LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Ji sedî 90 pêkhate Kurd e û xwendin dê bi zimanê Erebî-Tirkî be!

Ji sedî 90 pêkhate Kurd e û xwendin dê bi zimanê Erebî-Tirkî be!

NAVENDA NÛÇEYAN -Dewleta Tirk da ku heremên Bakurê Sûriyê bi ser Tirkiye de berde û guhertina çandî li wan hereman pêk bîne li heremên Ezaz, ElBab, Cerablus, ElRayî û Efrînê zimanê Tirkî feriz kiriye û ev di çarçovey qirkirina netewên din ê herêmê ye. Agahiyên ku hatine bidestxistin eşkere dikin ku gelek dibistanên Efrînê bûne girtîgeh û navendên eskerî ku ev bi xwe re rweşa xerab a herêmê ku bi hezaran zarok ji xwendinê dê bê par bimînin diyar dike.

Herêma Efrînê di nava salên şoreşa Sûriyê de di aliyê perwerdê de gelek gavên giring avêt ku di nava herêmê de gelek dibistan, peymangeh û zanîngeh jî hatin vekirin, di vê çarçoveyê de pêvajoya xwendina bi zimanê kurdî dihate dîtin ji ber ku ji sedî 90 zêdetir pêkhatyeya Efrînê Kurd in. Bi vê yekê şoreşeke xwendinê li herêmê hate afirandin ku di nava dibistanên wê de li 318 dibistan bi kêmanî 50 hezar xwendekar hebûn. Her weha li kêleka dibistanan peymangeh ji bo ziman û her cureyên fêrkirina qursên zimanên din her weha çand û cur be cur beşên sosyal, aborî û çandî di nava 17 peymangehan de hatibûn vekirin. Ji derveyî vê jî li herêma Efrînê zanîngeh jî hebû ji 4 beşan pêk dihat di nav de hezar xwendekar dihatin amade kirin. Di berdewamiya sîstema xwendinê û bi dawîkirina asta xwe ya xwendinê di dema dawî de li herêma Efrînê 3500 kadroyên pispor di hemû aliyên xwendin û perwerdeyê de hatin amade kirin.

Ji ber topbaranê xwendin û perwerde rawestiyan

Dewleta Tirk bi komên girêdayîn wê yên ASA’yê bi hinceta parastina sînorê Tirkiye û rizgarkirina niştecihên Efrînê ji terorê wekî ku îdaa dikir ku herêm ne aram e di 20’ê çileyê de êrîş bi ser herêma Efrînê de anî û dest bi topbarana her deverê kir ku dibistan jî para xwe jê dîtin. Di topbarana bê ser û ber a belafirên dewleta Tirk de dibistan,peymangeh û zanîngeh rawestiyan ku dewleta Tirk cihên giştî yên sivîlan hedef digirt da ku sivîl ji herêmê derkevin.

Li gorî agahiyên ku hatin bidestxistin de di encama topbarana li ser herêma Efrînê 60 dibistan hatin xerakirin, alavên 200 sibistanan hatin dizîn û zerar gihiştin wan. Her weha 30 xwendekar di encama topbranê de jiyana xwe ji dest dan û 5 jî birîndar bûn.

Dibistanên Efrînê veguherîne navendên eskerî û girtîgeh

Hejmarek zêde ji dibistanên herêma Efrînê ji aliyê leşkerên dewleta Tirk û çeteyên bi ser ve ji bo girtîgeh û navendên eskerî hatin vekirin ku di wan dibistanan de sivîl têne işkence kirin, li gorî agahiyên ku ji aliyê Navenda Belgekirina Binpêkirinên li Bakurê Sûriyê hatine dayîn navên dibistan û navendên esekerî ên çeteyan hatiye dayîn, ev agahî hatin parve kirin:

-Dibistana Emîr Xebarî ku li navenda bajarê Efrînê dikeve veguherî navenda Istixbarata Tirkiye

-Dibistana Ezhar Efrîn a taybet veguherî biryarageha Istixbaratê ku girtîgeh jî di hundirê wê de heye û dewleta Tirk dîwarekî çemento lki dora wê avakiriye.

-Dibistana Xerab Şeran veguherî navenda Polîsê.

-Dibistana Şeran a Seretayî veguhrî Geraca erebeyan û embar.

-Peymangeha Şehîd Viyan Amara veguherî biryargeheke eskerî

-Zanîngeha Efrîn veguherî qadeke a sewalan.

-Dibistana ElTihad ElErebî veguherî navendeke eskerî.

-Dibistana Feysel Qido veguherî navendeke a leşkerên Tirk û Polîsên Sivîl.

-Dibistana Amadeyî ya Bilibilê veguherî navendeke eskerî.

-Dibistana Şehîdan li Cindirêsê veguherî Nexweşxaneyeke eskerî.

-Dibistana Amadeyî li Cindirêsê beşek mezin jê hate xerakirin û qada wê veguherî navendeke eskerî.

– Dibistana Lîse û Amadeyî li Racoyê di encama topbranê de hatin xerakirin û qada wê veguherî navendeke eskerî.

-Dibistana Seretayî ûNavîn li Racoyê bi temamî hatin xerakirin.

Perwerde û xwendin veguheriye bi zimanê Tirkî û Erebî

Piştî ku dewleta Tirk bi komêm çete yên ASA’yê Efrînê dagir kir û hemû niştecihên herêma Efrînê koçber kirin ku di destpêka topbarana li ser navenda Efrînê di 18 adarê de hemû gel ber bi herêma Şehbayê de çûn û 300 hezar koçber di sê kampan de hatin bi cih kirin, di encama itîfaqa Tirkiye bi Rûsyayê re da ku Xutayê ji çeteyan û malbatên wan vala bikin berê 41 hezar çeteyên Xutayê tevî malbatên wan dane Efrînê ku niha li Efrînê malbatên çeteyan lê hatine bi cih kirin. Dewleta Tirk da ku komên çete ên girêdayî wê razî bike Efrînê wekî herêmeke Erebî Tirkî bi ser Tirkiye de dê berde, lewra ji dema dagirkeriya Efrînê û heta niha hemû pankart, navê dikan û saziyan veguherandina Tirkî-Erebî.

Ji dema pêvajoya dagirkirinê û bicihkirina çeteyên Xutayê li Efrînê, hate eşkere kirin ku niştecihên Efrînê ji mala xwe hatin derxistin ku di encama van kiryaran de jî gelek sivîl hatin revandin û kuştin. Çeteyên Xutayê ji aliyê olî her weha yê ziman ve zext û zilm li niştecihên Efrînê kirin ku di dibistanan de mamosteyên Xutayê zimanê Kurdî qedexekiribûn û keçên biçûk jî serê wan hate girtin ev ji bo zarokan acizî û zirarek pskolojî anî.

Agahiyên ku ji herêmê hatine bidestxistin de eşkere dikin ku dewleta Tirk ji bo ku çanda herêmê qirbike dest bi sîstemeke nû ya xwendina perwerdê kiriye ku ew jî bi zimanê Erebî û Tirkî ye û di nava dibistanan jî alên opozisyonê, Tirkiye û wêneyê Erdogan têne bilind kirin.

Ji aliyê xwe ve Wezareta Xwendin û Perwerdeyê ya Hikûmeta demekî ya Sûriyê di 27’ê Gulanê de ragihand ku ew li ser minhacekî nû yê perwerdeyê li Efrînê kar dike.

Dewleta Tirk biryar da Buroyên li parêzgeha Helebê û meclisên li heremên di bin serweriya Mertala Firatê de ku zimanê Tirkî di merheleya xwendina seretayî heta lîseyê were xwendin. Li gorî çavkaniyan ev biryar di civîneke nûnerên dewleta Tirk bi kombûnên Axterîn, Ezaz, ElBab, Cerablus, Bezaa, Qebasîn, ElRayî û hemû dibistanên li bakur rojhilatî Heleb heta Efrînê hate feriz kirin.

Çavkaniyan eşkere kirin ku ev biryar ji dema ku hatiye dayîn ketiye pratîkê ku niha zimanê Tirkî ji merheleya Seretayî bi 2 saetan di nava heftiyê de, ji merheleya Navîn û Lîse re 3 saet di nava heftiyê de têne dîtin. Çavkanî destnîşan kir ku saetên xwendina zimanê Tirkî dê di rojên pêş de zêdetir bibin. Ji aliyekî din ve jî hate eşkere kirin ku minhacê nû yê xwendinê li ser perwerdeya Islamiya radîkal, partiya AKP di nav de wêneyên Erdogan û ala Tirkiye pêk tê.

18.07.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً