LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Xezeba Zeytûnê li dijî binpêkirinên çeteyan berdewame

Xezeba Zeytûnê li dijî binpêkirinên çeteyan berdewame

NAVENDA NÛÇEYAN – Ji dizî, talanî, revandin, kuştin, serdegirtina malan û heqareta li her pêkhateyên civaka Efrînê ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê yên ASA’yê berdewam dike. Di nava rojekê ji kiryarên cur be cur re şewtandina zeviyên Efrînê ji aliyê çeteyan ve tê kirin. Tola Efrînê ya Xezeba Zeytûnê jî berdewam dike, herî dawî ji aliyê Yekîniyên YPG/YPJ’ê ve 5 çete di encama du çalakiyên taybet de hatine kuştin.

Berxwedana Serdemê ya tola Efrînê lidar e, dewleta Tirk û çeteyên wê yên ASA’yê rojane kiryaraên xwe yên li ser sivîlan û xwezaya Efrînê de zêde dikin. Di çarçoveya vê yekê de di nava rojekê de ji aliyê çeteyan ve 7 sivîl hatine revandin, zevî û malên sivîlan hatine şewtandin û heqaret li kesên temen merzin hatiye kirin.

Ji aliyekî din ve jî Yekîniyên Parastina gel da ku sivîlan ji zilma çeteyan xelas bikin operasyona Xezeba Zeytûnê ya li ser çeteyên ASA û dewleta Tirk didomîn, di vê çarçoveyê de û li gorî daxuyaniya Yekîniyên YPG di du çalakiyên taybet li beranberî çeteyan de 5 çete hatine kuştin.

Hêjayî bi bîr anînê ye ku di nava herêma Efrînê de ji dema dagirkeriya bajar ji 18 adarê de bê aramî heye. Hejmarek ji teqîn û rewşa awarte di nava bajar de pêk hatine. Hin çavkaniyên ji herêmê eşkere kirin ku niha di nava bajar de dîwar têne danîn da ku bê aramî were kontrol kirin, lê çavkanî eşkere kirin ku bê aramiya heyî ji ber nakokî û rewşa hundirîn a çeteyan ne.

Revandin, heqaret li sivîlan, şewtandin” çanda çeteyên Tirkiyê ye

Di 11 Tîrmehê de çetetên artêşa Tirk ên ASA’yê Lîwaya Elmuntesir Bilah, Lîwaya Mihemed Elfatih û Ehfad elresûl bi ser malekê ya sivîlê bi navê Hisên li gundê Badîno yê girêdayî navçeya Racoyê de girtin û hemû tiştê di fabrîkayê de hatin dizîn (Ji Betariyê Elheram) û piştre fabrîke hate şewtandin.

Di 12 Tîrmehê de çeteyan li gundê Mosakê yê bi ser navçeya Racoyê de di saetên derengî şevê de girtin û 4 sivîl ji gund revandin. Çavkaniyan eşkere kirin ku piştî kontrol kirina malan ji aliyê çeteyan ve alavên Teknîkî ji telîfon û Kombutran ve hatin desteser kirin.

Li gorî agahiyan navê sivîlên ku hatine revandin wiha ne: Saîd hisên mûsa (60), Xalid hisên mustefa (47) tevî erebeya wî, Enwer elî muslim (26) û Selah elî bedal (23). Çavkaniyan destnîşan kirin ku kesên hatin revandin ber bi cihekî ne diyar ve hatin veguhestin.

Di 12 Tîrmehê de çeteyên Tirkiyê yên Koma Siqûr Elşemal bi ser gundê Abdûn yê girêdayî navçeya Biliblê de girtin û destdirêjî li ser kesên temen mezin kirin ku ew li qadekê kom kirin û heqaret li wan hate kirin. Çavkaniyan eşkere kirin ku çeteyan ji her malbatekê li gund qederek ji pere ne kêmî 100 hezar dolarî xwest û ew bi behaneya parastina gund diyar kirine.

Di 12 Tîrmehê de çeteyên dewleta Tirk bi ser gundekî yê Efrînê de girtin û 3 ciwanên gund ên endamên partiya Pêşverû girtine, li gorî zanyariyan navê ciwanên ku hatine revandin wiha ne: Hişmend menan şêxo, Rbdilhemîd ehmed silêman û Necîb mihemed ebdo.

Komên çete her weha şewtandina zevî, daristan, fabrîke û malên Efrîniyan zêdetir kirine, di vê çarçoveyê de hate eşkere kirin ku çeteyan daristanên Meydankê, Raco, Şingliya, Zara, çiyayê Meydan ekbesê, Bexçeyê zeytûnan li Atmana, Koblaka, Şera û Berbana şewitandine.

Tola Efrîn tê kirin, çalakî û hemle ji bo Efrînê berdewain

Her çiqase kiryar û binpêkirinên der heqê Efrînê de tê kirin Yekîneyên Parastina Gel YPG/YPJ bi çalakiyên taybet di nava Efrîn de radibin. Li gorî daxuyaniya Yekîniyên Parastina Gel herî dawî di çarçoveya operasyona Xezeba Zeytûnê de şervanan 2 çalakiyên taybet li Efrînê lidarxistine ku di encama wan de 5 çete hatine kuştin.

Ji aliyekî din ve jî çalakvan û saziyên Rojavayê Kurdistanê û Ewropayê ji bo Efrînê çalakiyan lipêşdixin, çalakvanên Efrînê li ser Torên civakî dest bi hemleyên mezin kirine. Hemleya ku ji aliyê çalakvanan hatiye destpêkirin bi navê “Efrîn dişewite” ye. Di hemleyê de hate eşkere kirin ku dewleta Tirk û çeteyên wê hemû daristanên Efrînê dişewitîne her weha heqaret û binpêkirinan der heqê sivîlan de pêk tînin.

12.07.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً