LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Li Efrînê: 23 sivîl hatin revandin û 41 hiktar zevî hatiye şewtandin

Li Efrînê: 23 sivîl hatin revandin û 41 hiktar zevî hatiye şewtandin

NAVENDA NÛÇEYAN-Çeteyên dewleta Tirk rojane li Efrînê kiryarên xwe zêde dikin ku di nava heftiyekê de gelek ciwanên heremê revandin e, zeviyên sivîlan şewtandin û dizî û talaniyê pêk tînin.

Dewleta Tirk û çeteyên wê yên ASA’yê kiryarên xwe yên binpêkirinên der heqê sivîlên Efrînê de berdewam dikin û ev kiryar gihiştine asta herî jor, di nava heftiyekê de li herêma Efrînê ku niha di bin serweiya komên çekdar ên girêdayî Tirkiye de ye 23 sivîl hatin revandin ku ji wan 3 sivîl rastî işkenceyek dijwar hatine û 1 ji wan jî jin e, her weha di nava Heftiyekê de 41 hiktar ji zaviyê sivîlan hatiye şewtandin. Dewleta Tirk û çeteyên wê tqemeniyan li Efrînê bi cih dikin û di encama teqînên li herêma Efrînê de 2 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û 3 jî birîndar bûn.

Di serdegirtina malan her weha dizî û talaniyê de jî çeteyên dewleta Tirk gundên Efrînê, cihên giştî û malan dorpêç dikin ku 2 jin girêdabûn û diziya zêrên wan kiribûn.

Ji dervey herêma Efrînê jî dewleta Tirk gefên xwe yên dagirkeriyê li hemû heremên Bakurê Sûriyê dike, ku ev demeke dirêje kantona Kobanê jî di bin gef û guleyên dewleta Tirk de ye.

Di nava heftiyekê de ev binpêkirin ji aliyê dewleta Tirk ve hatin belgekirin:

Di 24’ê Tîemehê de hêzên artêşa tirk welatiyê bi navê Ehmed Şêxo Reşîd ê ji gundê Kurdo yê navçeya Bilbilê ya kantona Efrînê revand.

Di 26’ê Tîrmehê de Ketîba Firqet El-Hemzat a girêdayî Dewleta Tirk operesyona girtina sivîlan li gundê Qiçoman a navçeya Cindirêsê kir , di encamê de sivîl girtin û navê 13 sivîlan hat naskirin: Esed Cemîl Oskê , Ferhad Xelîl Efendî , Ebdulrehman Osman , Zekeriya Osman , Faiiq Hemo Oskê ,Faiiq Ferîd Xelîl , Armanc Xelî Cebilî ,Ednan Mecîd , Ekrem Mecîd , Xelîl Muhemed Bêk , Ebdo Muhemed Heyder , Fewaz Bekir .

Di 27’ê Tîrmehê de Artêşa Tirk û çeteyên wê dengbêjê gelêrî Hesen Ebdo ji gundê wî yê li navçeya Şêrawa revand. Heta niha der barê aqûbeta Edbo de ti agahî nehatine wergirtin.

Di 28’ê Tîrmehê de Artêşa Tirk û çeteyên wê 3 welatiyên gundê Mosaka yê girêdayî herêma Raco ya kantona Efrînê bi navê Umer Elîko (33), Egîd Mihemed Derdo (28) û Mihemed Hesen Mihemed Derdo (22) ji revandin. Li gorî çavkaniyên welatî ji aliyê çeteyan ve têne îşkencekirin.

Di 28’ê Tîrmehê de Şîniyên gundê Soxanokê ê girêdayî Efrînê diyar kirin ku di mehekî de çetetyên Tirkiyê 41 hiktar zevî û bi hezaran dar şewitandine.

Di 28’ê Tîrmehê de dagirkerên Efrînê firehiyeke mezin ji zeviyên çandiyê yên gundên Hec Hesna ya navçeya Şiyê şewitandin.

Di 28’ê Tîrmehê de Xortek û keçek di encamê teqîna teqemeniyekê de li navçey Cindirêsê hatin kûştin, keç û xort dema ji Ketîba Semer Qend a ku ew dişopandin direviyan rastî teqînê hatin.

Di 29’ê Tîrmehê de hêzên dagirker ên bi navê “Furqet El-Hemzat” di sergirtina li ser malên gundiyên Qîbarê yê Efrînê de jinan girêdidin û zêr û pereyên wan didizin, jinên rastî vê kiryarê hatin, (H.H û Z.H) ne.

Di 30’ê Tîrmehê de Li herêma ku çete li gundê Basûtê yê girêdayî navçeya Şêrewa ya Efrînê bi cih bibûn, teqînek pêk hat , di encam de 3 sivîl birîndar bûn.

Di 31’ê Tîrmehê de derdora 15 rojan e ku dagirkeriya tirk bi roj û şev guleyan diavêje welatiyên gundê Elîşarê ku 8 km li rojhilatê Kobanê dikeve.

Di 31’ê Tîrmehê de Li herêma Cindirêsê ya kantona Efrînê cotkarek dema ku zeviyên xwe cot dikir bi teqîna mayîna leşkerên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wî birîndar bû.

Di 1’ê Tebaxê de Jina bi navê H.S 8 caran ji aliyê çeteyên girêdayî artêşa tirk ve hate revandin. Beramberî serbestberdana wê mîqdareke mezin ji pereyan da çeteyan da ku karibe ji gundê xwe derkeve.

Di 1’ê Tebaxê de Sûka gel (Sûk Şehbî) a li Efrînê ya di bin dagirkeriya Tirk de, ji hêla çeteyan ve dora wê hate pêçan û 3 kes hatin revandin.

Di 1’ê Tebaxê de Komên çete yên girêdayî artêşa Tirk bi ser mala welatiyê bi navê Mehmûd Osîko ve çûn û piştî îşkence li xwediyê malê kirin giştî mal û milkên welatî talan kirin.

Di 1’ê Tebaxê de sivîlek ji herêma Cindirêsê ya kantona Efrînê di encama gulebarana çeteyên koma “Feyleq El-Şam de birîndar bû.

Di 1’ê Tebaxê de Li bajarê Efrînê artêşa Tirk û çeteyên wê ciwanê bi navê Rifet Mûrad revandin û birin Tirkiyê.

Di 1’ê Tebaxê de Komên çete yên artêşa Tirk dukanên bazirganiyê yên pêwîstiyên jiyanî yên rojane veguherandina dukanên firoştina sîlah û kincên leşkerî.

Di 1’ê Tebaxê de Mayîneke ji bermaniyên çeteyên DAIŞ‘ê li navçeya Fafîn a girêdayî herêma Şehbayê hatibû bi cihkiribûn teqiya, di encamê de zarokek birîndar bû.

05.08.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً