EFRÎN – Li navenda Efrînê, komên çekdar yên girêdayî dewleta tirk, ji ber bijîşkek li hemberê wan derket hate kûştin. Li ser vê yekê gel derketin kolanan. Çekdaran, di ser gelê derketin kolanan reşandin û jinek jî hate qetilkirin.
Çekdarên di bin navê ASA yên girêdayî dewleta tirk ku roj namîne li Efrînê zilm û zordarî li ser sivîlan nake. Çekdar ku her roja diçe dizî, talanî, îşkence, revandin, şewitandin û kûştina sivîlan tê rojevê, di bûyera dawî de êdî sivîlên di Efrînê de dimînin bêzar bûn, li dijî çeteyan derketin kolanan.
Li gor agahiyên hatine bidestxistin ku, endamên komên çekdar çûn mala bijîşkê bi navê samî El-Ferac û xwestin mala wî vala bikin û bê ku tiştek ji malê derbixin derkevin. Hat diyarkirin ku ji ber bijîşk El-Ferac li hemberê vê yekê derdikeve di navbêra wî û çeteyan de nîqaş derket, di encamê de ji aliyê çeteyan ve hate gulebarankirin. Li gor agahiyan bûyera ku demek kurt de belav bû di serî de eşîra Bobenî û gelek kes hatin pêşiya malê û li dijî çeteyan bertek nîşan dan.
Çeteyan xwepêşandanê gulebaran kirin jinek hat qetilkirin
Di demek kurt de jin, zarok, ciwan û her kes tevlî vê xwepêşandanê bûn, dest bi avêtina sloganên “Em çeteyên kujer naxwazin”, “Dewleta tirk çeteyên xwe hilde û derkeve ji vir” kirin. Xelkê ku tevlî xwepêşandanê bûn cenazeyê bijîşk rakirin û dest bi meşê kirin. Ciwanan ku li hemberê çeteyan bertekên hişk nîşandan, di navbêra wan û çeteyan de nîqaş derketin. Di dema xwepêşandanê de çeteyan rastgele bi çekan êrîş kirin û jinekê ku navê wê nehate zanîn jiyana xwe ji dest da. Her wiha gelek kes jî bi guleyan birîndar bûn.
Li navenda Efrînê ku hêj jî gelek ciha xwepêşandan didomin, lewra çete neçar man ku ji navenda Efrînê derkevin û li cihên bilind bi cih bibin.
21.06.2018
Rojev24