LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Li Efrînê 3 teqînên hemwext: gelek kuştî û birîndar hene

Li Efrînê 3 teqînên hemwext: gelek kuştî û birîndar hene

EFRÎN – Li navenda Efrînê li hemberê çeteyên ASA yên girêdayên dewleta tirk 3 çalakiyên hemwext hat lidarxistin. Gelek kuştî û birîndarên çeteyan hene.

Hat diyarkirin ku li navenda Efrînê li dijî çeteyên ku navê ASA lê hatiye kirin ên girêdayên dewleta tirk, 3 teqînên hemwext pêk hatin. Hat diyarkirin ku teqînek di çarxerêya Kawa ya li navenda leşkerî ya Cebhet El Şamiye, duyemîn li ser riya Raco û ya sêyemîn jî li ber Nexweşxaneya Dersim pêk hat. Hat destnîşankirin ku di encama teqînan de hejmarek mezin ji endamên komên çete hatine kuştin û birîndar bûne, li gorî hejmara ku hatiye bidestxistin heta niha 11 kuştî û 20 birîndar çêbûne.

Têqînên ku hemwext ên ku ji aliyê kî/ê ve hatiye kirin nayê zanîn, tê gotin ku ji ber demek dirêje di navbêra komên çeteyan de nakokî û pêvçûn berdewam dikir, duh êvarê jî di navbêra komên Cebhet El Şamiye û Lîwa El Mu’tesêm de nîqaş derketibû û piştre jî zivirîbû pêvçûnê.

27.06.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً