LEZGÎN
الرئيسية / Jin / Jinên Minbicê: Ev dem Bihar e

Jinên Minbicê: Ev dem Bihar e

MINBIC- Piştî zilma her yek ji çeteytên ASA yên bi ser dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ’ê ve jinên bajarê Minbicê dest bi ketina nava xebat kirin, ji aliyê rêxistinî û eskerî ve dest bi tevlîbûnê kiriye. Bajrê Minbicê niha ji sedî 70 qabilyeta qebûl kirina karê jinê çêbû ye, jin bi nasnameya xwe tevdigere. Jinên ku cihê xwe di mala jin de digrin anîn ziman ku ewê hêjî kar bikin da ku jinên Minbicê azad bikin.

Jinên bajarê Minbicê ku piştî ji talaniya çeteyên ASA xelas bûn ketin bin zilm û tarîtiya çetetên DAIŞ’ê de, ji hemû mafê xwe heta çend salan hate mehrûm kirin û cur be cur li jinê ferizkirin hate kirin. Piştî rizgarkirina bajrê Minbicê jin cihê xwe di nava her karekî de digre û gavan ber bi azadiya xwe davêje, Jinên Minbicê pêvajoya ku niha di nava sîstema encûmena sivîla ya Minbicê de jiyan dikin bi Biharê bi navkirin.

Jinên Minbicê di pêvajoiya sîstema nû de dest bi xebatê kiriye, ev xebat taybet ji aliyê malên jin û encûmena Minbicê ve tê birêvberin, hin cihê xwe di navba perwederyan de digrin û mafê xwe dizwazin. Da ku em zdertir rewşa jinên Minbicê ku ji kuderê ber bi keve hat nasbkin, ketima me ya saziya wan çêbû.

Jinên Minbicê ji talanî û revandinê ketin bin perdeya reş?

Bajarê Minbicê ku para xwe ji şer û kirîza Sûriyê girtiye, di nav xwe de gelek nakokî û rewşeke civakî ya ber bi çav jiyan dike. Jinên bajaê Minbicê ku bûne esîrên sîstemên ku li ser bajar hatibûn feriz kirin ji pîvanê jinbûyînê ber bi ku ve hatin herikandin, mijareke lêkolînê ye.

Ji pêvajoya derbasbûna komên çekdar yên ASA’ê ku girêdayên Opozisyona Sûriyê ne bajarê Minbicê di 19 Tîrmeha 2012 an de, rewşa jinan xerab bû.

Berdevka Rêveberiya Mala Jin a bajarê Minbicê Îman Mihemed ragihand û got: Di pêvajoya derbasbûna komên ASA de bajar ji talanî û diziyê re vekirî bû, jinên bajar ji ber tirsa diziyê û revandinê ber bi dervey bajar ve derketin. Mihemed eşkere kir ku di pêvajoya ASA’yan de ji sedî 80 jinên rewşenbîr ji bajar derketin. Mihemed di vê çarçoveyê de nirxand û got: Ji ber kiryarên çekdarên ASA tevgerandin û rola jinê di civakê de lewaz bû û mecbûr bû ku di malê de bimîne.

Hêjayî bi bîr anînê ye ku çekdarên bi ser Tirkiyê ve ên bi navê ASA li Efrînê heman tişt dûbare kirin û gelek talanî, dizî û revandin kirin. Hate zanîn ku ji dema dagirkirina Efrînê di 18 adarrê de û heta niha zêdetirî 200 jin hatine revandin, çavkaniyên teaybet eşkere kirin ku piraniyê têne revandin zarokin.

Piştî pêvajoya dizî, talanî û revandinê jinên Minbicê tarîtiyê jiyan dikin û dest bi xwe veşartinê dikin, çeteyên DAIŞ’ê ku li gelek heremên Sûriyê belav bibûn û derbasî nava civakê bibû û tarîtiya xwe bi navê Şerî’a an jî cîhadê li ser gel ferz dikir, di dawiya sala 2014 an de bajar xiste bin kontrola xwe de. Çeteyên DAIŞ’ê bajar veguherandin cih û qadeke kuştin û xweînê, Mihemed pêvajiya DAIŞ’ê bi rengê sor yê kuştinê û reş yê tarîtî û koletiyê bi nav kir.

Îman Mihmed ku di pêvajoya DAIŞ’ê de jiyan kirî de di axaftina xwe de agahiyên derbarê wê pêvajoyê de da, Mihemed destnîşan kir ku jin bi perdeya reş, zagonênê Şerî’a û hezkirina bi ola islama radîkal hate kolekirin. Mihmed ragihand ku pêvajoya DAIŞ’ê jin xiste rewşeke bê zariyê, lê cardî jî jin bê berxwedanî û têkoşîn nema. Mihemed eşkere kir ku jina ku navê wê eşkere nekir ji ber red kirina zagonên DAIŞ’ê li qada Mirab ya Minbiucê hate darvekiri (recim kirin).

Hate eşkere kirin ku piştî çeteyên DAIŞ’ê di sala 2014 an de êrîş bi ser herêma Şengalê de birin, bi hezaran jinên Êzîdî revandin û ew li Mûsil, Dêra zorê û Minbicê de bikaranîn û bazar li ser wan vekirin. Di vê çarçoveyê de hate eşkere kirin ku li dibistana “Zêdan Hinêzil” a Minbicê jî dibistaneke veşartî ya jinan hebû, tenê dîwarên wê dibistanê zilma wan jinan vedibêje.

Pêvajoya Bihrê bi ser jinên Minbicê de hat”

Bajarê Minbicê ku bi bengewaziya gelê Minbicê ji aliyê şervanên YPG/YPJ û Ketîbeyên leşkerî yên Minbicê di 18 Tebaxa 2016 an de ji bermahiyên DAIŞ’ê hate paqij kirin. Bihara Minbicê bi wêneyên jinên Minbicê yên avêtina cilê reş destpêkir. Jinên Minbicê ku ji tarîtiya DAIŞ’ê xelas bûn dest bi rêxistinêkirinê, kirin. Di îlankirina Encûmena Sivîl a Minbicê û gundewaê wê di 27 Sibata 2017 an de jinên Minbicê di hemû beşan de xwedî nûner bû.

Îman Mihemd vekirina mala jinê ya bajarê Minbicê wiha vegot: Di 25 mijdara 2016 an de wekî saziya yekemîn a xwedî derketina li mafê jinan mala Jinê li navenda bajarê Minbicê hate vekirin, me dest bi xebatê xwe yê rêxistinî bi Perwerde, civîn û geşkirina fikrê jinan kir.

Xebatê jinan a di malên jin de cur be cure û rastî gelek şekwe (gilyan) tê, heta niha li Mnibicê 3 malên jinan li bajar, Ebû qelqel û ElHeyê hene, di van malan de sîstema jinan a xweser heye, li gorî agahiyên ku ji van malan hatin girtin, dozên jinan û pirsgirêkên civakî bi giştî digrindest.

Endama Komîteya Lihevhatinê Edûla Beko ragihand ku mala jin pirsgirêkên civakê bi rêyên aştiyane û lihevkirina herdu alyan çarser dikin. Beko got: mala Jin kedeke pir mezin di nava civaka Minbicê de kiriye ku encamên wê di roja îro de diyar dibe, rojane bi qasî 6 şekweyan ji me re tên û ew bi rêyên qanûnî têne çareser kirin, Jin heta astekê gihiştiye azadî û mafê xwe.

Li gorî belgeyên mala jin ji destpêka vekirina mala jin û heta meha Gulanê, 3 hezar şekweyên jin ji wan re hatine ku ji wan 500 hatine çareserkirin û yên din ji bo dadgehê û Encûmena Jinê li gorî zagonan hatine rakirin.

Jinên Minbicê xwe birêxistin kirine

Jinên Minbicê ji destpêka rizgarkirina bajar û îlankirina Encûmena Sivîl a Minbicê xwe birêxistin kirin, û cihê xwe di nava rêvberiyê de girtin. Xebatê serbixwe yên jinan derkete asteke bilind, Îman Mihemed rêvberiya jin li Minbicê ragihand ku Encûmena Jinê di 26 Îlona 2017 an de hate avakirin, ev encûmen bû bigeh û lêvegera xebatê jinan di nava Minbicê û gundewarê wê de û karîbû ji dema avakirinê de 2 hezar şekweyên jin hilgire û çareser bike.

Ji dervey xebatê Encûmenê malên jin ku niha li du xetan ên Ebû Qelqel û ElHeya jî hene, ev mal li ser perwerdekirina jinan disekine û wan ziyart dike da ku jinan pêşbixin. Malên jin bûne eniya herî zêde ya hembêzkirina pirsgirêkên civakê ku di riya wê de dozên di navbera jin û mêr de çareser dike. Di vê derbarê de Endama Komîteya Silhê Edûla Beko ji me ragihand ku ew destpêkê bi rêyên nîqaşan û danustandinan pirsgirêkan çareser dikin û di vir de peymana di navbera jin û mêr de tê îmzekirin da ku mafê jinê bi garantî be. Her weha Beko diyar kir ku hin dozên ku nayên çaresrkirin ji bo encûmena Jinê û dadgehê têne şandin û ew bi rêyên qanînî wan pirsgirêkan çareser dikin.

Li aliyekî din ve jî niha xebatê perwerdehiyê li Minbicê taybet ji aliyê Navenda Jineolojiyê tê meşandin ku ew navend di 2 çileyê de hate vekirin, navend li ser mijar û lêkolînên civakî radiweste. Bi vê yekê rêvberiya Navendê ragihand ku ew bi taybet mijarên civakî dê di dewreyên ideolojîk de ji jinan re vekin.

Ji bo pirsgirêkên ku jin rastî wê tê herî zêde zilm û tundî ye, di vê derbarê de jinên di malê jin de anîn ziman û gotin: Pirsgirêka herî zêde ya jinan tundî ye, me heta astekê ev yek derbaskiriye, lê ev yek ji sedî 80 bandorê li ser rewşa jinê dike. Aliyên peywendîdar eşkere kirin ku ji ber zihniyet û ferizkirina ji aliyê çeteyên ASA û DAIŞ’ê ve civak hatiye kolekirin û ev ji bo me xaleke serek ya derbas kirinê ye, em di riya ziyartkirina jinan û nîqaşên bi wan re pirsgirêkên jinan çareser dikin.

24.06.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Rûsya û Turkiye li ser Idlibê û Bakurê Sûriye negihştin formekê

NAVENDA NÛÇEYAN- Hikûmeta Rûsyayê ragihand, ew razî nînin Turkiye “herêma aram” ya ku li nav …

اترك تعليقاً