EFRÎN – Derket holê ku îtîfaqa AKP-MHP ji bo tevlî êrîşa dagirkirina Efrînê bibin 11 milyar dolar dabû komên çekdar yên ASA, niha jî ji bo heman çekdaran tevlî eniya pêş a operasyonek îhtîmal a li ser Qendîlê pêk were, pereyan belav dike. Li gor agahiyan, ji her grubekî çeteyan mecburî tevlîbûn bê kirin û her serê çeteyek mehane 800 dolar digire, çeteyên ku bi dilxwazî tevlî bibin jî wê fonê wan zêdetir be.
Serokê Giştî ya AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan û rayedarên AKP’ê ji bo êrîşa dagirkirina Efrînê, komên çekdar yên bin navê Artêşa Azad (ASA) kom kiribû û ji bo di eniya pêş de êrîş bikin 11 milyar dolar pere li wan xerc kiribûn. Di pêvajoya êrîşê de ku gelek çete li dijî leşkerên TSK’ê nerazîbûn dabûn, di vîdeoyê de fermandarekî TSK û nûnerê MÎT’ê ji çeteyên ku zahmetiyê derdixistin diyar kiribûn ku wan 6 milyar dolar fonê wan daye û 5 milyar dolar jî li wan hatiye mesrufkirin, li xwe mikûr hatibûn.
5 hezar û 500 çete wê tevlî bibin
Li gor çavkaniyekî ji Ezazê ragihand, serçeteyekê ji Firqet El Hemzê jê re gotiye ku rayedarên hikumeta AKP û MÎT’ê bi wan re civîn li darxistine û di civînê de ji bo ew tevlî eniya şer a operasyona li ser Qendîlê bê kirin, talîmat hatiye dayîn. Serçete, destnîşan kir ku di civînê de hate gotin ku ji bo her çeteyên tevlî bibe mehane wê pere jî bê dayîn. Hat destnîşankirin ku ji her komek mecburî tevlîbûn wê çêbibe, eger yê bi dilxwazî tevlî bibin wê fonê wan zêdetir be.
Her wiha di civînê de ji her komek çeteyê hejmara xwe ya di operasyona Qendîlê de cih bigirin hatiye diyarkirin û li gor wê wiha ye;
Lîwa Silêman Şah 200 kes, Sultan Murad 200, Ehrar El Şerqiye 200, Ceyş El Ehfed 200, Ehrar El Şam 200, Telaêh El Nesir-200, Lîwa El Muntesir 200, Ceyiş El Mixbê 200, El Cebhe El Şamiye 200, Firqet El Hemze 500 û Feyleq El Şam 1000 kes dê tevlî bibin.
Hat destnîşankirin ku ji bo hejmara beşdarbûna operasyonê bigihîjinin 5 hezar û 500 kesî wê fonê wan zêdetir bikin.
AKP ji bo şer pereyan li çeteyan belav dike
Hat destnîşankirin ku her çeteyek wê mehane 800 dolar bidin, lê yê bi dilxwazî tevlî bibin û di eniya herî pêş a operasyonê de bin wê fonê wan zêdetir bikin.
Hat nirxandin di demekê de ku aboriya Tirkiyê bi têkçûnê ve diçe, butçeya heyî ji şer û bi taybetî jî ji çeteyan re xerckirin, wê bibe sedema nîqaşên mezin.
21.06.2018
Rojev24