LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Çeteyên Feyleq ElRehman dibistan û malên Efrînê kirine zindan

Çeteyên Feyleq ElRehman dibistan û malên Efrînê kirine zindan

NAVENDA NÛÇEYAN – Di berdewamiya binpêkirinên artêşa Tirk û komên çete yên girêdayîn wê der heqê sivîlên Efrînê de roj bi roj zindan ji bo sivîlan têne vekirin, zindanên ku sivîlan dihewîne tenê çarenûsa girtiyan di destê MÎT a Tirkiyê de dimîne. Her weha çete ji bo diziya xwe li ber debara jiyana sivîlan dibe asteng.

Dewleta Tirk û komên ASA ên bi ser wê ve rojane bi dehan sivîlên herêma Efrînê bi behaneyên cur be cur digrin û ew li mal û dibistanan bi cih dikin, piştî wê ew girtî ji ber sedemên siyasî ji Tirkiye re têne veguhestin bê ku çarenûsa wan diyar bibe. MÎT a Tirkiye ku sivîlên Efrînê di lêpirsînê re derbas dike bernaberî pereyan wan berdidin.

Ji aliyê çeteyên ASA ve jî di nava bajarê Efrînê de her biryarên tarîkirina jiyana sivîlan tê dayîn, çete da ku diziya berhemên çandiniya sivîlan bikin biryar dane ku çandinî neyê kirin.

Zindana veşartî ji aliyê çeteyên Feyleq Elrehman ve tê birêvebirin

Li gorî agahiyên ku ji aliyê navenda belgekirina binpêkirinên li ser Bakurê Sûriyê de hatine ragihand, hate eşkere kirin ku zindaneke veşartî ku ji aliyê çeteyên Feyleq Elrehman ve tê birêvebrin li Efrînê heye. Navendê ragihand ku zindan veguheriye meslexeya mirovan.

Hate zanîn ku kesên ji bo wê zindanê têne şandin lêpirsîn ji wan tê kirin beriya ku derbasî zindanên Tirkiye bikin. Di berdewamiya zexta vê zindanê de navendê eşkere kir ku bi dehan ji ciwanên kurd di vê zindanê de girtî ne, ger ku tişt li ser wan neyê peydakirin jî ji zindanê nayên derxistin. Sivîlên ku têne berdan jî bernaberî pereyan serbest têne berdan.

Hin çavkaniyan ji navendê re destnîşan kirin ku çeteyên girêdayî Tirkiye ku navê ASA li xwe dikin dibistan û malên sivîlên Efrînê ku ji dema dagirkeriya Efrîn di 18 darê de dest danîne ser veguhertine navendên veşartî yên girtina sivîlan, an jî ew dibistan û mal ji bo xenîmeyên xwe yên şer ku talan kiribûn dikin embar. Derbarê berteka gel de hate vegotin ku sivîl ji tirsa girtin û işkenceyê nikarin dengê xwe bikin.

Hêjayî gotinê ye ku dewleta Tirk û komên çete yên girêdayîn wê ku bi ser opozisyonê ne li herêma Ezazê jî heman tiştî bi serê sivîlan de dikin. Çavkaniyên ji herêma Ezazê eşkere kirin ku piraniya girtiyan destpêkê li wir têne lêpirsîn kirin, di lêpirsînê de ji sivîlan girêdana siyasî dipirsin, piştî vê lêpirsînê girtî ji navenda çeteyan a ku ji aliyê opozisyonê ve tê meşandin Hor Kils rw têne şandin, di vê navendê de ferza girtiyan ji Stenbol an jî Enqerayê re çêdibe. Di pêvajoya dawî ya girtiyan de hate eşkere kirin ku dosyên berdana girtiyan di destê MÎT ê de ye û berdana wan jî di riya 10 hezar dolarî re pêk tê.

Çete rê nadin ku sivîlên Efrînê erdê xwe biçînin

Hate eşkere kirin ku çeteyên bi ser Tirkiye ve biryar dane ku sivîl berhema Simaq ku berhemek biçûk a debara jiyana wan e biçînin. Di vê çarçoveyê de çeteyên ku rê nadin welatiyên Efrînê ku ji hilbirîna erdê xwe sûdê bigrin diziya hemû cureyên çandiniya Efrînê dikin û ber bi heremên Mertala Firatê ve dibin.

04.07.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً