LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Şaristaniya kevnar û hewildana qirkirin û asîmleyê (4)

Şaristaniya kevnar û hewildana qirkirin û asîmleyê (4)

Xwezaya heremê di hedefê de ye:Zeviyên Zeytûnê û malên sivîlan dişewtînin

NAVENDA NÛÇEYAN – Herêma Efrîn ku di her alî de rastî qirkirinê hatiye, xweza û sewalên heremê jî para xwe ji dagirkeriyê girtin. Ji dema ku herem rastî dagirkeriyê hatiye dewleta Tirk û çeteyên wê rojane agir bi zevî û malên welatiyan dixin û rê nadin ku welatî agir vemrînin. Armanc ewe ku xwezaya Efrînê û şaristaniya bi hezarên salan ji holê rakin. Ji ber şewtandina bi hezaran hiktarên Zeytûnan aboriya heremê xerab dibe û pêre jî bazirganiya Sûriyê lewaz dibe.

Herêma Kevnar a warê şaristaniyên bi hezarên salan Efrînê ku cihê Rêbiwarî (Torîzm), aborî û Bazirganiyê bû veguheriye daristaneke ji agir. Ji destpêka dagirkeriya li ser Efrînê ji 20’ê çilyê ve bi hezaran hiktarn darê Zetûnê, malên welatiyan û cihên şûnwarî têne xera kirin.

Stratejiya herêma Efrînê

Herêma Efrîn a Bakruê Sûriyê li kêleka çemê Efrînê li Bakurê rojavayî Sûriyê dikeve, rojhilatî wê bajarê Azaz e, li bakurî wê Helebe, li başûr rojavayî wê Idlib e her weha ji aliyên rojava û bakur bi sînor Tirkiye ye.

Nifûsa Efrînê li gorî serjimêriya sala 2012’an 532 hezar û 258 e, lê ev hejmar ji ber koçberiya ji gelek heremên Bakurê Sûriyê wekî Heleb ê zêdetirî bû û milyon jî derbas kir.

Efrîn di nav xwe de 350 gund û bajarokî diger, ji mezintirîn bajarokên wê yên mezin Cindirês, Bilbilê, Şiyê, Raco û Şera ku ev di sîstema rêvberiya wî bajarî de wekî navçe bûn.

Efrîn bi warê Zeytûn tê naskirin û bi hilbirîna xwe ya Zeytûnê û fêkî navdar e. Her weha di Efrînê de riya Tirênê ku ji Tirkiye tê û derbasî Efrîn dibe û heta Helebê diçe ku ev xetek bazirganiya pir giring e heye.

Gelê Efrînê tevî dorpêça ku li ser hatibû feriz kirin li ser du aliyan jiyana xwe berdewam dikirn ku bi riya çandinî û xwedkirina sewalan xwedî terzekî yê jiyan bû. Çandinî roleke xwe ya sereke di aborya bajarê Efrîn de lîst ku ji sedî 70 debara jiyana Efrîniyan li ser çandiniyê bû û piştî wê di asta duymeîn de xwedîkirina sewalan bû.

Di aliyê Rêbiwarî (Siyahî/Torîzma) de Efrîn

Herêma Efrîn li gorî xwezaya wê eniyeke Rêbiwarî ye, ev yek vedgere cihên dîrok û şûnwarî, cihên Rêbiwariyê, hewayê wê, xweza navdar ji çiya û deştan. Herêma Efrînê heremeke aborî û Rêbiwarî giring e ku li Efrînê navendên Dîrokî wekî Çiyaê Lêlûnê (Şikefta Du Derî ku insan beriya 150 hezar sal tê de jiyan kiriye),Keleha Semanê (Kinîseya Seman ElEemûdî), Girê Eyn Darê û Keleha Nebî Horî, li gundê Birad goristana Marmaron (Bavê Tayîfeya Maronî), keleha Kalota û mezarê Şêx Berekat li ser çiyayê Şêx Berekat û bi dehan cihên dîrokî hene. Derfeta ku Efrîn bibû cihekî rêbiwarî rêyên ku hatibûn vekirin lewra gelek kes berê xwe didan Efrîn û li cihên dîrokî, şûnwarî û rêbiwarî de digeriyan.

Xwezaya Efrînê gelek wêneyên xwezaya xweşik digirt wekî deştên bi zebze û fêkiyên cur be cur her weha çiyayên wê. Ji heremên ku cihê herî navdar li Efrînê ne: Kefer cenê, Meydankê (Gola Meydankê), Basûta, Eyn Darê, Ziravkê, Biric Ebdulo, Şelal Kermok. Her weha li heremê xwaringeh û bexçeyên navdar belav bibûn wekî xwaringehên Kaniya Basûtê, ElTaxî, Gola ElBiric, ElSeyran, ElRiman û ElSîwar.

Di aliyê Çandinî de Efrîn

Kantona Efrînê bi çandiniya xwe tê naskirin lewra di heremên de çandiniya Zeytûn, Tirî û fêkî û genim di asta bilind ya hilbirînê de derdiketin. Çargoşeya Efrîn ku 202775 hiktare piranya xwe çandinî ye ji dervey hin cihên wekî daristan, deşt, avahiyên aborî, mala û projeyên giring wekî bendava Meydankê li ser çemê Efrîn û bendava Aşûna li navçeya Racoyê her weha li herêmê cihê Kotek heye ku tê de 12 sewamaa hene tê de genim tê depo kirin.

Cotkarên herêma Efrînê li ser xaka wekî deşt û newal û bi taybet li deşta Cunah cur be cur ji hilbirîna wekî genim, nîsk , şîre û nok diçînin. Her weha her cur zebze li wê heremê tên çandin ku di nav de garisê zer û spî her weha muşimş û simsim,bembo, şewender û çixarê jî heye.

Ji giringtirîn çandinya herêma Efrînê

Zeytûn: Di warê hilbirîna aborî de ji destpêka sedsala 20 an de çandiniya darên Zeytûnê li Efrînê berfirehtir bû heta ku hemû zeviyên Zeytûnê hemû deşt û çiya girtin. Bi vê yekê di asta yekemîn de çandiniya Zeytûnê bû hilbirîna herî destpêkê û bû çavkaniya debara yekemîn a jiyana Efrîniyan ku piraniya niştecihên heremê jî di çandiniya Zeytûnana de kar kirin. Li Kantona Efrînê 250 mekbezên zeytûnê hene, mîna mekbeza Lêlûnê ku bi hemû alavên xwe ji bo derxistina zeytê kar dike.

Hejmara darên Zeytûnan li Efrînê dighêje 18 milyonî ku bi qasî 270 hezar Ton hilbirîna zeyta zeytûna derdixe û li tevhiya Sûriyê û dervey welat belav dibe. Çandina Zeytûnan ku di destpêka Mijdarê de heta çileyê berdeam dike xwdeî bandor û navdariyek a xwesteka tevhiya Sûriye ye.

Çargoşeyeke mezin a darên Tiriyê (Kerma) her weha cureyên din ê fêkî li heremê tên çandin ku ji van berheman cur be cur mireba têne amadekirin û ew ji bo niştecihên Efrînê çavkaniyek giring a jiyanê bû.

Her weha li heremê ji çandiniya têr cur be cur cureyên daran hene wekî Sefercel, Sêv, Hinar, Mişmiş, Bindeq,Fisteq Hejîr hene. Her weha li kêleka wan zeviyan Simaq ku ji ber xwe ve derdikeve û zetera berî jî. Li ser asta Sûriye Hinarên Efrînê di asta yekemîn de ye.

Xwedîkirina sewalan

Di herêma Efrînê de ji ber xwezaya axa wê û çiyayên wê sewal jî têne xwedî kirin, li cihên cografî wekî gundên çiyayî Bizin tên xwedî kirin ku li her gundekî keriyek heye. Li cihên cografî wekî deştan ku li wir pincar û giyayê kin hene pez tê xwedî kirin. Li Çiyayê Lêlûn li aliyê Şêrewa ku cografî kevir e çêlek tê xwedî kirin. Her weha li tevhiya herêma Efrînê xwedî kirina Mirîşkan û hungiv tê kirin ku di aliyê abaorî de tê bikaranîn.

Di aliyê Pêşesazî de Efrîn

Ji giringtirîn berhemên Pêşesazî di herêma Efrîn de fabrîkeye û mekbezên Zeytûnan, çêkirina komirê xwezayî, fabrîkeyên çêkirina Sabûnê, çêkirin û amadekirina keviran, çêkirina Plastîk, fabrîkeyên vexwarinên rûhî, aşên genim û çêkirina nan.

Di aliyê Bazirganî de Efrîn

Herêma Efrîn di bazirganiya Zeyta Zeytûnê, Sabûn û genim û hwd din de bi nav û deng e, piştî kirîza Sûriyê herêma Efrînê di aliyê aborî û bazirganî de xwe lipêşxist ku hîn zêdetir têkiliyên wê yên bazirganiya berfirehtir bû û ew girêdayî serxwebûna wê heremê bû. Ji ber geşedana bazirganî ya herêma Efrînê bû eniya gelek kesan ku di vir de projeya lipêşxin û kar derketin ku bû cihekî yê çêkirina cilan jî. Bi vê yekê bazirganiya heremê gihişte astekî bilind ku rêveberiya heremê ya kantona Efrînê odeyek a Aborî û Bazirganiyê di sala 2014`an de û Meclisa Istismarê avakir. Armanca van herdu saziyan jî rêxistinkirina karê herêmê di warê çandiniyê û bazirganiyê de bû.

Her weha di nava heremê de ji pêşesaziya heremî û ji hilbirîna navexweyî ya niştecihên Efrînê bazarên heftiyê dihatin vekirin û tê de her cureyên hilbirîna niştecihan dihate firtoin.

Operesyona “Şaxa Zeytûnê” û zirara li ser aboriya Efrînê

Ji destpêka dagirkeriya li ser herêma Efrînê ku bi artêşa duyemîn ya Natoyê ev pêk hat ji 20’ê çileyê ve hemû dar û zeviyên heremê, cihên dîrok û şûnwarî her weha herêm rastî topbaran û şewtandinê hat ku di encamê de xwezaya heremê xerab kirin, sewal kuştin û cihên şûnwarî xerakirin, li gorî agahiyê ku hatine bidestxistin ji destpêka dagikeriyê dewleta Tirk û komên girêdaî wê zevyên welatiyan û malên wan dişewitînin.

Çavkaniyên ji nava Efrînê eşkere kirin ku li navçeyên Bilibilê, Raco, Şêrewa, Meydankê û Mebetliyê agir bi zeviyên welatiyan hate xistin, çavkaniyan dan zanîn ku ew agir li kêleka navend û bargehên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê tê kirin.

Da ku herem were şewtandin hate eşkere kirin ku dewleta Tirk û çeteyên wê rê nadin welatiyan ku agir vemrînin.

Li gorî çavkniyan di nava 24 gundên Efrîn de agir bi darên zeytûnan û zeviyên welatiya hatiye xistin. Li gorî daneyên heyî hate piştrastkirin ku ji aliyê dewleta Tirk û komên girêdayî wê ve şewtandina mal û zeviyan hatiye kirin.

Dizî, talanî, şewtandina mal û zaviyên Efrînê

Di 29’ Gulanê de li parêzgeha Hatay “Îskenderon ” li Tirkiyê derasa şandin bajarê Efrîn ji bo musimê genim ên welatiyên Efrîn desteser bikin. Welatiyên herêmê nikarîbûn herin ser zeviyên xwe ji ber istixbaratê Tirkiyê û çeteyên girêdayî wê qedexe kiribûn.

Di 4’ê Hizêranê de girûpa Ehrar ElŞerqiyê dest danî ser xaniyên xelkê li navşeya Reco.

Di 4’ê Hizêranê de li bajarokê Cindirêsê çekdarên grûbên ASA’yê destê danîn ser mal û milkên welatiyên koçber û gefan li Encûmena Sivîl a wî bajarokî jî dixwin.

Di 4’ê Hizêranê de girupên çekdar ên girêdayî dewleta Turkiyê ji kolanên bajarê Efrînê diziya xetên eletrîkê kirin.

Di 11’ê Gulanê de Ferhad Hebîb hate revandin bi hinceta ku wêneya sêlfî li pêşiya dukana xwe girtiye.

Di 6’ê Hizêranê de artêşa Tirk û komên çete yên girêdayî wê avahiya Navenda Yekîtiya Êzdiyan a bajarê Efrînê teqandin.

Di 7’ê Hizêranê de artêşa Tirk û çeteyên wê li gundê kemrok a navçeya Mebetlî destdirêjiyê li ser zeviyên gundiyan kirin û wan zeviyan dibin Tirikyayê, her wiha gundiyan îşkence dikin da ku agahiya ji wan bigirin ku kî ji ber eşkenceya artêşa Tirk a dagirker ji gund derketin e.

Di 7’ê Hizêranê de zeviyên welatiyên Efrînê hatin şewtandin. Artêşa Tirk zeviyên genim û ceh bi firehiya 10 hiktar şewitand.

Di 8’ê Hizêranê de mala welatiyê kurd Cahid Axa Rûbarî li Efrînê hate xerakirin û gefan li xortê eşîrê kirin ku wê malên wan jî xerab bikin ku li hemberî wan bisekinin.

D 8’ê Hizêranê de artêşa Tirk û çeteyên wê bi darê zorê 2 tirmpêlên welatiyên sivîl ên ji gundên Efrînê ji wan stendin.

Di 9’ê Hizêranê de artêşa Tirk û çeteyên wê mal û dikanên welatiyan navçeya Raco û Cindirêsê dorpêç kirin.

