MINBIC -Di şerê Sûriyê de yê ku zerarê dibîne gel e, welatiyên Sûriyê ji ber kutştin û rewşa xerab her carê berê xwe didin cihekî bi ewle. Koçberên ku li Minbicê dimînin li ser du kampan belavbûne. Her weha li gorî Buroya koçberan a Minbicê di nava bajar û gundewarê wê de hejmarek mezin a koçberên ji heremên Heleb, Hums, Reqa û Dêra zorê jî hene.
Di şerê Sûriyê de qeyranên mezin bi serê gelê wê de hat, ku di encama wê de bi milyonan koçberên Sûriyê niha li heremên Bakurê Sûriyê bi cih dibin û wekî devereke aram li wan hereman jiyana xwe bi zor û zehmemetî derbas dikin, ev yek di bin çavdêriya bi hezaran mûnezeneyên ku bangî mafê mirovan dikin de pêk tê. Yek ji herêmên ku bûne eniya koçberan bajarê Minbicê ye, ku ev bajar di nav xwe de du kampan dihewîne her weha di hemwelatiyên wê jî bi hezaran koçber hene. Bajarê Minbicê ku ji pêkhateyên Ereb, Kurd, Tirkman û Şerkes pêk tê û ji ber bûyîna cihekî aram ji bo koçberên heremên Sûriyê hejmara nifûsa wê gihişte 200 hezarî.
Li Sûriyê qeyranê çi bi xwe re anî, kî zerarê dibîne?
Piştî derbasbûna 7 salan li ser kirîza Sûriyê yê ku herî zêde zerar dîtiye zarok in, li gorî rapora ku ji aliyê mûnezemeya netewên Yekbûyî ya Zarokan a bi navê Unicef derketiye hate eşkere kirin ku zarokên li Sûriyê ji ber şerê 7 salan yê bê navber bandorên Pskolojîk, tenduristî, cehalet û tecnîd kirin û hwd anî. Li gorî agahiyên ku hatine kom kirin hate tekez kirin ku 13.1 milyon kes ku nîvê nifûsa cîhanê ye pêwîstiya wan bi alîkariyê heye, ku di nav de 5.3 milyon zarok in.
Her weha ji dervey xizaniya ku vê kirîzê bi xwe re anî, niha 6 milyon kes di nav de 2.8 zarok ji Sûriyê koçber bûne. Koçberên Sûriyê piraniya wan li heremên Bakuê Sûriyê û hin ji wan li welatên derdor wekî Urdin, Tirkiyê, Libnan, Iraq û Mesrê belav bûne û hejmara wan bi giştî 5.5 milyon e, ku di nav de 10 hezar zarok ji dervey malbatên xwe koçber bûne. Li gorî hejmara dawî ku derket hate eşkere kirin ku 400 hezar kes di şer de hatine kuştin. Grûpên çekdar ji koçberî û bê xwdî derketina li zarokan sûd girt, lewra hate zanîn ku ji aliyê komên çekdar ve 961 zarokên Sûriyê bi zorê hatine bi çek kirin. Ji ber dirêjahiya kirîza Sûriyê ji sedî 69 ji nifûsa Sûriyê di rewşeke xizantiyê de jiyan dikin, ku ji çareyê sê para gelê Sûriyê ava paqij ya vexwarinê mehrûme.
Ji veghertina Sûriyê ji meş û çalakiyên aştiyane û bi mûdaxeleya dewletên herêmî û navdewletî qadeke xwînê, li gorî belgeyên ku ji aliyê Çavdêriya Sûriyê ya mafê mirovan hatine derxistin de 353.935 kes hatine kuştin, ku di nav de 106.390 sivîlin û hejmara zarokan dighêje 19.811 û ya jinan jî 513.12 e.
Piştî koçberiyê çi dibe?
Ji ber binketina civîn û rêyên ji bo çarseriya kirîza Sûriyê welatiyên ku dikarîbûn xwe xelas bikin, ku me diyar kiribû li welatên derdor û rojavaî belav dibin di rewşên xerab de jiyan dikin. Li gorî agahiyên ku der heqê wan koçberan de hene, li Tirkiyê 3.3 milyon koçber, li Libnanê 1.5 koçber, li Urdinê 1.3 milyon koçber, li Iraqê 246 hezar û li Mesrê jî 126 hezar koçber bi cih dibin. Derbarê rewş û jiyana welatiyên Sûriyê de ji aliyê mûnezemeyan û aliyên têkildar ve tenê daxuyaniyên bîlançoyê têne dayîn, lê rewşa wan koçberan çi ye nayê pirsîn. Di encama lêkolînên ku derdikevin de hate zanîn ku piraniya koçberan ji wan welatan ve têne bikaranîn ku îro Sûriyê di encama vê yekê de bûye qada pevçûna komên çekdar û ya xerab jî şer veguheriye şerekî navxweyî di nava zarokên Sûriyê bi xwe de.
Ev di dengekî yê çekdarekî di nava opozisyonê de derket holê, çekdarê ku bi hevalên xwe re diaxive bang dike ku ew ji nava vê qirêjê derkevin û dibêje: Em perîşan bûn, karê me ne li Efrînê, Tirkiyê me kiriye.
Ji koçberiya Hundir 6 milyon koçber hene, Minbic qadeke tijî ye?
Yek ji heremên Sûriyê ku nêzî şerê dijwar bû û yek ji bajarên Sûriyê ku rastî dagikeriya her yek ji çeteyên DAIŞ û komên ASA hatibû, bajarê Minbicê yê Sûriyê ye ku ev bajar 80 km dûrî parêzgaha Helebê ye. Di Minbicê de koçber ji hemû heremên Sûriyê bi cih bûne. Koçber li ser du kampan, gundewar û navenda bajarê Minbicê belav bûne.
Rêvberiya Kampeya Şerqî ya li rojhilatî bajarê Minbicê Merwa ElQoca ragihand ku kampe ji 324 konan pêk tê, piraniya van koçberan ji gundê Meskena li başûrî parêzghea Humsê, û hin ji wan ji bajarê Dêra zorê, Reqayê, Heleb û navçeya Dêr hafil gundewarê rojhilatî Helebê ne. ElQoça agahî da û got: 1100 kes li vê kampeyê bi cih dibin û bi giştî hejmara malbatan 350 ye, pêwîstiya van koçberan bi madeyên xwarinê heye, hin mûnezeme ava paqijiyê peyda dikin û ji ber hejmara zêde a di kampê de nexweşiyên di nava zaroka de derdikevin. ElQoca da zanîn ku ji ber rewşa havînê nexweşiya (zikçûn,sorik, leşmanya an jî heba salê û mîktok) belav e.
Merwa Elqoça diyar kir ku bi hatina havînê nexweşî û rewşa koçberan zehmet bûye, ji aliyê mûnezemeyan ve jî alîkarî û desteka pêwîst nayê dayîn.
Di serdana me ya kampê de em rastî jineke bi navê Firyal ji Mesknê hatin. Firyal da zanîn ku ew 8 heyvin li kampê bi cih bûne û got: Ji ber ne imkaniya jiyanê li Meskena û rewşa şer em hatin li Minbicê bicihbûne. Firyal ku bê bav û dê ye, bi xwişk û birayê xwe re jiyana xwe berdewam dikin. Firyal destnîşan kir ku tevî hemû zehmetiyan ew li Minbicê rehetin û diyar kir ku rêvberiya kampê xizmetan pêk tîne, Firayl diyar kir ku pirsgirêka wan ya elketrîk heye.
Hêjayî gotinê ye ku di kampê de ji dervey konanên koçberan, konên taybet wekî fêrgeha zarokan, Intirnet û cihê sûhbetê heye.
Li gorî hejmara dawî ya koçberên ku li bajarê Minbicê dimînin de ji aliyê Buroya koçberan a Minbicê ve hate ragihandin ku koçberên niha li Minbicê dimînin di nava bajar de dighêje 18471 koçberî, koçberên li gundewarê wê ku di nava du kampan de dimînin yek rojava û yek jî rojhilatî bajar dighêje 7873 malabtî ku ji 56927 kesî ve pêk tê.
Buroyê diyar kir ku li gundewarê bajarê Minbicê hin komikên biçûk ên koçberan jî hene.
20.06.2018
Rojev24