EFRÎN – Piştî dagirkirina Efrînê komên çete yên girêdayên dewleta tirk zilm û zordariya li ser gelê Efrînê dikin, beranberê vê şervanên QSD’ê di pêşengtiya YPG/YPJ de çalakî li ser çalakî li ser noqteyên çeteyan pêk tînin. Hat zanîn ku şervanan di çerçoveya pêngava duyemîn de di nava hefteyekê de 8 çalakiyên bi bandor li ser çeteyan pêk anîne û hat destnîşankirin ku piraniya van çalakiyan li ser kesên zilm û zordariyê dikin hatine tespîtkirin pêk tê.
Piştî dagirkirina Efrînê, komên çete li ser talîmata dewleta tirk, polîtîkaya guherandina demografî, talanî, dizî, revandina mirovan, îşkence, zilm û zordarî, herî dawî jî dest bi şewitandina zevî, bax û bexçeyên gelê Efrînê dikin. Beranberê vê jî hêzên QSD’ê di pêşengtiya YPG/YPJ’ê de bi terzê gerîlatiyê di çerçoveya ‘Pêngava Duyemîn’ de çalakî li ser çalakiyan pêk tînin. Hat destnîşankirin ku piraniya çalakiyan li ser çeteyên ku taybet zilm û zordarî li ser gel dikin ji aliyê şervanan ve hatine tespîdkirin pêk tê.
Di nava hefteyekê de 8 çalakî hatin lidarxistin
Di çerçoveya pêngava duyemîn a Berxwedana Serdemê de li Efrîn û navçeyên wê yekîneyên YPG û YPJ’ê bi terzê gerîlatiyê tevdigerin, li dijî çete û leşkerên dewleta tirk çalakiyên bi bandor pêk tînin. Li gor agahiyan şervanan di nava hefteyekê de 8 çalakî yên cur bi cur li ser çeteyan pêk anîne. Hat gotin ku di encama van çalakiyan de gelek çete hatine kuştin û gelek jî birîndar bûne.
Çeteyên li gel zilm dikin tên tespîtkirin û…
Piştî dagirkirina Efrînê, çeteyan gelek revandin, îşkence, kuştin, birîndarkirin û herî dawî jî şewitandina zevî, bax û bexçeyên welatiyên Efrînê pêk tîne. Li ser vê yekê şervanên YPG/YPJ ev kesên di nava çeteyan ku bi taybet zilm û zordariya li ser gel dikin tespît dikin û çalakiyan pêk tîne. Şervanan ku tenê di nava hefteya dawî 8 çalakiyan pêk anîn, di nava van de yê herî bi bandor wiha ne;
Di şeva 13’ê hezîranê li ser riya di navbêra gundên Qîmarê û Beradê yên girêdayê navçeya Şêrawa, şervanan seyareyeke leşkerî ya koma çeteyên Firqet Hemze hedef girtin û di encama çalakiyê de seyare tevî 3 çeteyên tê de hate îmhakirin. Navên çeteyên ku hatine kuştin Mistefa El Ebdillah, Mihemed Xalid el Mehmûd (Cebel Zawiye), Ehmed Ebu Cerrah in. Hat zanîn ku ev çete yê herî zêde îşkence, revandin, talanî û şewitandina mal û milkên Efrîniyan kirine û hatine tespîdkirin piştî şopandinê çalakî hatiye lidarxistin.
Hat destnîşankirin ku rojek piştre di 14’ê hezîranê de ji aliyê yekîneyek din a şervanên YPG/YPJ’ê ve piştî şopandinê yekîneyek ji artêşa tirk û çeteyên girêdayên wê yên li gundê Xalta ya navenda bajarê Efrînê sekinîbûn bi awayekî bi bandor hatin hedefgirtin. Di encama çalakiyê de seyareyekê leşkerî hate îmhakirin, yek jê leşker herî kêm 12 çete hatin kuştin. Piştî çalakiyê seyareyekê zirxî ya ku xwest mudaxele bike ji alî yekîneya şervanan ve hate hedefgirtin û seyare tevî çeteyên têde hate îmhakirin. Hejmara çeteyên ku di seyareyê de hatin kuştin tam nehat zelalkirin.
Heta niha 2 hezar û 479 leşker û çete hatine kuştin
Li gor daxuyaniya QSD’ê, hejmara çete û leşkerên ku ji destpêka êrîşên dagirkirina Efrînê ya artêşa Tirk heya niha gihişt 2 hezar 479’an.
Li gor fermandarek ji yekîneyên YPG/YPJ ya di Efrînê de ji me re ragihand, ew dê çalakiyên xwe yên taybet ên li ser leşker û çeteyên ku zilm û zordariya li ser gel bike wê bên şopandin û bi çalakiyên taybet bêne cezakirin.
19.06.2018
Rojev24