LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / DAIŞ’yên nû bi navê ASA li Efrînê ne

DAIŞ’yên nû bi navê ASA li Efrînê ne

NAVENDA NÛÇEYAN- Dewleta Tirk û komên ASA ên girêdayîn wê ku bi her cureyî sivîlên Efrînê işkence dikin. Niha terzekî nû ji işkencê pêk tînin ku dest û lingên girtiyan jê dikin. Kiryarên ASA û DAIŞ’ê li Efrînê yekin. Her wiha hate zanîn ku bi hezaran ji darên Zeytûnan û daristanên navçeyên Meydankê û Racoyê ji aliyê van koman ve hatine şewitandin.

Ji aliyekî din ve jî û li gorî zanyariyan Dewleta Tirk û komên ASA ji piştî dagirkirina Efrînê di 18’ê Adarê de dest bi guhertina demografiya herêmê kirine, lewra bi hezaran donim ji erd, zevî, bexçe û daristanên navçeyên Efrînê şewitandin e. Di heman demê de tirsê di nava gel de belav dikin. Herî dawî li gorî çavkaniyên herêmê ragihandine ku çeteyên bi ser Tirkiye ve mayinan li ser riya di navbera navçeyên herêman de diçînin û di zindanên xwe de jêkirina lingê girtiyan wekî tarzekî nû yê işkencê bikartînin.

Di 12’ê Tîrmehê de

Artêşa Tirkiyê û komên ASA yên girêdayî wê bi armancan girtina pereyan welatiyên Efrînê direvîn in. Herî dawî 9 welatiyên bi navê Ezet Behrî (60), Cemal Behrî (53), Mihemed Izet (37), Ezîz Şêx Elî (44), Hedî Osman (26), Omer Ehmed Şêx Elî (45), Ehmed Mehmûd (47), Hisên Omer Elûş (52) û Mihemed Mistefa Misto (54) ji gundê Beiyê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê revandin.

Çekdarên girêdayî dewleta Tirkiyê welatiyê bi navê Hisên Şêxo (52) di mejî de astengdar ê ji gundê Mosaka ya herêma Raco revandin û paşê ew li Geliya Tîra kuştin.

Şêniyên gundê Berad a navçeya Şêrawa ya Efrînê cenazeyê kalepîrê bi navê Hemdî Ebdo dîtin. Çekdarên ASA çend roj berê Ebdo revandibûn û agahî jê qut bibûn. Hate gotin ku çekdaran destek û lingekî Ebdo jêkiribûn û ew bi recmê kuştin. 

Ji bo bîranînê di heftiya bûrî de hevjîna Ebdo ya bi navê Sultana Xelîl Naso (70) di bin êşkenceyê de hate qetil kirin.

Dewleta Tirkiyê û çekdarên ASA li Efrînê daran û zeviyan dişewitîne. Li Meydankê û Racoyê bi hezaran donim erd û darên zeytûnê hatin şewitandin.

Di 13’ê Tîrmehê de

Artêşa Tirkiyê û çedarên ASA binpêkirinên xwe yên li kantona Efrînê bê navber didomîn in. Çedaran li gundê Xazyana ya navçeya Mabata zêdeyî hezar darî şewitandin.

Çekdarên Firqeya El-Hemzat a girêdayî artêşa Tirkiyê 4 welatiyên bi navê Hisên Cuma Kirêş (45), Mecîd Ebdo (50), Xeyrî Welîd Umer (27) û Şadî Betal Qedrî (40) ji gundê Basûrî ya navçeya Şêrawa revandin û ew birin cihekî ne diyar.

Di 15’ê Tîrmehê de

Çekdarên girêdayî dewleta Tirkiyê 7 ciwanên bi navê Omer Îbo (25), Hesen Bazo (19), Mihemed Hesen Ibrahîm (23), Welîd Heyder Ilkilo (38), Omer Cuma Eloko (30), Omer Nazo (31) û Ebdo Xoce (35) ji gundê Aysko yê girêdayî navçeya Şêrawa revandin. Çavkaniyekî ji gund da zanîn ku ciwanên hatine revandin li ser destê çekdarên ASA’yê tên îşkencekirin.

Di 16’ê Tîrmehê de

Artêşa Tirkiyê û çekdarên ASA li navenda navçeya Mabata ya Efrînê agir berda malên sivîlan, çavkaniyan destnîşan kirin ku artêşa Tirkiyê û çekdarên ASA ji aliyê başûrê navçeyê agir berdan malên welatiyan. Çavkaniyan gotin ku zêdeyî 15 malên sivîlan şewitîn.

Di 17’ê Tîrmehê de

Artêşa Tirkiyê û çekdarên ASA yên girêdayî wê li Efrînê 8 welatiyên di nava de jina ciwan a bi navê Fatma Esed Remedan (22) û bavê wê Esed Mihemed Remedan ê (50) hebûn. Navên 6 kesên din ên hatine revandin nehatin zanîn ên ji navçeya Mabata ya Efrînê revandin û birin cihekî ne diyar.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê destnîşankir ku xortê bi navê Ebdilrehman Mihemed Tobal ku ji aliyê grûpên çekdar ve hatibû revandin û ji ber ku bi awayekî hovane hatibû eşkencekirin, bo nexweşxaneyeke Tirkiyê hat veguhastin.

Li Efrînê du mayîn teqiyan di teqîna yekemîn li ser riya di navbera gundên Basûfan û Burc Heyder ên girêdayî navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê ku bi ajokarekî terektorê ji gundê Burc Heyder ve teqiya, di encam de ajokar birîndar bû .Çavkaniyekî destnîşan kir ku piştî şêniyên gund birîndar rakirin û ber bi gundê Basûfan ve diçûn mayîneke din bi erebeya wan ve teqiya. Li vir jî welatiyek jiyana xwe ji dest da û 3 din jî bîrndar bûn.

Çekdarên ASA yên girêdayî dewleta Tirkiyê welatiyên bi navê Samî Ebdelrehman Hec Xelîl (40) bavê 4 zarokan e ji navçeya Cindirêsê revandibûn. Her wiha ku di bin işkenceyê de jiyana xwe ji dest da.

21.07.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً