LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Operasyona Qendîlê: Xewna desthildariya Erdogan e

Operasyona Qendîlê: Xewna desthildariya Erdogan e

Erdogan, destpêkirina ‘operasyona Qendîlê’ ragihandibû. Ji bo operasyonek wiha amadekariyek bi salan, xwedî hêzeke eskerî ya têr, tije û wêrek, leşkerê wê şer bike divê li ser mercên araziyê hakim be, hem jî bi taybetî piştî pêvajoya gengeşiya ku bi Rewşa Awarte (OHAL) re leşker xwedî moral û motîvasyon be. Lê niha em dibînin berovajê wê di nav artêşa tirk de (TSK) bê bawerî zêdeye, ev jî nîşan dide ku ne di pozîsyonekî ji şer re amade ye. Di Efrînê de çawa tê dîtin ya çeteyan dane pêş û her derî talan kiribûn. Li hemberê gerîlayê jî rewş cuda ye. Artêşa tirk li dijî gerîlayê jibilî teknîkekê pir mezin nikare şer bike, bi salane gerîlayên ku di herêma Qendîlê de wek navenda PKK’ê ye xwedî rê û rêbaz, tecrûbeyên şer ên mezin in, serweriya ser erd ku bûye terzê jiyana wan, eger em şert û mercên çiya û hêzên TSK a ku nikare şer bike ser zêde bikin, em dê rewşa rasteqîn bibînin. Tayîp Erdogan ê ku her dikeve tengaviyê serî li şer dide, vê ‘operasyonî’ jî dixwaze bike malê hilbijartinan. Lê evcarê çiqas di nav xapandin û şaşitiyek mezin de ye, hatiye asta korbûnê ku vê rastiyê nabîne.

Tirkiyeyekî ku di hêla aboriyê de têkçûyî û di qrîzekê mezin de ye hê ji operasyonekê berfireh re ne amade ye. Lê desthiladariya hikumeta AKP-MHP ku ji bo desthiladariya xwe winda neke wek çareya dawî serî li şer dayî ketiye halekê çewa dîde nîşandan. Ev lîstikekê Erdogan a ku dixwaze bi hişmendiya operasyonê deng zêdekirin, hilbijirên bêbiryar bi alê xwe ve bişemitîne û dengên nijadperestan girtin, nijadperestiya tirk a şoven belavkirin e. Qendîl, heremekê ku bi salane amadekarî û cihwarê gerîlayan e. Ne tenê wek heremekê , di heman demî de sembolek îfade dike. Xwedî cihek stratejîk, di herêma sînor a Iraq, Îran û Tirkiyê de dimîne. ‘Operasyonek’ a li ser vir di heman demî tê wateya dagirkirina axa du welatan jî. Desteknedayîna îranê ya vê operasyonî jî em dikarin di vê çerçoveyî de binirxînin. Di heman demî de daxuyaniya Serokwezîrê Iraqê Ebadî ya “Divê rêz ji serweriya Iraqê re bê girtin” nîşaneya bertekdayîna êrîşekê îhtîmal e.

Ya din jî tenê ser Qendîlê êrîşên hewayî pêk tên e. Tayîp Erdogan di daxuyaniyên xwe de diyar dike ku wan hedefên aîdê PKK’ê daye û îmha kirine. Lê heremekî ku te di bejahiyê de neketibiyê ne mimkune tu di şer de serweriyê bi dest bixî. AKP jî baş di firqa vê yekê de ye. Tenê bi êrîşên hewayî û bi nîşandana çend dîmenan dixwaze rêjeya dengê xwe bilind bike. Ev jî rastiyeke ku eger êrîşên hewayî û balafirên keşfê tunebin îtîfaqa AKP-MHP tu hêza wan a şerkirinê tune ye. Ev jî jixwe bi tedbîrên gerîlayan vala derdikevin, lewra êdî li hemberê êrîşên hewayî hêzên gerîla bi deh salane herema ku têde ne bi tedbîrên girtî dikarin xwe biparêzin. Êrîşên hewayî ya ji tîrmeha 2015’an ve tên kirin zirarek mezin daye aboriya Tirkiyê. Zeyîfbûna aboriyê kes nikari ji êrîşên hewayî serbûxwe dest bigire. Ew butçeya (mesrûfa) ne ji bo aramiya welat, ji bo şer û rijandina xwînê veqetandiye, di aboriya welat de ketinek cidî dike û di pêvajoya pêş de jî bibe sedema temamî hilweşandinê. Lewra maliyeta rabûna her balafirekî û mesrûfa pêkanîna her komkujiyekî ya di bin navê parastina Tirkiyê de pêk tînin pir bilindin. Ev jî bandorê li ser zêdebûna enflasyona welat dike. Rabûna her balafirekî şer (F-16) nêzî 300 hezar lîreya tirk (navginî 75.000 dolar) dike-yanî balafirek şer rabûna wê, seatek li hewa bimîne, du bombe jî bavêje milyonek dolar dike-. Eger em li ser vê her roj rabûna gelek balafiran hesab bikin mesrûfek gelek mezin derdikeve holê. Jixwe em her roj di daxuyaniyan de dibihîsin ku Tirkiye di hêla pêşketina aboriyê de pir zahmetiyan dikşîne û ketiye ber seqaretê. Bi kurt û kurmancî ji bo AKP ‘operasyonek berfireh’ karibe bike divê hê gelek rê bimeşe.

Di qada navneteweyî de Amerîka piştgiriyê bide vê operasyona îhtîmal jî dijbertiya Îranê wê karê Tirkiyê pir zahmet bike. Ji bo karibe bi gerîlayên li ser sînorê Îranê şer bike pêwîstî bi alîkariya hêzên Îranê heye. Dîsa di heremê de pêwîstî bi alîkariya hêzekê din jî heye ew jî pêşmergeyên PDK û YNK’ê ye. Ji pêşmergeyan alîkarî negire ne mimkûne bi ser bikeve. Eger ev komên kurd piştgiriyê bidin operasyona Tirkiyê, dê bangewaziya PKK’ê ya bi salana ji bo Kongreya Neteweyiya Kurd li wan tê kirin wê vala derbixin û malbata Barzanî ya piştî referanduma ku AKP hember derketibû, Kerkûk û îtîbara heyî winda kiribû dê aşkere bibe ku ji bo AKP’ê dixebite. Di vê mijarî de helwesta PDK û YNK’ê xwedî girîngiyek mezin e. Di pêvajoya dagirkirina Efrînê de çewa helwestek zelal nîşan dabû bi heman hişmendî divê ji bo Qendîlê jî nîşan bide. Zîra hat dîtin ku di rojên bihorî de CNN dîmenên Qendîlê ji cihekî ku di bin qontrola PDK’ê de kişandibû. Ji aliyê MÎT’ê ve bi salane di qada Başûr de bi dehan baregeh ava kiriye û ji bo li ser vê axî serweriya xwe bike ji PDK’ê sûd wergirtiye. Ligel di rêjeyek de vê pêkanîbe jî yê dagirkirina van axan bisekinîne û bi dawî bike tekane hêz Tevgera Azadiyê ye û wê bike jî.

Çiqas li berxwe bidin jî dema em li tabloyê dinêrin Tayîp Erdogan û îtîfaqa bi aliyên nijadperest kiriye di vê pêvajoyî de pir şansê wan nîne. Hikumeta AKP’ê, di pêvajoya hilbijartinên 2015’an de û bi taybetî piştî darbeyê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bi polîtîkayên pêkûtî, zilim, girtin, îşkence û komkujî re li ser piyan mabû. Ligel hemû hewildanan hilbijartinên 24’ê hezîranê di Tirkiye û Kurdistanê de gelên demokratîk, şoreşger û azadîxwaz dê biryara valaderxistina vê siyasetê bidin. Ne pirsgirêkên Bekayê wê pirsgirêka desthiladariyê ji holê rabibe.

19.06.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً