LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / ASA li Idlibê 17 kes ê tevlî operasyona Qendîl nebûn kuştin

ASA li Idlibê 17 kes ê tevlî operasyona Qendîl nebûn kuştin

IDLIB – Dewleta tirk ferman daye ASA`yê ku hejmara kesên di operasyona Qandîl de cih bigrin zêde bikin. Li ser vê fermanê du çeteyên ASA li gundê Derkûş operasyona kom kirina kesan dabû destpêkirin, dema rastî red û neqebûl kirina sivîlên gund hatin 17 sivîl kuştin û cenazeyên wan avêtin derveyî gund.

Dewleta tirk ferman dabû çeteyên ASA yên ku xwe li Idlibê bi cih kirine ku ferman daye ku hejmara çeteyên cihê xwe di operasyona Qandîlê de bigrin zêde bike. Li ser vê fermanê çavkaniyekî ji herêmê da diyar kirin ku duh di saetên êvarî de çeteyên ASA dest bi operasyona komkirina kesan kirin e.

Yê ku tevlî vê operasyonê bibe wê mehane hezar dolar bigire

Dewleta tirk ji bo ku hejmara kesên ku cihê xwe di operasyonê de bigirin zêde bike, soza ku wê hezar dolar (1000`$) mehane bide her yek ji wan da. Li ser esasê vê sozê çeteyên ASA jî kesan kom dikin û tevlî xwe dikin. Yê ku tevlî wan jî nebe rastî kuştin, revandin, îşkence kirin û li ber çavên bav û bira jin û keçên wan tecewiz dikin.

Dema rastî neqebûl kirina hin gundiyan hatin 17 sivîl kuştin

Çavkaniyekî ji herêmê da diyar kirin ku duh di saetên êvarê de çeteyên ASA dest bi komkirina zilam û ciwanên gundê Derkûş a girêdayî gundewarê Idlibê kirin û xwestin hin kesan bi darê zorê tevlî bikin. Hin kesan di bin îşkencê de û ji bo jin û xweşkên xwe ji tecewizê biparêzin ev yek qebûl kirin. Lê dîsa jî kesên ku bi tu awayî qebûl nekirine û hatine kuştin jî hebûn. Çavkaniyê da diyar kirin ku 17 sivîl ji ber ku qebûl nekirine tevlî wan bibin dibin îşkencê de li ser destê ASA`yê hatin kuştin û cenazeyên wan li derveyî gund hatin dîtin.

03.07.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً