NAVENDA NÛÇEYAN- Rojane binpêkirinê dewleta Tirk û komên ASA li Efrînê li ser Medyayê tê parvekirin. Lewra Komîseriya Bilind a Mafê Mirovan a NY raportek derbarê rewşa Sûriyê bi taybet herêmên di bin serweriya dagirkeriya dewleta Tirkiyê û komên ASA’yê de ne, ragihandin. Di raportê de hate destnîşankirin ku binpêkirin û destdirêjî li ser sivîlên li herêmên bin dagirkeriya dewleta Tirkiyê de di asta herî jor de ye.
Ji piştî dagirkirina TSK’ê û komên ASA yên girêdayî wê di 18’ê Adarê de ji Efrînê re. Koçber pêl bi pêl ji Efrînê derketin, ber bi Şehbayê de çûn. Her wiha li gorî NY ku ji dema dagirkirina Tirkiyê ji Efrînê zêdetirî 170 hezar kes ji Efrînê koçber bûbûne. Koçberên Efrînê li deverên derdora Efrîn, Minbic, Şehba û nêzîkî Helebê bicih bûn. Hinek jî li kampan, hatin bicihkirin.
TSK’ê tarzê teqandinê pêşdixe
Li Efrînê dizî, talanî, revandin, êşkence û kuştin berdewam dike. Lê herî dawî dewleta Tirkiyê bi armaca hebûna xwe li Efrînê mayinde bike, her wiha bi armanca ku vegera niştecihên Efrînê asteng bike, tarzê teqandinê çi erebe an mayin be, pêşxist.
Binpêkirinê TSK û ASA ji destpêka heyva Tîrmehê li Efrînê
Artêşa Tirkiyê bi hevkariya ASA li Efrînê binpêkirinên ji dizî, revandin û êşkence didomîne. Hêjayî gotinê ye ku
Di 1’ê Tîrmehê de agahî hate bidestxistin
Çekdarên koma Cebha El Şamiya di dema bisergirtina tîmargeha navçeya Mabata, her wiha hate zanîn ku koma çekdar hemû derman û alavên tendirûstiyê, dizîn.
Di eynê dîrokê de hate zanîn ku 3’ê girtiyên di zindana dibistana Keramê ya ku artêşa Tirkiyê ew kiriye girtîgeh, rewşa tendirûstiya wan xerabe, ji ber ku ji aliyê TSK û ASA’yê rastî lêdan û êşkencê tên. Her wiha li gorî çavkaniyên herêmî ku zêdetirî 170 sivîlî di dibistanê de ne û rewşa wan ji ber êşkenceya rastî wê tên, xerabe.
Di 2’ê Tîrmehê de
dewleta tirkiyê li Efrînê kimlikên penaberiyê li niştecihên herêmê û xelkê Xûta feriz dike. Bi vê gavê dewleta Tirkiyê niştecihên herêmê weke biyaniya bi nav kirin. Her wiha dê gel li ser esasê vê kimlikê tevbigerin, ku bi riya wê karibin ji herêmekê biçin herêmeke din.
Di 3’ê Tîrmehê de
Çekdarên koma artêşa Nuxbê girtin ser malên navçeya Mabata de, di encamê de zilamê bi navê Amir Fayiq (40) tevî hevjîna wî Şadiya Mistefa (35) hatin revandin. Her wiha li gorî çavkaniyên herêmî ragihandin ku dema malbata wan pirsa wan kirin çekdaran 10 hezar dolar beramberî serbest berdana wan xwest.
Di eynê dîrokê de hate zanîn ku rewşa tendirûstî ya ciwanê bi navê Mihemed Cemîl Litifî (22) ji ber êşkencê, xerabe. Hêjayî gotinê ye ku Mihemed beriya 3’ê mehan ji gundê xwe Dêr Sewan ya navçeya Şêrawa hate revandin. Li gorî agahiyên hate bidestxistin ku Mihemed di girtîgehê bajarê Ezazê de ye.
NY raportek derbarê binpêkirinê dewleta tirkiyê li herêmên bin serweriya wê de pêşkêş kir
Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekûbyî têkildarî rewşa mafên mirovan li Sûriyê raporeke weşand. Di raporê bal hat kişand ser binpêkirinên mafên mirovan ên di meha Hezîranê de li bakurê Sûrî û bi taybetî li Efrînê pêk hatiye.
Komîseyê di raporê de destnîşan kir ku herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de rastî gelek binpêkirinan tên û got ku binpêkirin û destdirêjî li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çekdarên wê de di asta herî jor de ye.
Li gorî raporên ku ketine destê komîseriyê, piraniya çekdarên girêdayî dewleta Tirkiyê di bingeh de diz, qaçaxcî û bazirganên narkotîkê ne.
Di raporê hat destnîşan kirin ku rojane raporên binpêkirinan ji herêmên mîna Ezaz, Bab û Cereblusê tên. Lê yên herî zêde ji Efrînê derbarê desteserkirina malên welatiyan de ne.
Di raporê de hate gotin ku, çekdar û malbatên wan ên ji Idlib, Xûtaya Rojhilat, gundewarên Humsê û Hemayê hatine destdanîne ser malên şêniyên Efrînê û dema şênî vedigerin jî malên wan nadin wan.
Di derbarê çûn û hatina sivîlan de jî di raporê de hate diyarkirin ku bi navê “qadên ewlehî” de, ji aliyê Ceyş El-Îslam û Feyleq El-Rehman ve Efrîn hatiye dabeşkirin. Lewra da ku sivîl ji kolanekê biçin ya din divê destûrê ji noqteyên kontrolê yên artêşa Tirkiyê bigirin.
Dîsa, bi bihaneya endamên YPG/YPJ ne, li ser noqteyên kontrolê jinan binçav dikin û heya niha cihê piraniya kesên hatine binçavkirin ne diyar e.
Her wiha di raporê de hate diyarkirin ku rojnamevan û çalakvan jî rastî êrîş û êşkenceyên hovane yên çekdaran tên.
Komîseriyê tekez kir ku divê dewleta Tirkiyê û komên ASA yên girêdayî wê rêz ji pîvanên mafên mirovan ên navnetewî re bigrin û wan bin pê nekin.
03.07.2018
Rojev24