LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / QSD’ê pêşdikeve…DAIŞ û ASA êrîşan zêde dikin

QSD’ê pêşdikeve…DAIŞ û ASA êrîşan zêde dikin

NAVENDA NÛÇEYAN- Dewleta Tirkiyê û komên ASA’yê li Efrînê binpêkirinê ji dizî, talanî, îşkence û bi taybet revandina sivîla didomîne. Her wiha QSD’ê bi rizgarkirina herêmên di destê DAIŞ’ê de pêşdikeve. Lewra bermahiyên mayînê DAIŞ’ê li herêmê diteqe û ziyayan bi xwe re tîne.

Êrîşên dewleta Tirkiyê

Di 13’ê Pûşberê de

Leşkerên artêşa Tirk li Efrînê, dêra Maroniya ya Xiristiyana talan kirin.

Di 14’ê Pûşberê de

Artêşa Tirk û komên ASA yên girêdayî wê dibistana taybet a Ezhar a Efrîn kirin navenda Istixbarata û di hundirê wê de zindaneke avakirine û welatiyên kurd ên hatine revandin li wê zindanê tên îşkence kirin.

Li gorî çavkaniyan piştî ketina artêşa Tirikiya û komên ASA yên çekdar li Efrîn bi du rojan çekdaran welatiyê kurd bi navê Rifet hemûş revandin û ji malbata wî 90 hezar dolar xwestin, dema malbata wî pere dan çekdaran ew radestî Istixberatê Tirkiyê kirin û birin zindana Tirkiyê piştî 70 roja mirî radestî malbata wî kirin.

Di 15’ê Pûşberê de

Hêzên YPG’ê li hember yekîneyên artêşa Tirkiyê û komên ASA yên girêdayî wê rêzeçalakiyên bi bandor lidar xistin. Di çalakiyan de 15 leşker û çekdar hatin kuştin.

Çekdarên girêdayî artêşa Tirkiyê li gundê Kîmarê yê navçeya Şêrawa li welatiyê ku dixwest vegere gundê xwe dan û îşkence lê kirin.

Artêşa Tirikiyê û komên ASA binpêkirinê di derheqê welatiyên Efrîn didomîne çekdaran welatiyê kurd bi navê Mihemed Birahîm revandin, ji ber ku malbata wî nikarîbûn 50 hezar dolarî bidin wan eşkence kirin û rewşa wî xerabe .

Di 16’ê Pûşberê de

Artêşa Tirkiyê û komên ASA yên girêdayî wê li navçeya Şêrawa ya Efrînê agir berda zeviyên gundiyan.

Di 17’ê Pûşberê de

Çekdarên ASA yên girêdayî dewleta Tirkiyê girtin li ser gundê Besalî a Efrînê û 250 ajoyên wan dizîn.

Artêşa Tirik û çekdarên ASA’yê gorên şehîda ya li Efrînê xera kirin.

Piştî du meha ji revandina welatiyê kurd Ezîz Seydo Çaranûsa wî heya niha nediyare, li gorî çavkaniyan çekdaran Ezîz Seydo birin zindana li navçeya Mebetilî.

Di 18’ê Pûşberê de

Li gor agahiyên ji çavkaniyên heremê ragihandin ku çekdarên dewleta Tirk ji navçeya Marê bi hawanan êrîşî Til Rifatê kirin, di encamê de du Efrînî yên sivîl birîndar bûn.

Artêşa Tirkiyê û komên ASA’yê malbata (s c) û ( s m) ji malên wan ji gundê Eyîn hecer a navçeya Mebata ya Efrîn derxistin û xelkê Xûta tê de bi cih kirin.

Agir bi daristana navçeya Şera ya Efrînê ket, bi hewla vemirandina wî agirî bi kedên welatiyên navçê hat dayîn.

Di 20’ê Pûşberê de

Şervanên YPG/YPJ’ê 8 çalakiyên bibandor li dijî artêşa Tirk û komên ASA’yê pêk anîn.

Êrîşê DAÎŞ’ê û pêşketinên QSD’ê:

Di 13’ê Pûşberê de

Şervanên QSD’ê gundên Derwîş û Amiriyê ya gundewarê Dêra Zorê ji çeteyên DAIŞ‘ê rizgar kirin û panzêreke Doçka û çekên ferdî desteser kirin.

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) gundê Til El-Cayir ê dikeve başûrê Heseke rizgar kirin û hejmara gundên di hemleyê de hatin rizgarkirin, gihîşte 15 gundî.

Li bajarê Minbicê bombeyek teqiya, di encamê de du welatiyê bi navê Besam El-Beşîr (43) û zarokê bi navê Yezen Ebdulelam (6) bi sivikî birîndar bû.

Di 15’ê Pûşberê de

Li Minbicê, bombeyek deng teqiya, di encamê zarokek birîndar bû.

Di 16’ê Pûşberê de

Şervanên Bagera Cizîrê, piştî şerên giran, benzînxaneya Ebû Miseb ji çeteyên DAIŞ‘ê rizgar kirin.

Di 17’ê Pûşberê de

Şervanên hemleya Bagera Cizîrê bajarokê Dişîşa ya başûr-rojhilatê Hesekê piştî şerên dijwar ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin.

Li navenda bajarê Reqayê mayînek teqiya, di encamê de 3’ê şervanên QSD‘ê şehîd bûn û yek jî birîndar bû.

Li gundê Cobê ya herêma Şehbayê mayîneke ji bermahiyên çeteyên DAIŞ‘ê bi du zarokên Efrînî ve teqiya.

23.06.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً