EFRÎN – Li gor agahiyên ji çavkaniyên heremê ragihandin çeteyên dewleta tirk a dagirker ji navçeya Marê hawanan êrîşê Til Rifat kirin û di encamê de du Efrînî yên sivîl birîndar bûn.
Çeteyên girêdayên dewleta tirk a dagirker roj namîne kiryarên cur bi cur bîne serê gelê Efrînê. Çeteyên ku her roj bi dizî, talanî, îşkence, revandin, tacîz, birîndarkirin, kuştin û herî dawî jî duh bi şewitandina zevî, bax û baxçeyên Efrîniyan, dikeve rojevê. Li gor agahiyên ji heremê ji me re ragihandî, çeteyên ku li navçeya Marê bi cih bûne, di seatên nîvro de hewanan êrîşê navçeya Til Rifat kirin. Hewanên ku xaniyan hingavtine, du kesên bi navê Mihemed Xilo, Rêber Mihemed Xilo ku ji Efrînê koçberê wir kiribûn, birîndar bûn. Her du birîndarên ku ji ser û lingên xwe birîndar bûn rakirin nexweşxaneya li gundê Fafî ya Şehbayê.
Hat gotin ku dermankirina her du birîndaran li nexweşxanê didome.
Hat diyarkirin ku du roj berê dîsa çeteyan ji heman cihî bi qezîfeyan Til Rifat bombebaran kiribûn û zirara madî çêbibû.
18.06.2018
Rojev24