NAVENDA NÛÇEYAN- Rêjîma Sûriyê bi piştgiriya Rûsiya dest bi operasyonekê li dijî komên ASA yên li Der’ayê kir. Li gorî ku hate xuyakirin ev operasyon encamê rêzecivînên di navbera Rûsiya, Amerîka, Israîl û Urdinê de hate destpêkirin.
Roj bi roj encamê itifaqên hersê welatên ku xwe bi nav dikin garantorên çareserkirina pirsgirêka Sûriyê Rûsiya, Tirkiyê û Îranê diyar dibe. Duh Heleb, gundewarê Şamê û Xuta rojhelat îro Dera sibe jî Idlib e. Hate xuyakirin ku rêjîma Sûriyê bi piştgiriya Rûsiya ango rê kirina wî gelek herêmên Sûriya kontrol kiriye. Her wiha ji pêşketinên leşkerî zêdetir di aliyê siyasî de, her weha di nav de ku komên çekdar yên ASA’yê li Idlibê kom kirine.
Operasyona li ser Başûrê Sûriyê ev demeke di rojeve rêjîma Sûriyê de ye, Başûrê Sûriyê bi taybet Derayê ku bûye navenda dawî ya komên çekdar hejmara komên ku niha tê de ne bi qasî 30 heta 40 hezar çekdarî ye û ev hejmara ku ji 24 firqe û lîwayan pêk tê li heremên Dera, Hewd El yermûk, Şam, Siwêda û Quneytira belav dibin.
Îro Dera di rojeva Rêjîma Sûriyê de ye. Ev heftiyeke li ser ragihandinê tê belavkirin ku rêjîma Sûriyê amadekariyên operasyoneke berfireh li Der’a dike. Her weha gelek sewqiyata leşkerî şandin başûrê Der’a. Lê di mijara Der’a de li ser asta navdewletî gelek deng veda û bû mijara nîqaşan di navbera dewletên hegomonîk de, pirs ewe ku gelo Rûsiya û Rêjîma Sûriyê dikarin Der’a kontrol bikin…? Her weha çima Der’a bû rojeva hêzên hegomonîk ?
Helwesta hêzên hegomonîk ji bo başûrê Sûriya û bi taybet Der’a?
Di dema ku rêjîma Sûriyê sewqiyata leşkerî şande Der’a û amadekariyên operasiyonekê dikir, di destpêkê de Rûsiya helwesta xwe nîşan da û diyar kir ku ewê cihê xwe di vê operasiyonê de negire. Rûsiya di giraniya mijara başûrê Sûriya de bû ku ev mijareke hesas e, bi taybet ji ber ku komên çekdar ên artêşa azad yên li başûrê Sûriya heya astekê piştgiriya xwe ji aliyê Amerîka û Birîtaniya ve digrin, lewra ev biryar da.
Her wiha ji ber ku Der’a li ser sînorê Israîl e. Amerîka jî bi riya daxuyaniyek fermî rêjîma BAIS’ê hişyar kir û ji aliyê xwe ve Israîl jî rêjîm tehdît kir.
Li gorî itifaqa Astana Der’a para Îranê ye
Li gorî ku diyar dibe mijara Der’a yek ji bazarên ku di nabvera Rûsiya, Tirkiyê û Îranê de hate kirin. Li gorî ku encamê Asatana li ser erda Sûriyê hate xuyakirin ku Rûsiya heya astekê çeteyên girêdayî dewleta Tirkiyê li Idlibê komkirin, Tirkiyê Cerablûs heya Ezaz heya Afrîn dagir kir, dibe ku Der’a jî para Îranê be.
Li gorî ku idîayên Amerîka û Israîl gotin ku, gelek milîsên Îranê xwe di nav feyîleq û tabûrên girêdayî Rêjîma Sûriyê de bi cih kirine û di bin navê artêşa Sûriyê de niha li Der’ayê Şer dikin. Lewra Amerîka û Israîl ji bo operasyona li ser Der’ayê helweta xwe wiha nîşandan ku divê Îran nêzî sînorê Israîl nebe.
Rûsiya tevlî vê operasiyonê bû
Li gorî ku çapemeniya Israîl dan diyar kirin ku şêwirmendê ewlekariaya netewî ya Israîl û Rûsiya di 19’ê Pûşberê de ji bo gihiştina itifaqekê bi Israîl, Urdin û Amerîka re li ser mijara başûrê Sûriya li Moskoyê civiyane.
Rûsiya niha helwsta xwe guhertiye û tevlî vê operasyonê bûye, li gor ku xuya dike ku ev itifaq di ne di derbarê bi cih bûna milîsên Îranê li başûrê Sûriya û Der’ayê be. Her wiha Amerîka jî li hişiyar bûna xwe ji Rêjîmê re xwedî derneket, dibe ku di vê civînê de gihiştibin itifaqekê.
Di encamê de rêjîma Sûriyê bi hevkariya Rûsiya operasiyona li ser Başûrê Derayê destpê kir. Lewra artêşa Azad odeyên leşkerî yên cur be curr li Derayê dan avakirin. Her wiha bi hezaran şîniyên Derayê koçberî Urdin bûn, lê Urdin jî deriyê xwe ji bo koçberan venekir. Her weha li gorî ku Amerîka beriya operasyonê hişyarî da rêjîmê ku tu operasyonan li başûrê Sûriyê pêk neyne, niha tu gavên cidî li ser erdê ji bo Der’a yê navêtiye.
Li gorî ku tê xuya kirin rêjîm dê operasyona xwe li başûr dewam bike, lê gelo wê bi serbikeve an na? . Li gorî çapemeniya artêşa azad di rojekê de artêşa azad du balafirên Rêjîmê anîn xwarê, li aliyekî din jî çapemeniya Rêjîmê dibêje ku hin gundwarê Der’a kontrol kirine.
Li aliyekî din jî dibe ku Rûsiya garantî dabe Israîl û Amerîka ku Îran li wê herêmê bi cih nebe, ji ber vê yekê mirov dikar bêje ku bê erêkirina Amerîkayê, rêjîm û Rûsiya nikare li Der’ayê operasyon destpê bike.
(Xemgîn Orkêş)
05.07.2018
Rojev24