NAVENDA NÛÇEYAN- Dewleta Tirkiyê û komên ASA yên girêdayî wê li Efrînê tarzê êrîşên bi ser malan de, şewata zeviyan, revandin, dizî û talaniya malê sivîla didomîne. Her wiha ji aliyê YPG û YPJ’ê ve rastî windahiyên dijwar tên.
Êrîşên dewleta Tirkiyê
Di 21’ê Pûşberê de
Komên ASA yên girêdayî dewleta Tirkiyê li Efrînê agir berdan daristana Girava Meydankê.
Çekdarê Mertala Firatê ya girêdayî artêşa Tirkiyê ku beranberî pereyan amadekariya êrîşan li dijî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê dikir, hate girtin.
Şervanên YPG û YPJ‘ê li Efrînê di qonaxa duyemîn ji Berxwedana serdemê li dijî çekdarên dewleta Tirkiyê çalakiyekê sabotajê lidarxist. Di encama vê çalakiyê de 2 leşker û 5 çekdar hatin kuştin û 6 jî birîndar bûn.
Li navenda bajarê Efrînê du mayîn teqiyan, yek li navenda çand û hunerê û ya din li taxa Mehmûdiyê zirar nehatin diyar kirin.
Komên ASA yên li Efrînê malên gundiyên Jolqan ê Cindirêsê bi hinceta ku nîvê gund girêdayî Rêveberiya xweser e, dizîn.
Artêşa Tirkiyê û komên ASA yên girêdayî wê 4 welatiyên Efrînê yên ku hatin naskirin bi navê Mihemed Camî û keça wî Lancîn Camî, revandin , ta niha çarenûsa wan ne diyare.
Di 22’ê Pûşberê de
Artêşa Tirkiyê 3’ê jenatorên li herêma Racoyê yên ku enerjî dida şebekeya telefona, dizîn.
Bi êrîşa artêşa Tirk li ser gundê Eyn Hecer a navçeya Mebata ya Efrîn zirar gihişt zarokê bi navê Omer Ehmed Nequ dema ku wan bi zorê ji malên wan derxistin.
Artêşa Tirkiyê û komên ASA jina bi navê Kîbara ya 40 salî ji gundê Biric Ebidalû ya navçeya Şêrewa ya Efrîn, revandin.
Di 23’ê Pûşberê de
Arêtşa Tirkiyê li gundê Kêl Hesnak ê navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo agir berda zeviyên genim ê welatiya, di encam de 20 domin hate şewitandin.
Çekdarên girêdayî artêşa Tirkiyê li Efrînê li navçeya Şêrawa agir berdan 80 donim yê zeviyên darên zeytûnan ên welatiyan.
Di 24’ê Pûşberê de
Çavkaniyek ji gundê Xelilaka yê girêdayî navçeya Bilbilê diyar kir ku, artêşa Tirk û çekdarên girêdayî wê 8 sivîl ku yek ji wan jî jineke ciwan e, beriya du mehan revandin bi navê Ehmed Hisên (22), Ebdo Menan Abdulqadir Îbrahîm (23), Ezedîn Ehmed Mihemed (27), Mesûd Abdulqadir Îbrahîm (25), Dijwar Fadil Reşîd (21), Mihemed Fadil Reşîd (20), Hemze Şaban Îbrahîm (27) û Asiya Şaban Îbrahîm (18). Her wiha hate gotin ku tu agahî heta niha ji van kesan nehatiye hildan.
Hate ragihandin ku arêtşa Tirk li Efrînê hemû riyên dighêjin taxa başûr (Taxa Jêrîn) a herêma Cindirêsê girtine û ji tirsa çalakiyên YPG û YPJ’ê kincên sivîl li xwe dikin.
Artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê mezer û gorên kurdên Êzîdî yê gundê Feqîra ya Efrînê xera kirin.
Artêşa Tirkiyê û çekdarên wê darên zeytûna ya welatiyên Efrîn ya li çiyayê Şêxurza hilkirin da ku qayîdeyên xwe yê leşkerî ava bikin.
Di 25’ê Pûşberê de
Navenda Ragîhandinê ya YPG’ê diyar kir ku di hefteya sêyemîn a meha hizêranê de li Efrînê li dijî artêşa Tirk û çeteyên wê rêzeçalakî lidar xistin û got ku herî kêm 6 çete hatin kuştin û hejmarek çete birîndar bûne.
Di 26’ê Pûşberê de
Koma Asa ya bi navê tûgeya Sultan Silêman Şah li Efrînê agir bi mala Mihemed Şindî xistin.di encamê de ku mal bi temamî şewitî.
Artêşa Tirkiyê û komên çekdar yên girêdayî wê li Efrînê navê dikanan, navçe, wêne û pankartên bi zimanê kurdî -Erebî, diguhere bi wêne û pankartên bi zimanê Erebî -Tirkî.
Piştî ku artêşa Tirkiyê û çekdarên ASA dibistana El Ezhar û Xibarî kirin navenda Istixbaratê Tirkiyê ku welatiyên Efrîn tê de îşkence dikin, dibistana sereke ya navenda navçeya Şera kirin navenda ewlekariyê di bin serweriya Istixbaratên Tirkiyê de.
Êrîşên DAÎŞ’ê:
Di 21’ê Pûşberê de
Li bajaroka Hemam Tirkuman ya girêdayî Girê Sipî, mayînek bi erebeyekê ve teqiya, di encam de ajokarê erebeyê birîndar bû , li gorî agahiyan hate zanîn ku rewşa wî baş e.
Di 22’ê Pûşberê de
Endamê Hêzên Asayîşa Til Birak Xaldûn Emîn Muna di encama teqîna mayînekê li ser riya Hesekê -Til Birak birîndar bû.
Di 23’ê Pûşberê de
Şervanên QSD’ê di çarçoveya qonaxa duyemîn a Pêngava Bagera Cizîrê de gundên Recim El-Hecer û Marûf ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin. Her wiha Şervanên QSD’ê gihîştin sînor Sûriyê û Iraqê.
Di 24’ê Pûşberê de
Şervanên QSD’ê bi hevkariya Hêzên Ewlekariya Hindirîn û Hêzên Antî Teror di çarçoveya operasyona hevpar a dijî yekîneyên nepenî yên komên çete û yên ketine bajarê Reqayê de miqdareke çek, cebilxane û top dîtin.
30.06.2018
Rojev24