NAVENDA NÛÇEYAN- Li Iranê gelek caran jin rastî karên bê exlaqî, xwekujî kuştin, êşkence, revadinê tên. Lewra ji ber zêdebûna êrîşên rewşeke metirsî di nav jinên Iranê de rû dide.
komara Îslamî ji sala 1979’an de heya niha bi hezaran kes tên bidarvekirin, recim kirine (kevirbaran) û kuştinê. Ji xwe rewşa kurdê Rojhilatê Kurdistanê (an jî herêmêm rojavayî Îranê) ji vê yekê ne dûr e, dewleta Îranê li rojhelatê Kurdistanê zexta herî zêde li dijî kurdan bikar tîne. Bi awayekî ku li Îranê herî zêde çalakvanên Kurd yên siyasî-sivîl tên girtin, êşikence û îdamkirin.
Her wiha rewşa jinê û û Pîvanên maf û jiyana wê li Îranê ji berê de hatine diyarkirin. Bi taybetî di riya saziyên bi hêz ên îdeolojîk, perwerde, mizgeft û malbatê de . Di heman demê de ev pîvan li ser civakê hatine ferz kirin û rojane li Îranê mafê jin û jiyanê tê binpêkirin.
Di heman çarçovê de, yek ji mafên ku giştî belgenameyên navneteweyî yên girêdayî mafên mirovan amajê pê dikin ew “mafê jiyanê” ye. Mafê Jiyanê mafê herî bi nirx yê mirov e. Komara Îslamî ya Îranê di asta navnetewî de weke yek ji rejîmên herî binav û deng di binpêkirina mafên mirovan de tê nasîn, rejîma Îranê mafê jiyanê bi awayeke eşkere û berfireh binpê dike mînaka wê ya herî dewî jî qetlkirin û şewitandina Çalakvana Mafê Mirovan Meryem Ferecî bû.
Kampanya Parastina Mafên Girtiyan
Di 15’ê Tîrmehê de Kampanya Parastina Mafên Girtiyan ragihand ku polîsên Tehranê êvara 15’ê mehê cenazeya jineke êşkence lê hatiye kirin û hatiye şewitandin dîtine. Piştî ku têsta DNA’yê li ser cenazê hate kirin, eşkere bû ku ew cenazeya xwendekara Kurd e Meryem Ferecî ye ku berî niha bi 10 rojan li Tehranê winda bibû.
Meryem Ferecî Temenê wê 33’ê salî ye. Bi xwe ji bajarê Kermenşah e. Şagirteke di zanîngehê de bû. Her wiha di Şirketeke li Tehranê de kar dikir. Lê bi hinceta ku tevlî xwepêşandanên protestoyî yên dawiya sala 2017’an û destpêka sala 2018’an de bibû, ji aliyê rejîma Îranê ve hatibû girtin. Her wiha Sê sal hikmê zindanê û du sal qedexeya derketina ji derveyî welat ji aliyê hikûmeta Îranê ve li ser wê hatibû birîn.
Dadgeha Şoreşê ya Îranê 3’ê sal cezayê girtîgehê li Ferecî birî bû. Piştre bi şertê serbestiya bi kontrol hatibû berdan. Ferecî diçû qereqolê û îmze da.
Her wiha parêzerê Meryem Ferecî di 14’ê Tîrmehê de li ser Tiweterê kuştin û şewata cenazeya wê ragihand, ku lêkolîn derbarê aliyên ku ev kiryarên hovane derheqê Ferecî de pêkanîne berdewam dike.
21.07.2018
Rojev24