LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Çeteyên DAIŞ’ê cardî li Sûriyê têne çalak kirin

Çeteyên DAIŞ’ê cardî li Sûriyê têne çalak kirin

Piştî Xutayê nîqaş û hevsengiyên nû li ser Başûrê Sûriyê taybet Dera û Quneytira zêde bûn, gelek dewletên ku di kirîza Sûriyê de xwedî rolin hewildanên girtina hesaban û parastina sînorên xwe bi çarenûsa Başûrê Sûriyê ve girêdan. Her yek ji dewletên Emerîka, Îran, Israyîl û di serî de Rûsyayê ku rola lihevker lîst gelek guhertin di wê heremê de çêkir, ku gelek kom hatin derxistin û hin jî hatin tehliye kirin û bercewendî û têkiliyên hin dewletan jî li ber çavan re derbas kir.

Piştî itfîaqa di navbera rêjîma Sûriyê bi navbênkaryeke Rûsî û komên çekdar a veguhestina komên çekdar ên ASA’yê ji başûrê Sûriyê ber bi bakurê wê ve, her wiha piştî redkirina Rûsyayê daxwaza DAIŞ’ê ya veguhestina wan ji herêmên başûr tevî çekên wan ên sivik û giran belafirên şer ên rêjîma Sûriyê di 23’ê Tîrmehê de noqteyên DAIŞ’ê û komên çekdar li Hewid El Yermûk li baûşr rojhilatê Sûriyê topbaran kir. Li gorî ajansa Reutersê çeteyên DAIŞ tenê li başûrê Sûriyê li Hewid ElYermûk mabûn ku di encama topbaranê de bi dehan çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.

Li gorî çapemeniya eskerî ya Rêjîma Sûriyê hêzên rêjîmê bi armanca hedef girtina cihê herî dawî li Başûrê Sûriyê ên komên çekdar ku DAIŞ’ê jî di nav de heye sewqiyatên leşkerî ber bi Hewid ElYermûk ve şand. Her çiqase li gorî ku hate encamdan ku ti opersyoneke cidî li wê heremê tune bû jî lê komên çekdar jî îdaa kirin ku amdekariyên xwe yên parastinê kirin, ji aliyê DAIŞ’ê ve raste rast şer û di heremê de mayîn xwedî zehmetî bû lewra wekî ku çawa çeteyçn DAIŞ’ê ji gundewarê Şamê derketin cardin bi itîfaqekê bi rêjîma Sûrî re ber bi çola Palmêra ve werin şandin.

Teqînên DAIŞ’ê li Siwêdayê?

Girêdayî mijara Der’ayê di 25’ê Tîrmehê de DAIŞ’ê li parêzgeha Siwêdayê ya li başûrê Sûriyê 3’ê çalakiyên xwekujî pêk anî, di heman demê de DAIŞ li gundên deroda Siwêdayê yên li bakur û rojhilatê parêzgehê êrîş bi ser hêzên rêjîmê de bir. Çavdêriya Sûriyê ya Mafê Mirovan diyar kir ku di encama êrîşên xwekujî yên DAIŞ’ê de zêdetirî 246 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û nêzî 180 jî birîndar bûn.

Şîniyên parêzgeha Siwêdayî ji mezheba Dirzî a alîgiriyeke mezin ji rêjîma Sûriyê re ne ku hejmarek kêm di parêzgehê de piştgiriya komên ASA’yê kirin, lê ji aliyê rêjîmê ve hatin soyqastkirin.

Çavkanî û daneyên ku ji parêzgeha Siwêdayê hatine girtin de eşkere dikin ku ev teqîn wekî kaxeza zexta li ser niştecihên heremê bi taybet ciwanên wê ye. Rûsya her weha Rêjîam Sûriyê da ku herema ku ji 2014 an de xwe ji şerê Sûriyê prastiye têxin bin kontrola xwe de rewşa ewlehiya wê ji aliyê rêjîmê ve di dema dawî hate ihmal kirin, lewra da ku Rûsya û rêjîma Sûriyê wê heremê ber bi eskerî ve bibin û ciwanên wê di nava Feyleqê Pêncan de birêxistin bike teqînên wiha ango berîdayîna DAIŞ’ê ber bi heremên wiha de vedike li gorî çavkaniyên ji Siwêdayê.

Her weha ev yek li ser daxuyaniya Rêveberê Çavdêriya Sûriyê ya Mafê Mirovan Ramî EbdilRehman hate eşkere kirin ku Rûsya bi êrîşa li ser Siwêdayî tewanbar kir ku Rûsya û rêjîma Sûriyê beriya êrîşa DAIŞ’ê bi çenda rojan serdana Siwêdayî kir û piştgiriya hêzên rêjîmê ji gel xwest û bi armnca parastina herêmê ji êrîşên terorî daxwaza tevlîbûna ciwanên wê herêmê ji leşkeriya rêjîmê re kir. EbdilRehman da zanîn ku DAIŞ’yên êrîşî Siwêdayî kirin ji aliyê Rûsya ve ji kampa Yermûk û herêmên başûrê Şamê ber bi Siwêdayî ve hatin veguhestin.

DAIŞ’ê 17 sivîl di nav de 14 jin revand

Çeteyên DAIŞ’ê ku teqîna li Siwêdayê girte ser xewe piştî êrîşa bi ser gundên derdora Siwêdayê 14 Jinên Dirzî ji gundê Şebkî yê li rojhilatê Siwêda revand. Li gorî ajansa Reuterês navê 20 sivîlên ku ji aliyê DAIŞ’ê ve hatine revandin bibelgekir, li gorî belgeyên ku hatine eşkere kirin piraniya kesên ku hatine revandin jinin û di temenê biçûk de ne.

Wêneyê çeteyên DAIŞ’ê careke din li heremên Sûriyê wekî Reqa û li herêma Başûrê Kurdistanê wekî Şengalê û li herêma Iraqê wekî Musilê dûbare dibe, ku bi hezaran jin revandin û di bazaran de hatin firotin, ev nîşaneya hişyariyên DAIŞ’ê ne.

DAIŞ’ê li rojhilat û bakurê Sûriyê tune dibe

Li herêmên rojhelatî Firatê Operasyona ku di 9 Îlonê de careke din hate destpêkirin bi hemû hêza xwe dewam dike, di çarçoveya hemleya ku bi serkêşiya hêzên Sûriya Demokratîk QSD û bi tensîqa bi hêzên Îraqî re, hêza QSD’ê bajarokê Hejîn xistiye dorpêçê, ji aliyekî din ve jî hêzên QSD’ê dest bi operasyona rojhelatî Şedadê ji bo paqijkirina hemû gundewarê Kantona Hesekê kiriye ku di encamê de bajarokê Deşîşa û gundê Til ElŞayir hatine rizgarkirin. Bi vê gavê di navbera hêzên QSD’ê û sînorê Iraqê de 3’ê km dimîne.

DAIŞ’ê di aliyê esekerî de kirîza tinebûnê li heremên Bakur û rojhilatî Sûriyê jiyan dike, lewra dest bi rêbzaên din yên êrîşê kiriye ku ew nîşaneyên tinebûna xaka di bin destê wê de ye. Herî dawî ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve li noqteya Asayîşan a Sotoro li Hesekê teqînek xwekuj hate pêk anîn. Çeteyên DAIŞ’ê ku nefesa dawî li heremên Bakur û rojhilatî Sûriyê di bin serwriya Rêvberiya xweser de dikşîne şaneyên razayî yên amadekariyên teqînan dikin dişîne.

Aktîvbûyîna DAIŞ’ê li heremên din ê Sûriyê û li heremên di bin sîwana çekdarên Mertala Firatê yên girêdayî Tikiye nesuprîze ji ber ku li kuderê valatî an eniya hembêz kirina DAIŞ’yan hebe ber bi wir de diçin lewra çeteyên DAIŞ’ê ku neçarin li Dêra zorê teslîm bibin ber bi heremên din ê Sûriyê de diçin û ev buyer hatin bi belge kirin ku hejmarek mezin ji çeteyên DAIŞ’ê di opersayona Bagera Cizîrê de da ku dawî li jiyana wan neyê, hatin girtin û di destê wan de pere û belgeyên şexsî hatin dîtin.

31.07.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً