NAVENDA NÛÇEYAN- Hate zanîn ku di meha Remezanê de li îranê dest dirêjî li 41 jinê hate kirin. Lê desthilatdariya Melalî li hember vê yekê bê denge. Her wiha dixwaze veşêre. Lê gel û malbatên jinan derketin xwepêşandana û daxwaza lêpirsînê û cezakirina sûcdaran kirin.
Ji piştî şoreşa Îranê ya sala 1979’an de, Îran ji dewletên herî zêde ji aliyê girtina mirovan û tunebûna maf bi taybet yên rewşenbîr, rojnamevan û opozosyonên rêjîmê de ye. Her wiha di Îran de mafê jinê hatiye istixlalkirin. Lê ji ber ku rêjîma Melalî û Xumeynî destdanîne ser ragihandina welat. Lewra çavdêriyên mafê mirovan nikarin bi rêjeyek pişterastkirî hejmara jinên tecawiz li wan hatiye kirin, bi belge bikin.
Li gorî Meleyê herêma Îran Şehir ku di meha Remezanê de li herêma Sîstan û Bilûşistan ya ku li başûrê rojhilatî Îranê dikeve tecawiz li 41 jinê hatiye kirin.
Hate zanîn ku mele Mihemed Teyeb Mele Zehî li mizgefta bajarê Îranşehehir got ku bavê keçekê hate gel wî û giriya û got ku keça wî ji bo rojekê hate revandin. Her wiha destdirêjî li keça wî hate kirin. Her wiha Mele Zehî destnîşan kir ku ev bûyer bi gelelk keçan re hate kirin, ku nêzî 41 keç di remezanê de tecawiz li wan hate kirin.
Mele Zehî eşkerkir ku yê sûcdar zilamekî zengîle, lewra desthilatdariya Îranê dozên lêpirsînê der heqê wî de venake.
Cîgerê dozgeriya giştî yê Îranê gef li mele Zehî xwar
Hate ragihandin ku Cîgerê Dozgeriya Giştî yê Îranê Mihemed Cefer Munetzir bûyer derewand. Her wiha bi vê yekê têr nebû. Hêjayî gotinê ye ku Muntezir gef li mele Zehî derbarê gotinên wî di xutbeya roja Îniyê de derebarê tecawizkirina 41 jinê li Îranê, xwar.
Muntezir got ku raste ku gilî ji navendên dadgeriyê ji 2 an 3’ê jina derbarê tecawizkirin wan de hatiye, lê divê ku ew bi guman nêz bibin, gelo giliyê wan rastin an na.
Hemleyeke bi navê ’’ #Keçên_ Îranşehir’’ li ser torên civakî belav bû
Bi armanca piştgiriya jinên herêma Sîstan û Bilûşistan çalakvanan li ser torên civakî hemleyek bi navê #Keçên_ Îranşehir dan destpêkirin. Di hemleyê de wêneyên gelê herêmê yên li dijî desthilatdariya Melalî derketibûn xwepêşandan belavbû.
21.06.2018
Rojev24