Durûtiya hevpeyman û zagonên navdewletî: 236 buyerên revandin, girtin û işkenceyê
NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî hevpeyman û zagonên navdewletî rewşa ku niha li Efrînê ji revandin, girtin û işkenceyê tê jiyan kirin binpêkirin û tecawiza mafê mirova ye, lê civaka navdewletî li hemberî dagikeriya dewleta Tirk û derbasbûna wê ya Efrînê rê da û li hemberî 236 rewşên girtin, revandin û işkenceya li Efrînê der heqê jin,zarok, rojnemevan û sivîlan bi tevahî bê deng maye.
Herêma Efrînê ku ji aliyê hêza duyemîn ya NATO’yê di 18’ Adarê de hate dagirkirin û bi hezaran ji çeteyên biyanî bi ser wê heremê de anîn, bi hezaran alabatên biyanî li heremê bi cih kirin, bi hezaran niştecihên heremê koçber kirin, bi hezaran sivîlaên heremê rastî girtin, revandin û işkenceyê tên, hemû xewza û êanda heremê ji kevneşopî û dîrokê rûxandin û xerakirin her weha li heremê xwe rewa dike heta roja îro ev yek bê berteka civaka navdewletî maye. Zagonên ku ji aliyê civaka navdewletî ve ji itîfaqên Cinêv û yê mafê mirovan bigere derbasbûna dewleta Tirk wekî dagirkerî pênsa dike, lê ji destpêka dahirkeriyê ev zagon têne binpêkirin û tecawiz kirin bê ku civaka navdewletî xwedî lê derkeve.
Ji destpêka dagirkeriyê ve û bê behaneya derbasbûnê dewleta Tirk milyonek niştecihên herêma Efrînê û koçberên ku lê bichidibûn derxist û ew herem xiste bin kontrola xwe de bê ku zagonên navdewletî bizane lewra rewşa ku niha li heremê tê jiyan kirin ber bi xerabiyê ve diçe bi taybet piştî gihiştina revandina niştecihên heremê ber bi 3 hezaran ve ku tenê navê 236 kesî heta niha hatiye naskirin, hêjayî bi bîrxistinê ye ku ji vê hejmarê 20 rojnemevan hatine revandin û çarenûsa wan ne diyar e.
Piştî ev binpêkirinên ku li heremê hate kirin civaka navdewletî hêjî bê denge ev li gorî mûnezemeyan ne xwedî derketina civaka navdewletî ji zagonên wê re ye. Civaka Navdewletî ku zagonên di Cinêv de îmzekiriye kiryarên ku dewleta Tirk pêk aniye hemû di benda dagikeriyê de ye, da ku ev dagirkerî were dîtin hejmarek kêm ji zagonên ku hatine amade kirin evin:
Revandin û windakirin
Revandin yek ji binpêkirinên ku der heqê mafê mirovan de tê kirin e ku kesê/a tê girtin rastî her cureyê xeteriyê tê û hemû mafê wî/wê yê sereke têne binpêkirin wekî: jiyana azad,tenduristî,ewlehî û mafê zagonî ji dervey bandorên li ser malbat û zarokên wî/wê.
Qanûna girêdayî parastina her kesî ji revandin û windakirinê ku ji aliyê komeleya giştî biryara 47/133 di 18’ê çileya sala 1992 an de wekî pîvan û rêgezên ku dive hemû dewlet pêk bîne hate derxistin, ev biryrar revandin û windakirinê wiha pênase dike: Destgirtina kesan û girtina wan bi zorê an jî wan ji mafê azadiya wan mehrûm hiştin ji aliyê mamûrên dewletê di her astê de, ji aliyê grûpeke birêxistinkirî, kesên bi navê dewletê kar dikin an piştgiriyê rasterast an neraste rast jê digrin bi daxwaza wê an bê daxwaza wê, bê ku çarenûsa wan diyar bikin an itîrafê bi mafê wan nakin ji mafê xwe yê qanûnî têne standin.
Ev biryar zemîna itîfaqa navdewletî ji bo parastina mafê hemû mirovan ji revandin û windakirinê ye ku ji aliyê Rêxistina Netetwên Yekbûyî UN di sala 2006 an de hate derxistin. Bi vê itîfaqê ev têgîn hate fêm kirin û zagona revandin û windakirina kesan hate eşkere kirin ku bi vê yekê REVANDIN Û WINDAKIRINA KESAN tûhmeteke dijî mirova ye ger ku giştî û rêxistinkirî be an jî bi zanebûn be, û li gorî sîstema zagona Cinayî a navdewletî hesab jê tê xwestin.
Itîfaq kiryara revandin û windakirina kesan rewşên şer, tewana bi destpêkirina şer, tinebûna dengeya siyasî li derve û hundir red dike û tekez dike ku di bin çi şert û mercan de be nabe ku kesek were revandin û girtin.
Revandin û windakirina kesan wekî tawaneke li dijî mafê mirovan tê dîtin û di qanûnên nadewletî madeya 4 an de ev bûye biryar.
Mafê ku di dema revandin û windakirinê de têne binpêkirin:
Mafên medenî û siyasî:
1-Mafê kes di itîrafa bi nasnameya xwe ya qanûnî.
2- Mafê kes di azadî û ewlehiya şexsê de.
3-Mafê ku rastî îşkenceyê û lêdanê neyê.
4-Mafê di dedgehên dadwerî û garantiya dozgerî de.
5-Mafê aborî, civakî û çandî ji dilgirtiyan re (parastina malbatê û alîkar
dayîna wan, mafê jiyaneke bi derfet, mafê tenduristiyê û mafê xwendinê)
Itîfaqiya Netewên Yekbûyî ya girtin û revandinê
Ev itîfaqiya yekemîn a peymana navdewletî ku revandina bi zorê itîraf dike û xêz dike an jî qedexe dike, 4 xalê wê yên sereke hene:
1-Radestkirina kesên ku revandin û girtinê dikin û werin dozger kirin.
2-Peyman li ser mafê kesê ku tê revandin û girtin hin tedbîran eşkere dike ku ew kes di cihekî fermî de were hiştin, qeyda wî hebe, û tevgera wî were qeyd kirin her weha bi malbat û şêwermendê xwe yê qanûnî re xwedî têkilî be.
3- Mafê qurbaniyan:Ev xal li kesê ku tê revandin wekî qurbanî dibîne, heta maf dide malbatên wan ku çarenûsa xizmê xwe yê girtî bizane.
4-Komîteya pratîk kirinê: Ev komîte serbixwe û navdewletî ye ji 10 kesên pispor ji bo şopandona xalên peymanê kar dike. Ev komîte ji her dewletekê raporên derbarê girtin û revandinê digre ku ew ji dewletan dixwaze li van kesên ku hatine revandin û girtin bigere. Her weha şekweyên tekane jî diger.
Parastina Navdewletî di Zagona navdewletî li dijî revandin û girtinê
1-Mafê jiyan kirinê, rastî îşkenceyê neyê, mafê itîrafa bi kesayetiya qanînî û hemû mafên sereke.
2-Kar û pratîka Komîteya erkdar der heqê mafê mirovan de, ku hemû dozên li gorî madeya 4 nayên çareserkirin divê pîvanên sereke yê zagona navdewletî ya mafê mirovan bigere ku nabe kesên were revandin rastî binpêkirinên maf xwe tê her weha rêz li hemû rûmetên wî kesî were girtin.
4-pîvanên zagona navdewletî ji bo rewşên şer jî derbasdare. Ev bend kesên ku xeber ji wan qutbûye ji ber rewşa şer û kawsa. (Itîfaqên Cinêv û Protokolên revandin û girtina kesan).
Dewletên ku divê zagona navdewletî ya mirovan pêk bînin, erka lêgerîn û lêpirsîna derbarê rewşên revandinê de divê bikin û bi malbatan re encamên revandinê parev bikin. Ev li gorî madeyên 32,33,34 û 47 a protokola yekemîn e.
Dadgeha Cinayî ya navdewletî di rêzgnameya xwe ya sereke de revandin û girtinê qedexe dike. Ev qanûn ne li gorî revandina giştî ye, revandin û girtina kesan li gorî madeya 7 rewşên kesên ku ji azadiya xwe ve hatine mehrûm kirin ku demeke dirêj berdewam dike wekî tawanek dijî mirovahiyê ye.
Komîteya erkdarkirî bi mafê mirovan ku bi wê mijarê re eleqedar dibe her weha ji bo wê xebat û karê siyasî berdewam dike, itîfaqiya navdewletî ya taybet ji bo parastina kesên ku têne revandin û girtin avakir. Ev itîfaq revandin û girtinê bi kesê ku ji mafê xwe yê azadiyê tê standin di bin çi şer û mracan de û bi çi sedemê be. Li ser mijarê lêkolîn dike û taqîb dike û ev li gorî madeya 1 a itîfaqê ye. Madeya 4 jî ji van biryaran pêk tê:
-Revandina bi zorê û paşguhkirina wê qedexeye.
-Lêpirsîna lez derbarê şekweyên rasthatina revandina bi zorê, malbata bi çarenûs û cihê kesê ku hatiye revandin agahdar kirin.
– Ceza li ser tawana revandinê were dayîn.
-Kar û hevkarî bi dewletên têkildar û bi Netewên Yekbûyî re derbarê revandina bi zorê her weha di vê mijarê de lêpirsîn kirin ku were qedexekirin û were bi dawî kirin.
-Veguherîna bi lez ji bo kesê ku hatiye revadin û zirara ku gihiştiye were derbas kirin.
Parastina qanûnî di Zagona Navdewletî li dijî girtina bi zorê
Girtina bi vî awayî azadiya kes digre û rastî binpêkirinan tê eger ji dervy qanûnê were kirin, bendên navdewletî li ser parastina ji girtina bi zorê disekine. Ev qanûna cîhanî ya mafê mirovan a girtina bi zorê li gorî mafê kes yê azadiyê û ewlekariya şexsî disekine, li gorî madeya 3 ev qanûn li gorî tîma xebatkar a girtina bi zorê ya sala 1991 de ku dibêje girtina kes ger ku li gorî biryreke dozgerî be jî dibe bi zorê egere mercên dadgeh kirina dadwerî bişkîne.
Prastina mafê kes yê ji girtina bi zorê li gorî hevpeymana mafê medenî û siyasî li gorî madeya 9 li ser 3 garantiya ye:
1-Her kesê were girtin ji mafê wî ye ku bizane çima hatiye girtin.
2-Ji mafê kese ku dema were girtin ji ber sedemên cenayî be berê xwe bide dadweran.
3-Ne şerte ku girtina yedek li bendeya dadgehê be û ev rêgeza giştî û resene.
Her weha peyman di madeyên 14 û 15 diyar dike ku garantiyên dadgehê li gorî madeyên 10 û 11 a mafê mirovan dibe, ev garantî wiha ne:
1-pisportita dadgehan a li gorî zagonan bi xweseriya xwe.
2-Ihtîmala ku kesê hatiye girtin ne sucdar be.
3-Kesê ku hatiye girtin sedema girtina xwe zanî be.
4-Ji mafê kese ku asankarî jêre were dayîn ku amadekariyên parastina xwe bike û bi dozgeran re xwedî têkilî be.
5- Ji mafê kesê girtî ye ku bi şahidan tawanbar re nîqaş bike û dikare jî şahidên nefîkirin û redkirinê jî bîne.
6-Ji mafê kese ku li dijî xwe şahîdiyê bike û bi tuhmeta xwe itîraf bike.
7-Ji mafê kesê girtî li pêşiya dadgehê bisekine ku wî hukûmî qebûl neke û ber bi dadgehek bilindtir were rakirin.
Parastina zagonî di qanûna navdewletî ya dijî girtina bi zorê û xerab were îfade kirin Qanîna navdewletî ya mafê mirovan işkenceyê , lêdan, şidet, heqaret û nêzîkatiya bê mirovî li gorî îlana cîhanî ya mafê mirovan madeya 5 û hevpeymana navdewletî a taybet bi mafê mirovan a medenî û siyasî madeya 7 wekî tuhmetekê dibîne.
Parastina navdewletî ya girtina bi zorê li gorî itîfaqa têkoşîna îşkenceyê û cur be cur ji kiryaran wekî tundî, cezaya giran, heqareta li mirovan an li karê wan, hatiye avakirin, li ser van bendan pêk tê:
-Hemû tedbîrên zagonsaz, rêvberî û dozgerî ji bo grantiya parastina kesan ji işkenceyê werin amade kirin.
-Hemû kiryrarên işkenceyê wekî tumatbariyê were girtin û dîtin.
– Hemû kesên girtî her dem di bin çadêriyê de bin da ku rewşa wan ji işkenceyê were parastin.
-Aliyên têkildar garantiya insiyatîfê di destê wan de ye egere kes rastî işkenceyê hat û bi lez dikeve lêpirsîna wê de.
Dagirkerî û binpêkirinên Zagona Navdewletî û Mirovî
-
4 Itîfaqên Cinêv ên sala 1949 an:
Piştî şerê duyemîn yê cîhanê 1939/1945, Itîfaqek ji bo rawestandina şer û sînordar kirin wî hate amade kirin bi taybet ji bo kesên ku tevlî şer nebûne, ev itîfaqî bi navê 4 itîfaqên Cinêv ên sala 1949 an hate naskirin ku 190 dewletan li ser îmze kir, ev itîfaqî wiha ne:
Itîfaqiya yekemîn: Itîfaqa Cinêv a sererastkirina rewşa birîndar û nexwşên hêza çekdar li qadê ye, ev itîfaq sererastkirina itîfaqa Cinêv a sala 1929 an e.
Itîfaqiya Duyemîn: tîfaqa Cinêv a sererastkirina rewşa birîndar, kuştî û nexwşên hêza çekdar di avê de ye, itîfaq sererastkirina itîfaqa Lahay a sala 1907 e.
Itîfaqiya Sêyemîn:Itîfaqa Cinêv a nêzîkatiya dîlgitiyên şere, ku ev itîfaq pêşxistina itîfaqa Cinêv 3 a sala 1929 e.
Itîfaqiya Çaremîn:Itîfaqa Cinêv a kesên sivîl di nava şer de ye ku kesên sivîl di dema şer de diparêze. Ev itîfaqî li ser lîsteya Lahay sala 1907 yekemîn bû. Tê de têkiliya di navbera dagirker û niştecihan de vedike ku ev yekemîn itîfaq parastina sivîlan dike.
Rewşên Dagirkeriyê
Dagirkerî li gorî ”Delîlê Zagona şer ya Hêzên Çekdar” ku ji aliyê komîteya navdewletî ya Selîb ElEhmer ku di sala 2001 an de hatiye danîn de di beşê 9 ji Feslê 1 ji madeya 800 diyar dike ku “Herêm wekî dagirker tê dîtin dema ku ji aliyê çekdarî ve tê dagirkirin û tê de desthilata xwe dimeşîne”
Li gorî itîfaqa çaremîn a Cinêv di 12’ê Tebaxa 1949 an de ku girêdayî parastina mafê mirovan di dema şer de ye, ku dagirkerî di madeyên 24 heta 27 (biryarên ku li ser aliyê dagirker û aliyê ku hatiye dagiker kirin) girtiye dest her weha madeya 47 heta 70 (rewşa kesên sivîl di dema şer de) girtiye dest. Di van madeyan de ev hatiye:
Rewşa Dagirkeriyê: rewşeke rasteqîn ne rewa ye ji aliyê dewletekê li ser herêmeke din hatiye pêk anîn ku di aliyê eskerî û rêveberî de serweriyê li ser wê heremê dike. Wekî di Efrînê de hate dîtin.
Li gorî Zagona Mirovî pêkanîna parastinê der heqê kesan de (Çekdar û sivîl):
1-Kesên ku şer nakin: Kesê ku raste rast dest bi şer nakin, ji aliyê dijmin ve qedexeye ku rastî kiryarên dijber werin û hemû mafên wan ên azadiya kesayetî û milkên wan tê parastin.
2-Zarok: Zarok di zagona navdewletî de tê parastin, zarok di itîfaqiya Cinêv sala 1949 an de û protokolên 1977 ji madeya 77 dide zanîn ku pêwîste zarok cihê rêzdariyê be ku rewşa parastinê ji wan re were tedbîr kirin.
3-Jin: 4 Itîfaqên Cinêv û Protokolên sala 1977 her weha di hejmarek ji belgeyan parastina jin û mêr wekî hev isbat dike ku divê jin jî werin parastin û rastî nêzîkatiyên şaş neyên heta ku werin girtin jî.
4-Rojnemevan: Li gorî itîfaqa Cinêv 3 parastina Rojnemevanan divê were kirin.
Kiryarên Êrîşê
Ji dervey rewşên şer, ev kiryar wekî êrîşên dijber têne hesibandin:
-Êrîşeke bi hêzên eskerî li ser herêmeke din an jî dagirkerî eger demkî jî be.
-Bikaranîna çekan li hemberî herêmeke din an jî topbrankirin.
-Dorpêça berav an jî rêyên herêmeke din.
-Êrîşeke li ser hêzên Bejahî, hewayî û avî yê herêmeke din.
-Hêzên çekdar yê dewletekê di herêmeke din de û ne li gorî itîfaqan mayîna wê bê erê kirina wê heremê.
-Şandina kom an jî çekdarên biyanî bi ser heremeke din ku bi karên binpêkirinê rabin.
Di dema dagikeriyê de rêgezên sereke ên qanûnî ji dagirkeran re van tekez dike:
1-Rewabûna desthildariyê nagire.
2-Dagirkerî tenê rewşeke demkî û mafê dagirkeriyê tenê ji bo wê demê derbasdarin.
3-Desthiladariya dagirkeriyê rêzê li hemû zagonên xaka ku dagirkiriyê dike.
4-Hêza dagirker tedbîrên ewlehî û aramiya wê heremê digere.
5- Hêza dagirker tedbîr û derfetên Paqijiya tenduristî û locistîkê ji niştecihên wê heremê re tabîn dike.
6-Nabe ku bi zorê niştecihên heremê ji hêza dagirker re leşkertiyê bikin.
7-Hemû çalakiyên veguhestina komî ji niştecihên heremê re li hundir û derve re têne qedexekirin.
8-Nabe niştecihên hêrêma hêza dagirker ji herêma ku dagikiriye werin şandin çi bi zorê be û çi bi dilxwazî be.
9- Cezaya giştî qedexeye.
10-Dîlgirtin û rehîne qedexeye.
11- Milkên taybet û giştî nabe werin talan kirin.
12-Milkên çandî nabe werin rûxandin.
13-Kesên ku rastî tuhmetan tên divê mafê wan yê garantiya qanûnî hebe û di demeke kurt de werin dadgeh kirin.
14-Hemû mamûrên tevgera Selîb ElEhmer û Heyva Sor kar û çalakiyên xwe yên mirovî li wan hereman bikin.
Binpêkirina hemû zagon û peymanên navdewletî û ne pêkanînên qanûnî û mirovî tawanên navdelwetî ne, lewra ji hemû mûnezemeyan kar û xebata sînordarkirina wê erke û berpirsyartiya wan e bi taybet û ya civaka navdewletî ye wekî di deriyê 6 û 7 di madeyên 39 û 50 de hatine tekez kirin ku hemû tedbîr li hemberî tawanên navdewletî û taybet tawana şer û êrîşeke çekdarî li dijî heremeke din werin kirin.
01.08.2018
Rojev24