber dagirkerên erdê wê hatibû xwarin. Pêve girêdayî ku bi perçekirina axa Kurdistinê û dagirkerina 4 dewletan ji axa wê re, asîmalasyon bi serê wan de hate kirin. Lê di buhara gelan de gelê kurd li hember zilmê serî rakirin. Bi taybet ku piştî DAIŞ êrîşî herêmê wan kirin. Bi vê yekê xwestin erda wê careke din dagirbikin.

Dewleta Tirkiyê metirsiyek ji kurdên li ser xeta bakurê Sûriyê bicih dibûn, jiyandike. Tirkiyê ji avakirina dewletek kurdî li ser sînorê Tirkiyê ditirsiya. Lewra rê da DAIŞ’ê ku ji Tirkiyê êrîşî herêma Kobanê bike. Lê pîlanê wê têk çû ji ber ku hêzên QSD’ê û YPG/YPJ berxwedanek bê hempa li hermberî DAIŞ’ê li Kobanê dan.

Lê şoreşa Sûrî ji rastiya xwe ya azadî xwestin derket. Hêjayî gotinê ye ku ev yek bi destê dewletên derve hate kirin. Ku buharra gelan li gorî berjewendiyê welatê xwe biherikînin. Her wiha şerê Sûriyê ji azadî xwestin zîvirî şerê navxweyî . Lewma bû sedema ku li sûryê gelek hêz li gorî berjewendiyên dewletên derve ser erda Sûriyê bicih bibin, hate heiıkandin. Di nav de hêzên DAIŞ’ê ku li Sûrî û Iraq hin bajarên istraticîk kontrol kir.

Operasyona QSD, YPG û YPJ dijî DAIŞ li Reqqa û Dêra Zorê

Hêzên QSD’ê bi hevkariya koalisyona navdewltî bi serkêşiya Amerîka operasyona bi navê Xezeba Firatê dijî DAIŞ’ê li Reqayê ragihandin, di encamê de piştî berxwedanek bê hempa Reqa ji destê DAIŞ’ê hate rizgarkirin. Ev yekê bû sedem ku dengê gelê kurd bê hiskirin. Her wiha pirojeya bakurê Sûriyê hate eşkerkirin ku gelê Kurd, Ereb, Xiristiyan û Turkman dikarin herêmê xwe piparêzên û jiyanek hevbeş bihev re bijîn.

Pêve girêdayî ye ku piştî paqijkirina Reqqa ji DAIŞ’ê hêzên QSD’ê û Mecilsa Dêra Zorê ya leşkerî operasyona bi navê Bagira Cizîrê li dijî DAIŞ’ê li rojhilatê çemê Firatê ragihandin. Hêjayî gotinê ye ku operasyon serkeftî derbas dibe. Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk di 11’ê Pûşbirê de ragihand ku hêzên wan li gorî plana odeya operasyonê dimeşe.

Kurd û xwerexistinkirin piştî têkçûna DAIŞ’ê :

Bi serkefinên operasyonên YPG û QSD’ê, Amerîka gihişt baweriyekê ku tu hêz ji bilî hêzên kurdî nikare li hemberî terora DAIŞ’ê raweste. Lewra neçar ma ku hevpeymaniyekê li dijî DAIŞ’ê bi hêzên kurdî QSD û YPG’ê re deyne.

Di Sûriyê de pirojeya fedrasyona bakurê Sûriyê ya ku bang li biratiya gelan dike. Ku tê de hemû netew cih digire. Her wiha berxwedana hêzên kurdî YPG’ê di bin sîwana QSD’ê de li hemberî DAIŞ’ê ji cîhanê re bû nûmûne. Lê ji ber ku ev piroje nakeve bin xizmeta dewletên desthilatdar. Her wiha li dijî berjewendiyên wan in. lewra destekê nadin vê pirojê û ne wê didin qebûl kirin.

(Mizgîn Çiya)

13.06.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً