LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Jinên Bakur û Rojhilatî Sûriyê nasnameya azadiyê bilind dikin (1)

Jinên Bakur û Rojhilatî Sûriyê nasnameya azadiyê bilind dikin (1)

Jinan xwe birêxistinkir û mafê xwe bidestxist

NAVENDA NÛÇEYAN- Şoreşa Jinê ne tenê binavkirin, jinên Bakur û Rojhilatî Sûriyê di riya xwe birêxistinkirinê de û avakirina komînên jinan mafê xwe yê zagonî bidestxistine û di hemû aliyên civakî, aborî, çandî, siyasî û eskerî de rolek giring lîstine.

Di şoreşa 19’ê Tîrmehê de bi çirûska şoreşa Bihara Gelan pêla ber bi qadan û sînor şikenandin di hemû aliyên civakê de derket, ev taybet ji bo jinan firsend û roleke dîrokî bû.

Şoreşa ku bi şoreşa Jinê hatiye pênasekirin di nava rûpelên xwe de jinan gelek pêşketin li ser asta heremî û navdewletî pêk anî, jin di aliyê siyasî, eskerî, aborî, perwerdehî û hwd de, di aliyê rêxistin kirina civakê de xebatek bi bandor kir.

Jinên ku di Sûriyê de xwedî cihekî besîd û nûnertiya civakê dikirin de û zêde rola wê di hemû aliyan de dernekt di aliyê mamûrtiyê de cihê xwe girt û asta wê di xizmeta civakê ya bijîşkî, mamostetî de bi piranî ma. Jinên ku li Sûriyayê dixwendin û xwendina xwe berdewam dikirin de wezîfe digirtin û bi vî şeklî jinên din di malan de an di nava erdan de wekî çanda jin a bi xwezayê re mijûlbûyîn re ma.

Şoreş di wate û têgehê xwe yê guhertinê de ji bo jinan biharek bû, di lêkolîna mijara jinan li Sûriyê de jinên taybet li Bakurê Sûriyê di her aliyan de xwedî proje û rêxistin in û ev di sedsala 21 an de tecrûbeyeke dîrokî di nav xwe de dihêle lewra jinên ku îro xebatê jinan li Bakur heta ber bi Rojhilatî Sûriyê ve birine rêxistineke jinan heye.

Di lêgerîna jin di şoreşa 19’ê Tîrmehê de çi kiriye û çi lipêşxistye gelek proje hatin dîtin yek ji tecrûbeya ku hatiye rûniştandin Komînên jina ye, ev komîn bi wateya kombûnê tê û çavkaniya xwe ji civaka xwezayê ya jiyana mirovan beriya bi hezaran salan tê wekî ku mirov di bin taybetiya jiyana komînal yanî bi hev re rengekî didin jiyana xwe jin wiha tevger dikin.

Bi komînên ku hatine avakirin komîte hatine avakirin ku ew komîte ji yên Tenduristî, aborî, xizmetguzarî, Derayî û komberatîvan pêk tê.

Komînên jinan li Bakurê Sûriyê projeya pêşxistina civakbûyînê ye

Komînên jinan ku gelek çalakiyan pêşdixe, di serî de hemû pêkhateyên civaka Sûriyê ji kurd, ereb, Suryan û hwd ji pêkhateyên din dihewîne, bi vê yekê pêkhateyên civaka Sûriyê di riya van komînan têkiliya civakî ya navbera hemû netewan xurt kir, lewra jinên ku di nava komînan de cihê xwe girtin bi pirsgirêk her weha sîstema jiyana civakê re mijûl bûn.

Jinên di nava komînan de komîteyên taybet bi jinan avakirine di riya van komînan de pirsgirêkên jinan, mafê wan û serrasetkirina mijarên girêdayî jinan digirin dest. Li gorî ku hate eşkere kirin jinan di riya van komînan de hin çlakaiyên taybet jî organîzekirine wekî serdana malbatan, xwedî derketina li zarok û jinên bê kes û dest bi projeyên taybet kirine.

Mal û navendên taybet ên jinan

Bi pêşketina xebatê jinan ên di gelek qadên civakî, aborî û siyasî de jinan ji bo organîzekirina karê xwe û kombûyîna jinan û jiyana xwe bi sîstem kirin dest bi vekirina malên jin û navendên taybet ji bo jinan kirin lewra malên jinan li hemû gund, navçe û bajarên Bakurê Sûriyê hatin vekirin û di dema dawî de jî hate eşkere kiirin ku ew mal li heremên Rojhilatrî Sûriyê jî wekî Reqa û Minbicê jî vebûye.

Jinên Rêveber ku cihê xwe di van malan de digrin hemû di bin sîwana Kongireya STAR (Yektiya STAR berê) xebatê xwe yê xweser didin meşandin, jiann dane zanîn ku di van malan de dozên jinan di bîroya Sulhê de, komîteyên aborî, komîteyên çalakiyên jinan, komîteyên Perwerdê hene. Bi vê yekê jinan xwe weha bi sîstem kiriye ku di nava giştî xebatê li Bakurê Sûriyê tê meşandin xwedî rengin.

Kongireya STAR rêxistina jinên li tevahiya Bakur û Rojhilatî Sûriyê ye

Kongireya STAR (Yekîtiya STAR berê) di 15’ê çileya 2015 an de hatiye damezrandin, ev Yekîtiya Jinan bi armanca rêxistinkirina jinan û têkoşînkirina wan ji bo bidestxistina mafê wan di hemû qadên jiyanê û civakê de û rola jinan e. Di 25’ê Sibata 2016 an de Yektiya STAR kongireya xwe ya 6’an ango Kongira yekemîn a Kongireya STAR ku navê Yekîtiyê bû Kongirê ve hate guhertin. Kongireya Yekemîn ku li bajarê Rimêlan yê bi ser herêma Cizîrê ve bi tevlîbûna 251 jinan hate lidarxistin.

Desteya Jin nûnertiya jinên Bakurê Sûriyê di Rêvberiyê de dike

Piştî rizgarkirina hemû heremên Bakurê Sûriyê ji rêjîma Sûriyê û li hin hereman ji çekdarên ASA û Cebhet ElNusra rêvberiya xweser a niştecihên heremê xwezayî hate kirin û di riya avakirina komîteyên parastinê ên gel bû. Di 21’ çileya 2014 an de Rêvberiya Xweseriya Demokratîk a li Bakrurê Sûriyê hate avakirin ku di nava xwe de 22 Desteyan ku Desteya Jin jî di nava de dihewîne.

Desteya Jin yek ji desteyên Encûmena Cîbicîker re, ku aliyekî fermî yê têkildarî dozên jin ên civakî, aborî, çandî, siyasî û Zagonî ye. Ev deste ji têgeha Netewa Demokratîk pîvana sereke ya karê xwe dimeşîne û li ser pîvana dadweriya civakî û guhertina erênî ya jinan, têgehên kevneşop ku pêşketina civakê asteng dike her weha ji bo avakirina civakeke Ekolojî, Demokratîk û rizgariya Cinsî kar dike.

Desteya Jin ji bo jinan planên strartejîk û avaker di hemû aliyan de ku parastina mafê Jinê bike û zagonên wê erê bike de kar û xebata xwe dimeşîne.

Projeyên Desteya Jin:

1-Projeya Yekemîn: Mala Parastina Jinan ji tundiyê di 4’ê Îlona 2014 an de hate avakirin. Ev mal li ser perwerdekirina jinan a zimanê dayikê, pêşxistina hunrên wan û berneameya geşkirina jinan lipêşdixe.

2-Projeya Duyemîn: Projeya serjimêriyê ku di 29’ê Gulana 2014 an de destpêkir. Ev serjimêr taybet bi jinên li herêma Cizîrê hate kirin ku armanc jê ew bû ku rêjeya jinan ji (Jinên ku hatine berdan, yên bê xwendin, jinên bî, jinên gazî) hate amadekirin ku heta 6 mehan berdewam kir. Armanc ew bû ku derfetên kar ji Jinan re were vekirin û li gorî wê proje lipêşxist.

3-Projeya Sêyemîn: Rewdeyên zarokan, ku li sernaserî heremê ji bo zarokan cihên fêrkirinê hatin vekirin.

4-Projeya Çaremîn: Rêgez û zagonên sereke yên jinan di 12’ê Tîrmeha 2014 an de derxist.

5-Projeya Pêncemîn: Dukana Eştar ya karê destan ku di 9’ê Îlaona 2014 an de hate vekirin.

6-Projeya Şeşemîn: Mala Zarokên bê kes ku di 12’ê Gulana 2015 an de hate vekirin.

7-Projeya Heftemîn: Mala Zarokên xwedî pêdiviyên taybet li bajarê Qamişlo di 9’ê Sibata 2015 an de hate vekirin.

8-Projeya Heştemîn: Navenda Şehîd Emara ya Pskoloîk di 2’ê Tebaxa 2015 an de hate vekirin.

9-Projeya Nehemîn: Fabrîkeya Înana a xwarinên destan ku di 7’ê Cotmeha 2015 an de hate vekirin.

Jinên Bakurê Sûriyê di her alî de xebat meşandiye taybet di milê perwerdehiyê de ku jin di riya navenda taybet û zanista Jin Jineolojiyê dewreyên jinan lipêşdixin. Jinên li Bakurê Sûriyê di riya xwe li ser vê zanistê perwerde kirin dîroka jin a ku hatiye veşartin her weha girêdana wê ya bi xwezayê re fêr dibin.

06.08.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Rûsya û Turkiye li ser Idlibê û Bakurê Sûriye negihştin formekê

NAVENDA NÛÇEYAN- Hikûmeta Rûsyayê ragihand, ew razî nînin Turkiye “herêma aram” ya ku li nav …

اترك تعليقاً