NAVENDA NÛÇEYAN- Bi despêkirina operesyona li dijî Efrîn di 20’ê Çileyê de ji hêla artêşa Tirkiyê û komên ASA`yên girêdayî wê, herêm ji aliyê aborî ve ziyan û astengiyên mezin jiyan kirin. Her wiha rastî windahiyên madî û manewî jî hatin. Gelê herêmê mal û milkên xwe winda kirin, nasnameya dîroka Efrînê hate talankirin û hebûna pêkhateyan hate binpêkirin.
Ji dîroka 18’ê Adarê û vir de gelê Efrînê ji ber dagirkeriya dewleta Tirkiyê û komên ASA yên girêdayî wê berê xwe da derveyî Efrînê. Gel ji ber zext û zordariya ku artêşa Tirk li ser gundên ku diketin bin serweriya wan de dikir. Lewra gelê herêmê berê xwe da Kantona Şehba û hin gundên girêdayî navçeya Şêrewa weke Dêr Cimêl û Aqîbê. Heta niha jî gelê Efrînê û Xwezaya xwe ve rastî binpêkirin û mafxwarinê tên.
Dewleta Tirk li gorî ku hate xuyakirin ji bilî armancên leşkerî û siyasî, xwesteka girtina rêya aborî ya herêmê û hewildana gihiştina Deriya Spî.
Rûbara Kantona Efrînê dighîne 3 hezar û 850 km çargoşe, an dikare bêje bi rêjeya ji sedî 2 ji rûbara Sûriyê temsîl dike. Her wiha bi dagirkirinê re jî şewtandina zeviyên gelê herêmê jî dest pê kir. Heta niha zêdetirî 80 hîktarî ji zeviyên Efrînê jî hatine şewitandin.
Şewitandin û hilkirina daran û zeviyan
Komên çekdar artêşa Tirkiyê di hewildana xirakirina xwezaya Efrîn de ne. Lewra talakirinên xwe berdewam dikin. Li gorî çavkaniyên herêmî dan xuya kirin ku, li navçeya Şêrewa çekdarên tûgeya Firqêt El Hemzet agir bi erdên zeytûnê xistine, di encam de 2 hezar dar hatine şewitandin. Her wiha ev şewitndin beriya ku gel çandiniya tiştên çandî bikin, hate kirin.
Her wiha ji bilî ku darên zeytûnê şewitandin, komên çekdar derdor 10 hêktar erdên ku bi genim hatine çandin şewitandin. Hate zanîn ku gel ji metirsiya binçavkirinê nikarîbû dengê xwe bike. Ev binpêkirinên li ser zevî û erdên gel ne li navçeyek tenê pêk tê, xwezaya hemû navçeyên Efrîn rastî binpêkirinên cur be cur tên. Her wiha çavkanî di heman mijarê de diyar kir ku, li navenda navçeya Meydankê, di ava wê de giravek tenê heye, ew girav jî bi destên artêşa Tirk hate şewitandin. Bi vê yekê dixwazin hebûna xwişkbûn û aboriya wê tune bikin.
Hêjayî bîranînê ye ku ji bilî vê yekê dewleta tirkiyê beriya ku dîwarê di navbera bakurê Sûriyê û Tirkiyê de bê avakirin bi hezaran darên zeytûnê yên gelê Efrînê hatin jêkirin da ku Artêşa Tirk dîwara xwe ava bike.
Girîngiya dîroka Efrîn di milê geşkirina rêbiwariyê de
Hêjayî gotinê ye ku Efrîn di aliyê xwe yê rêbiwarî de bi nav û deng. Ev jî vedigere xwezaya wê ya mer û pir bûna cihên dîrokî di wê herêmê de.
Li Efrînê bi dehan cihên dîrokî heye. Dîroka herî bi nav û deng bajarê Korş. Ev bajêr li gel gelê herêmê bi navê bajarê Nebî Horî tê naskirin. Her wiha Efrîn di nava xwe de Kela Semanê, dêra Marmron a ku ji dêrên herî kevna û mezin e li ser asta cîhanê, çiyayê Perse Xatûn (Pirsaya) û bajarê Ên Darê. Ev cihên dîrokî yên ku şaristaniyên bi hezarê salan digrin nava xwe. Cihê balkişandina geştevana ji tevahiya cîhanê.
Efrîn û hebûna wê di çandiniya Sûriyê de
Wek ku Efrîn bi rêbiwariya xwe ya zengîl tê naskirin. Pêve girêdayî ye ku bi çandiniya xwe û rola wê di geşkirina aboriya Sûriyê û çandiniyê Sûriyê û dewletên herêmî de jî rolek mezin û girîng lîstiye. Efrîn yekemîn bajarên herî zêde bi çandiniyê li Sûriyê tê naskirin. Her wiha ev yek vedigere hebûna avê û zengîlbûna wê bi ava bin erd. Her wiha li gorî rêjeya ku Rêveberiya Xweser derxistiye aboriya Efrîn ku ji sedî 70’ê li ser çandiniyê ye.
Kantona Efrîn bi darên fêkî yên cur be cur têne naskirin, mîna Sefercel, sêv, mişmiş, moz, bindiq û findiq, fistiqên helebî û hejîr. Li kêlek vê yekê darên herî navdar darên hinarê ne û di asta pêşda ye di derxistina wê de, rûbara çandiniya wê derdora 18’e hezar donem e. Her wiha hejmara darên wê di sala 2011`an de gihîşt 720 hezar dar, derdor 14 hezar û 400 ton derdixe.
Darên Zeytûna û girîngiya wê Di geşkirina aboriyê de
Di asta çandiniyê de darên zeytûna cihê herî jor digire. Ji ber ku piraniya erdên Efrînê bi zeytûnê xemilîne. Her wiha ji bo gelê Efrînê yekemîn aboriya xwe li ser bingeha zeyta zeytûnan ne. Li gorî ku Rêveberiya Xweser derbarê hejmara darên zeytûnê daye ku 18 milyon dar hene. Zeyt jî li gorî wan 270 hezar Ton li gorî salên ku mûsim hebe derdixe.
Li Kantona Efrînê 250 mekbezên zeytûna hene. Mîna mekbeza Lêlûnê ku bi hemû alavên xwe ji bo derxistina zeytê kar dike. Hêjayî gotinê ye ku ne tenê mekbez hene lê dezgeh û febrîqeyên sabûnê xar jî li ser esasê zeytê kar dike û hilberînê dike. Wek ku tê zanîn jî piraniya zeytê li bazarên Sûriyê ji Efrînê ye. Her wiha dewleta Sûriyê zeyta zeytûnê Efrînê dişîne dervey welat.
Aboriya Efrîn di pêvejoya heft salan de
Piştî Şoreşa Sûriyê û bi taybet bandora wê li herêmên kurdî û bidestxistina herêmên xwe bin kontrola YPG`ê de. Pêve girêdayî ye ku çalakiyên geşkirina aborî dest pê kir. Lewra di sala 2014`an de li Efrînê Odeya Bazirganî û Çandiniyê û Meclisa Istismarê hatin avakirin. Armanca van herdu saziyan jî rêxistinkirina karê herêmê di warê çandiniyê û bazirganiyê de.
Her wiha ku piştî serweriya koma çeta ya Heyet Tehrîr El Şam li ser Idlibê heya astekê bandorek li Efrînê kir. Ji ber ku ji bo ewlehiyê deriyê Bab El Hewa yê bazirganiyê hate girtin beramberî wê deriyê Bab El Selemê li milê Ezazê hate vekirin. Lewra hemû erebeyên mazot û benzînê di Efrîn re derbas bûn.
hate eşkerekirin ku Rêveberiya Xweser hewil da ji aboriya xwe bi pêş bixîne li ser pirojeyên aborî kar dihat kirin.
Bandora operesyona Şaxa Zeytûnê li ser aboriya Efrîn
Piştî operesyona bi navê Şaxa Zeytûnê ya ku dewleta tirkiyê û komên ASA yên girêdayî wê di 20’ê çileyê de dest pê kir. Di encam de rêya bazirganiyê hat rawestandin. Ev bûyer jî bi awayekî neyînî li herêmên derdora Efrînê kir. Ji ber ku di encam de Benzîn û Mazot buhabû.
Buhabûna sotemeniyan bû du qatî berê, berê her bermîlek bi 40 yan 42 hezar lîreya Sûriyê bû. di dema şer de her bermîlek mazot gihîşt 75 hezar û ya benzînê gihîşt 65 hezar lîreya Sûriyê.
Her wiha komên ASA ji dema dagirkirina Efrînê rojane zeviyên sivîla dişewitînin, darên zeytûna jêdikin û genim didizin. Dewleta Tirkiyê û komên ASA bi van kiryaran xwezaya Efrînê binpêdike.
Ji bilî vê metrisiyên Dewleta Tirk li ser gihiştina hêzên kurdî ji deriya Spî hebû. Her wiha ji bo derxistina sotemaniya herêma Cizîra û herêmêma başûrê kurdistanê di rêya avê re. Bi vê yekê rola Dewleta Tirk li Rojhilata Navîn lewaz dike. Her wiha bi demê re girîngiya Îran ne dima.
27.06.2018
Rojev24