Di 10’ê Hizêranê de artêşa Tirk û çeteyên wê bargeheke mûşekan li rojhilatî gundê Mebetlî ava kirin her wiha artêşa Tirk gefa kuştinê li gundiyan kirin ku nêzî bargehê bibin.

Di 12’ê Hizêranê de artêşa Tirk û çeteyên wê agir bi mala welatiyê bi navê Henîf Şikirî li gundê Hec Xelîl xistin û nehiştin ku welatî agir vemirînin.

Di21’ê Hizêranê de artêşa Tirk û çeteyên wê bi darê zorê tirmpêlek welatiyên sivîl ên ji gundên Efrînê ji wan standin piştî ku Mihemed û keca wî bi navê Lanjîn Mihemed Camî revandin.

Di 1’ê Tîrmehê de artêşa tirk û çeteyên wê malên 2 welatiyên ji Efrînê bi bombeyên destan teqandin.

Di 7’ê Tîrmehê de li gundê Miskê ya Cindirêsê koma Ehrar ElŞerqîye careke din dest bi dizîn û talankirina malên gundiyan kir.

Di 7’ê Hizêranê de li gundê Gobekê komên çekdar bi ser gund de girtin, hemû telîfonên gundîyan desteser kirin, tiştên malan talan kirin.

Ggrûpên çekdar agir berdidin çiyayê Hawarê, geliyê Tîra û geliyê Sarisînê û derdora gola Meydankê ku di encama agir de bi sedan darên zeytûn, hinar û darên din ên cur be cur hatine şewitandin û metrisî li ser gundên nêzîkî wan kelam û daristanan çê kiriye.

Di 9’ê Tîrmehê de grûpeke çekdar li navçeya Raco ya Efrînê êrîş li ser mala welatyekî sivîl bi navê Reşîd Mihemed Bekir ku mala wî di nava zeviyê wî de bû kir. Bi şev kilîta deriyê mala wî sikandin û sê telîfon desteserkirin.

Di 9’ê Tîrmehê de grûpa( Feyleq El-Şam) bi ser mala Maimo Maimo de çûn, destên keça wê ya kêmendam girêdan, ew dan îşkencê û 600 hezar lîreyên sûrî ji mala wî dizîn.

Di 9’ê Tîrmehê de 40 çekdarên opozisyona Sûriyê derbasî gundê Bilîlka yê navçeya Reco bûn û 3 nişteciyên vî gundî girtin û ew bi tundî îşkence kirin.

Di 11’ê Tîrmehê de ji ber topbarana li ser navçeya Şêrawa bi obus û hawanan ji aliyê artêşa Tirk ve agir bi zeviyan ket.

Li Meydankê û Racoyê bi hezaran donim erd û darên zeytûnê hatin şewitandin.

Çeteyan li gundê Xazyana ya navçeya Mabata zêdeyî hezar daran şewitandin.

Di 16’ê Tîrmehê de artêşa Tirk û çeteyên wê li navenda navçeya Mabata agir berdan 15 malên sivîlan.

Di 17’ê Tîrmehê de çeteyan Ebdilrehman Mihemed Tobal eşkencekirin, lewra ji nexweşxaneyeke Tirkiyê re hate rakirin.

Di 21’ê Tîrmehê de çekdarên ser bi Tirkiyê ve li navçeya Cindirês a Efrînê bi ser gelek malên welatiyên Kurd de girt û malên wan talankirin. Çekdaran îşkence û heqaret li welatiyên Kurd kirine ku jin jî di nav de hene.

Di 23’ê Tîrmehê de li gundê Mersawa ya navçeyan Bilbilê agir bi zeviyeke darên zeytûnê ket û zêdetir ji hezar û 200 darên zeytûnê hatin şewitandin. Agir bi darên derdora gundê Bêla ya navçeya Bilbilê ket û gihîşt nava gund jî.

Di 27’ê Hizêranê de Komên çete yên artêşa tirk kabloyên ceyranê ji kolanên Efrînê dizîn.

Di 28’ê Hizêranê de piştî ku artêşa tirk û çeteyên wê agir berdan zeviyên welatiyên gundê Soxanika û Basûtê dîsa dar û zeviyên gundê Bûnîkeh a girêdayî navçeya Raco şewitandin.

Di 30’Hizêranê de çeteyan du malên welatiyan teqandin. Mala yekemîn li nêzî kaziya Îşê û ya duyemîn li nêzî Navenda Çandî bû.

Di 1’ê Tîrmehê de koma çete ya bi navê Ketîbet Ehfad ElResûl çend welatiyên ji bajarokê Bedîna yê herêma Raco ya kantona Efrînê revandin. Çeteyan di saetên piştî nîvê şevê de bi ser malên welatiyan de girt û mal û zêrên wan talan kirin.

29.07.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً