LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Wêneya DAIŞ û Tirkiye her bihevre ye!

Wêneya DAIŞ û Tirkiye her bihevre ye!

NAVENDA NÛÇEYAN- Di demên dawî de cardî tevgera çeteyên DAIŞ’ê li heremên di bin serweriya ASA de aktîv bûye, di lêkolîn û şopandina vê mijarê de derket holê ku komên ASA ji ber hevalbendî û yekbûyîna bi DAIŞ’ê re hakimîyeta serweriya wê mumkine. Dewleta Tirk ku li pişta komên ASA ye rê dide tevgerandina azad ya DAIŞ’ê ku bi vê yekê bi wan re dibe yek û bê ti şerî serweriya xwe feriz dike. Herî dawî jî Istixbarata Tirkiye perspektîv daye koma çete ya DAIŞ’ê ya bi navê Cund ElŞam ku ber bi Efrînê de biçe ku ev di çarçoveya operasyona Dera û piştî wê Idlibê ya tunekirina terorîstan de ye.

ElNusra û Komên opozisyonê sedema serweriya DAIŞ’ê li ser heremên Sûriyê ye

Bi derketina komên çekdar û avabûna wan di dema kirîza Sûriyê de bi îdaaya dijberiya rêjîma Sûriyê, di sala 2011 an de Rêxistina Terorîst a Cebhet ElNusra bi serkêşiya Mihemed Elcolanî hate avakirin. Cebhet ElNusra bi awayekî lez û bez dest avêt hemû komên çekdar li Sûriyê û gelek kom xiste bin sîwana xwe de, ji ber ku di ideolojiya wan koman de jî ferq û cudatiyek ji ya ElNusra tune bû, ev yek rê da ku ElNusra di nava çend mehan de bibe girîngtir hêzên şerker li Sûriyê. ElNusra bi rêxistina terorîst a DAIŞ’ê li Efxanistanê bi serkêşiya Elzewahirî di Nîsana sala 2013 an de dibe yek ku bi vê yekê têkiliya wê xurt dibe û ev di riya dengekî qeydkirî yê Ebû Bekir Elbexdadî ku hatiye belav kirin de hate ragihandin, ku bi Dewleta Elislamî li Şamê û Iraqê hate binavkirin. DAIŞ’ê bi vê yekê dest bi kontrolkirin û mûdaxeleya gelek heremên li Sûriyê û Iraqê kir û ev yek bê pevçûn dibû, ku di sala 2013 an de heremên Reqa, Minbic, ElBab û Cerablusê dagir kir ku ev herêm ji aliyê komên çekdar ên ASA ve ji DAIŞ’ê re hate radest kirin. Çavkaniyên ku ev yek piştrast kirin diyar kirin ku dema DAIŞ’ê derbasî van hereman bûn di nava çend saetan de bû û eşkere kirin ku DAIŞ’ê wekî artêş derbasî van hereman nebû lê ew kom di nava DAIŞ’ê de hatin birêxistin kirin ji ber ti cudahî di terz, rêbaz û ideolojiya wan de tune ye.

Ger yê dijber komên ASA be DAIŞ’ê ti zehmetiya serweriyê nakşîne!

Derketina çeteyên DAIŞ’ê li Idlibê tekez dike ku ti cudahî di navbera komên çekdar û koma ElNusra ku dewleta Tirk piştgiriya wê dike û DAIŞ’ê de tune ye. Ev yek dibe sedema derketina DAIŞ’ê li her deverê bê ti zehmetiyan. Di riya wêneyên ku DAIŞ’ê belavkiriye rastiya vê zêdetir tê eşkere kirin ku di hin wêneyên ku ji aliyê DAIŞ’ê ve hatine belav kirin de eynî şêwazê komên çekdar e wekî darvekirin û cezaya bi cilê Birtiqalî (Orang). Ev yek di belafirgeha Ebû ElDihûr de derket wekî ku çeteyên DAIŞ’ê ji binê erdê derdiketin. Di eynî demê de hate zanîn ku DAIŞ’ê wê demê bi cilê xwe yê Şera’î derket û silognan xwe davêt. Nimûneya vê yekê jî li heremên Minbic, Reqa û îro li Efrînê jî têne jiyîn û bi taybet di aliyê cilên jinan û ferzên islamiya radîkal de.

Dîmenê sala 2013 an ê derketina DAIŞ’ê dûbare dibe

Wekî ku di jorê de hatiye ziman jî ku DAIŞ’ê bi ti şerî an pevçûnekê derbasî heremên di bin seeweriya komên çekdar ên artêşa ASA’yê nebûye, sînaryoya ku pêk dihat tevlîbûn û yekkirina DAIŞ’ê û wan komên çekdar bû. Li Idlibê eynî sînaryo dûbare dibe ku niha parêzgeha Idlibê di bin serweriya Cebhet ElNusra û hin komên çekdar ên bi ser Tirkiye de ye. Li gorî zanyarî û daneyên heyî hate piştrastkirin ku heremên niha di bin sîwana komên çekdar ên ASA de ji DAIŞ’ê re hatine firotin lewra bi lez û bez DAIŞ’ê serweriya xwe li ser wan hereman feriz dike ango DAIŞ’ê ji nişkava ve di wan hereman de derdikeve û şaneyên wê li wan hereman jî hene.

Di derxistina rastiya vê yekê de gelek deng û wêneyên ku vê yekê eşkere dikin hene, ku derdikeve holê ku komên çekdar ên piştgiriya xwe ji Tirkiye digrin DAIŞ’î ne û ev di wêneyên li Efrînê de derketin holê. Her weha di riya qeyda serçeteyê koma Tirkiye ya nû bi navê Ebdidlhemdî Elsanî (Omer hîlal) ku ragihand nêrîna wî ya hemberî DAIŞ’ê nayê guhertin û got: Ezê şerê DAIŞ’ê nekim. Ev yek girêdan û ideolojiya van koman bi DAIŞ’ê re eşkere dike.

Tirkiye komên terorîst li Sûriyê destek dike

Tevî serweriya Heyet Tehrîr El Şam (Cebhet Elnusra berê) di Tîrmeha 2017 an de li ser parêzgeha Idlibê û nêrîna civaka navdewletî li ser heremê wekî navendeke xeter a rêxistinên terorîst. Cebhet Elnusra serweriya xwe li ser tevahiya aliyên aborî û eskerî yên Idlibê kir û ev yek piştî pevçûna bi koma Ehrar Elşam de pêk hat. Herî dawî serweriya xwe li ser dergehê Bab ElHewa yê bi sînorê Tirkiye re feriz kir. Tirkiye tevî vê yekê ti pirsgirêkê di vî alî de bi vê koma terorîst re nakşîne û ti carî rastî pevçûnekê pêre nehatiye. Ev yek rastî û têkiliya Tirkiye bi komên terorîst li Sûtiyê derdixe holê ku di riya komên çete re û di bin parastina wan de leşkerên artêşa Tirk derbasî Idlibê dibin.

Hêjayî bi bîranînê ye ku ev kom di riya têkiliya wan a bi aliyê Tirkiyê re gelek kesan derbasî Tirkiye dikin bê ku ti astengî û zehmetiyan bikşînin.

Tevgerandina azad a DAIŞ’ê li heremên di bin serweriya komên ASA de

Di 9’ê Hizêranê de çeteyên DAIŞ’ê cardî li herêma Idlibê aktîv bû, çavkaniyan tekez kir ku pêre çalakiyên kuştin û serjêkirinê di navbera çeteyên DAIŞ’ê û Heyet Tehrîr ElŞam (Cebhet ElNusra) de destpêkir, çavkaniyan ev yek bi daxwaza herdu aliyan a serweriya li ser heremê eşkere kir. Bi vê yekê çeteyên DAIŞ’ê 3 endamên girêdayî Cebhet ElNusra kuşt û ev di bin biryara Wîlayeta Idlibê ku DAIŞ’ê nav lê kiriye serê wan bi cilê Birtiqalî hate jêkirin. Li gorî daneyên heyî ev çalakî bersiva êrîşa li ser çeteyên DAIŞ’ê li gundê Keferhind li gundewarê Silqîn pêk hat ku Cebhet ElNusra 6 endamên DAIŞ’ê bi tûhmeta şaneyên razayî serjêkiribûn. Agahiyên herî dawî yê tevgera DAIŞ’ê li herêma Idlibê:

Di 6’ê Tîrmehê de çeteyên DAIŞ’ê teqîna ku di otombêla çeteyên Feyleq Elşam de li gundê Hezra li herêma Eldena ya bi ser bakurê Idlibê de girt ser xwe.

Di 7’ê Tîrmehê de çeteyên DAIŞ’ê ragihandin ku çalakiyek ewlekarî li parêzgeha Idlibê li dijî çeteyên Heyet Tehrîr Elşam de pêk aniye. DAIŞ’ê rgihand ku di vê çalakiya armanc kirin çeteyan de li ser riya Ermenaz-Kefertexarîm yek çete hate kuştin û 2 jî hatin birîndar kirin

Di 13 Tîrmehê de çeteyên DAIŞ’ê ragihandin ku pişt bi dehan çalakiyên tesfiyekirinê li Idlibê çalakiyên xwe yên ewlekarî ber bi gundewarê rojavayê Helebê de biriye. Di vê çarçoveyê de çeteyan endamekî yê komên çete li Darit Iza li ser riya Tirmanîn li gundewarê Helebê kuştiye.

Çeteyên Cund ElŞam bi perspektîvê Tirkiye dê berê xwe bide Efrînê

Dewleta Tirk bi dayîna perspektîvan ji komên çete re ku gelek ji wan girêdayî DAIŞ’ê ne, duh di 16’ê Tîrmehê de hate eşkere kirin ku dewleta Tirk perspektîv daye çeteyên Cund ElŞam ku li Idlibê bi cih dibûn ber bi Efrînê de biçin.

Di çarçoveya itîfaqa Rûsya a valakirina Derayê ji komên çete ku hin komên çete lihevkirina bi rêjîma Sûriyê re qebûl nekirine ber bi herêma Efrînê de hatine şandin. Duh li herêma Sicnî ya bi ser bajarê Derayê ve 15 Bas ber bi Bakurê Sûriyê ve hatin şandin, karwanê destpêkê ku ji Derayê hate derxistin ji 350 çeteyî tevî malbatên wan (1000) kesî pêk dihat.

Li gorî agahiyên ku ji aliyê Çavdêriya Kurd hatiye belavkirin de hate tekez kirin ku duh çeteyên Cund ElŞam ku bi ser DAIŞ’ê ve ye (Ji yekemîm komên ku ideolojiya DAIŞ’ê wergirtiye) derbasî gundê Celme û DêrBelût li navçeya Cindirêsê ya bi ser Efrînê de bûye.

Tirkye di xaka Sûriyê de bê komên çekdar û terorîst nikare bilive

Ji destpêka şoreşa Sûriyê de dewleta Tirk da ku derbasbûna xwe ya xaka Sûriyê rewa bike destek da gelek komên çekdar bi taybet yên bi ser Opozisyona Sûriyê ku navê ASA li xwe dikin. Tirkiye bi armanca derbasbûna Sûriyê û hevalbendiya komên çete ku hin ji wan mîna Cund ElŞam bi ser DAIŞ’ê ve ne gelek heremên Sûriyê xiste bin serweriya xwe û heta rêvebirina wan hereman bi ser Tirkiye de biriye wekî heremên ElBab, Cerablus, Ezaz, ElRayî û herî dawî Efrînê jî. Di gelek belge û isbatên ku di operasyona dagirkeriyê ya li ser Efrînê de hatiye pêk anîn komên bi ser DAIŞ’ê derketin ku eynî rêbaz, sembol û silogan radikin. Tirkiye bi vî rêbazî koman dixe bin kontrola xwe de ku niha 104 komên ASA di bin navê cuda de li hermên Başûrê Sûriyê, Efrînê û taybet li Idlibê belav bûne.

Rûsyayê bi hevalbendiya Rêjîma Sûriyê operasyona li ser Başûrê Sûriyê di 20 Hizêranê de ragihand û ev operasyon bi hevkirina bi komên çete re heta niha li heremên navenda Derayê, Riya Elsed, Kampe, Sicna, Elmenşiya, Xiriz û Sewamê pêk hatiye ev tê wateya tesfiye û helandina gelek komên çekdar di operasyona Rûsya û rêjîma Sûriyê de ku dê ber bi herêma Idlibê navenda bi cihbûyîna komên terorîst û di serî de Heyete Tehrîr ElŞam (Cebhet ElNusra berê) de ye. Rûsya hişyarî da komên çete ên li Derayê ku ber bi Idlibê ve neçin ji ber ku eniya wan piştî Derayê Idlib e.

Tirkiye di berteka yekemîn a bernaberî vê operasyonê de garantî da parastina Ildibê ji ber piraniya komên ku destekê dide wan lê bicih bûne (Komên çekdar ên li Idlibê di lîsteya terorê de ne). Tirkiye bi vê wesîleyê wê rê nede ku komên ku heta niha di xizmeta bercewendiyên wê de tevdigeriya ne bi dawî bibin, lewra ihtîmala tevgerandina Tirkiye gengaze. Tevgera yekemîn ya dewleta Tirk ew bû ku komên xwe hin ber bi Tirkiye û hin jî ber bi herêma Efrînê de bişîne. Herî dawî hin çeteyên bi ser DAIŞ’ê ve ji zindanên Efrînê hatin derxistin û hin ji çeteyan bi ser sînorê Tirkiye ve hatin şandin.

Komên çekdar ên di bin serweriya Tirkiye de raste rast perspektîvên xwe ji Istixbarata Tirkiye MÎT digrin, ev gava veguhestina Cund ElŞam jî di çarêoveya operasyona Rûsya a paqijkirina herêmê ji terorîsta ye, lewra MÎT Tirkiye kete tevgerê û çeteyên xwe belav kir da ku wan biparêze.

16.07.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً