LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Operasyona Idlibê:Qonaxa tunekirina çekdarên Tirkiye ye

Operasyona Idlibê:Qonaxa tunekirina çekdarên Tirkiye ye

NAVENDA NÛÇEYAN – Di ihtîmala destpêkirina operasyona li ser parêzgeha Idlibê ya li Bakurê Sûriyê de, itîfaq û lihevkirin ji aliyên hêzên bi bandor li ser qada Sûriyê wekî Rûsya, Tirkiye, Îran û Emerîka çêdibe, ku herî zêde yê ku dikeve bin barê berpirsyaretiyê de dewleta Tirk e ku xwe wekî bav ji wan komên çete re raghandibû, lewra dewleta Tirk ji bo xwe û hevalbendiya xwe ya bi Rûsya re mecbûre hin seriyan ji kokê de rake.

Idlib di navbera pêvajoya radestkirin û parvekirinê de: Tirkiye xwediyê fêdê bû

Parêzgeha Idlibê ya ku li Bakurê Sûriyê dikeve, di destpêka sala 2011 an de serjimêriya wê gihişte 2 milyon kesî, lê di 7 salên ji şoreşa Sûriyê de ji ber rewşa bi hezaran koçberiyê her weha bicihbûna penaberan ev hejmar hate guhertin. Idlib yek ji parêzgehên Sûriyê yên ku di sala 2011 an de li dijî Rêjîma Sûriyê derkete xwepêşandanan, ku parêzgeha duyemîn piştî Reqayê ji bin kontrola Rêjîma Sûriyê derketiye.

Parêzgeha Idlibê li gorî itîfaqa Asatana 6 di 15’ê Îlona 2017 an de kete nava herêma çaran a kêmkirina şer. Niha li herêma Idlibê piraniya komên çekdar bi cih dibin, ji giringitirîn van Koman “Koma Heyet Tehrîr ElŞam(Cebhet ElNusra berê)” ku piştgiriya xwe ji Tirkiye werdigre, piraniya herêm û dergehên Idlibê di bin serweriya wê de ye.

Idlibê ku di sala 2015 an de bi tevahî kete bin kontrola Komên çete ên ASA’yê de, di pêvajoyên giring ên pevçûnên di navbera komên çekdar de derbas bû, ji giringtirîn wan pêvajoyan:

Di 23’ê adara 2015 an de bi serkêşiya Ceyş ElFetih ku niha parçe bûye operasyonekê li dijî rêjîma Sûriyê hate kirin û di nava 5 rojan de bajar bi giştî ji bin kontrola Rêjîma Sûriyê derxist.

Di dawiya sala 2015 an de Ceyş ElFetih ku ji gelek koman pêk dihat rastî parçebûnê hat û ev bi destpêkirina vekşandina Cund ElEqsa bû.

Ceyş ElFetih bi ragihandina Heyet Tehrîr ElŞam ve û avakirina rêvberiyeke sivîl ji wê heremê re hate helandin. Li gorî zanyariyan pevçûnên parvekirinê di navbera komên çekdar li wê heremê de destpkir ku pevçûn di navbera Cebhet Feth ElŞam (ElNusra û Heyet Tehrîr ElŞam) û komên opozisyonê û herî zêde Ehrar ElŞam derket.

Piştî demeke ji pevçûn û nakokiyên li wê heremê her weha bi piştgiriya Tirkiye Koma çete ya Heyet Tehrîr ElŞam dergehê Bab ElHewa yê bi Tirkiye re kontrol kir, çavkaniyên taybet ji heremê eşkere kirin ku Tirkiye rê da ku ev kom serweriyê li ser vê dergehê bike da ku serbest tevgerê bike.

Di 17’ê Îlona 2017 an de û piştî itîfaqa Astanayê Tirkiye dest bi şandina karwanê xwe yên eskerî ber bi Idlibê ve kir ku li Kampa kevin a bi navê (ElMuxeym ElQedîm) li nêzî bajarê Reyhaniyê li beranberî Dergehê Bab Ehewa kir.

Nexşeya Eskerî li Idlibê:

-Komên çekdar ên ASA’yê li heremên Seraqib, Meret ElNuman û aliyekî ji Cebel ElZawiyê belav dibin.

-Heyet Tehrîr ElŞam li navenda bajarê Idlibê û heremên derdora wê, Xanşêxûn, Erîha û li Cisir ElŞixûr her weha gundewarê bakurî Idlibê û parçeyek mezin ji gundewarê Başûrê Idlibê belav dibe.

Nîşaneyên operasyona li ser Idlibê

Piştî kontrol kirina rêjîma Sûriyê ji heremên Başûrê Sûriyê re, pirsa gelo wê rewşa dawî ya Idlibê çi be derdikeve. Di vê derbarê de gelek analîz her weha şîrove û ji aliyê hêzên ku xwedî rolin di vê hevsengiyê de daxuyanî û têkilî pêşketin.

Idlibê ku luqmeya dawî ango miradê tekane yê komên opozisyona Sûriyê yê bi navê ASA’yê maye, her hêzek ji aliyê xwe ve sînaryoyekê amade dike û hewildana pêkanaîna wê wekî çîrokekê pênase dike, lê li gorî ku diyar dibe mijara Idlibê di navbera herdu hêzên Tirkiye û Rûsya de wekî xeteke zirav ku di nav xwe de gelek itîfaq û lihevkirinan vedişêre ye. Tirkiye ku xwe wekî mertalekî li pêşiya Idlibê danî, ji ber 12 noqteyên wê yên çavdêriyê xeteriya serweriya li Sûriyê dê jiyan bike, ji aliyê Rûsya ve ku di nava herdu hêzên rêjîma Sûriyê û Tirkiye de jî maye her carekê ber bi aliyekî ve diçe da ku wan razî bike.

Li gorî ku diyar dibe ev buyerên dawî li Sûriyê û bi taybet piştî lizet û zewqa ku rêjîma Sûriyê piştî derbasbûna wê ji Derayê girt rehetiyek da avakirin, ku hate destnîşan kirin ku cardî bi kontrol kirina rêjîma Sûriyê a ji Derayê re rehetiyek li gel hêzên Israyîl û Emerîkayê jî çêbû.

Li aliyekî din ve jî lihevkirinên nû yên ku derketin pêş wekî lihevkirina Îran, Rûsya û Tikiye ku herdu heremên ElFûa û Kefreya ku di bin serweriya HizbElah de bûn hatin radestkirin. Girêdayî mijarên lihevkirinên ku derdikevin jî Lûtkeya di navbera herdu serokomarên Emerîka û Rûsya Tramp û Potin li Helsenkî de bû, ku hate eşkere kirin ku yek ji mijarên sereke ên hatine nîqaş kirin Idlib bû, lê heta niha bi awayekî zelal naveroka wan nîqaşan nehatiye eşkere kirin û ev nîşaneya pêşbîniyên hin razîkirina aliyên itîfaqekê ji bo Idlibê ye, ku ev diyar dike ku ev doza Idlibê hinehkî dê dem bixwaze ango wê wekî avekê bê deng biherike û çareser bibe?

Danûstandinên li ser pêşeroja parêzgeha Idlibê çi bûn?

Di berdewamiya nîqaşa li ser Idlibê û nîşaneyên ku me behsê kirin de danustandinên Rûsya û Tirkiye derbarê pêşeroja parêzgeha beranberî Hema û Helebê Idlibê de rola Tirkiye beranberî sûdgirtina Rûsya ji çi lihevkiirnê be derdixe holê.

Di çerçoveyê de Erdoxan eşkere kir ku wê bi hemahengiya li gel Rûsya derbarê Sûriyê de nîqaşan pêşbixe bi taybet derbarê rewşa Idlibê û Derayê de. Her wiha piştî hevdîtina ElBirêks li Cohansbêrg herdu aliyên navborî soza hevkariya du alî li Sûriyê dan. Erdoxan ji aliyê xwe ve ragihand û diyar kir ku hevdîtina bi Potin re hesûdiyê ava dike û Potin jî ev hevdîtin bi hevdîtinên gavavêtinên derbaskirina aloziyan bi nav kir, ku ew alozî tekez di nava xwe de aloziya Sûriyê jî diger.

Ji aliyekî din ve Mosko rûpela mudexeleya leşkerî weke zextekê bi kar tîne. Derbarê vê yekê de daxuyaniya Esed vê yekê tekez dike dema gotiye ku piştî operesyona Derayê wê Idlibê dest pê bikin. Tê zanîn ku operesyonên rêjîma Sûriyê bê mudexeleyek hewayî ya Rûsyayê nayên kirin.

Ji aliyê helwesta Emerîka ve analîzek xurt derneket ji ber ku Emerîka di helwesta xwe de xuya dike ku dê tiştekî zelal neke û ji aloziya Sûriyê hinekî bê deng bimîne û şertên xwe deyne ser maseyê, bi taybet ev di itîfaqa Başûrê Sûriyê li Derayê derket. Emerîka piştî lutkeya Helsenderbarê mijara piştgiriya wê ji hêzên Kurdî re bi taybet piştî daxuyaniya van hêzan a ji bo operesyona Idlibê nîqaş derdikevin holê.

Emerîka bi daxuyaniya nûnera Emerîka di Netewên Yekbûyî Nike Helî de hişyarî di derbarê vê opersyonê de da û got ku rêjîm û hevalbendên wê helwesta xwe ya leşkerî bi hêz dikin da ku êrîşê li ser Idlibê pêk bînin. Nûnera Emerîka di berdewamiya axaftina xwe de got tedbîrên hebûna sivîlan li wan herêman divê ji aliyê meclisa ewlekriyê ve bi lez werin girtin, ji ber jiyana bi hezaran mirov di xeteriyê de ye. Eger ev hişyariyên Emerîka werin fêmkirin û werger kirin wê bê zanîn ku Emerîka dibêje “bi min re nelîzin” û ev tê wateya ku Emerîka hêj erê nekiriye, her wiha eger ji derveyî erêkirina wê bê çêkirin wê Meclisa Ewlekarî weke ku bi dehan caran kiriye bikarbîne.

Aliyên ku rewşa germ ya vê heremê sar dikin hene

Her lihevkirin di nav xwe de qayilbûnan dihewîne, ev mijar li ser metirsiya Tirkiye tê xuya ku Tirkiye Belgeyek bi navê “Belgeya Spî ya Idlibê” pêşgêşî Rûsyayê kir ku ev demeke bûye rojev û dibe guhertinan bi xwe re bîne, li gorî şopandin û lêgerîna Tirkiye ketina wê ya nava hewlidanan derdikeve û ev belge aliyekî wê ye. Li gorî ku hate eşkere kirin naveroka wê belgeyê ew bû ku plana Idlib ji êrîşê were parastin û ev di aliyê eskerî de bû her weha hate eşkere kirin ku ev plan ji xizmetên ji bo rêjîma Sûriyê re wekî dayîna elketrîk û avê ji nû de her weha vekirira rêya stratejîk ya Heleb-Şamê û rakirina bendên kontrolê pêk tê.

Tirkiye pirsgirêka operasyona eskerî ya li ser Idlibê navxweyî jî çareser dike û kete tevgerê wekî ku çawa 5 komên radîkal ên li Idlibê di bin navê Ceyş ElFetih de kom kir û ev tê wateya xwe şûştina Tirkiye ji wan komên radîkal ku di lîsteya terorê de ne. Bi vê yekê Tirkiye ji hemû Desteyên li Idlibê, Tuge û Komên çekdar ên li Bakurê Sûriyê re vexwendnameyek rêkir û ev yek di çarçoveya nîqaşkirina pêşketinên herî dawî li Idlibê ye, di vir de têkilî û nîqaşên di navera Tirkiye û Rûsya jî derdikeve holê ku Rûsya dizane ku Tirkiye li ser komên li Idlibê xwedî bandore û vê kaxezê ji bo xwe bikartîne.

Li ser naveroka danustandinên Tirkiye bi komên çekdar re li gorî ku hate eşkere kirin radestkirina çekên sivik û giran ên wan koma ye, li gorî analîza ku derdikeve Tirkiye dê zarokên xwe yên ku ji destpêka şoreşê xwedî kiriye nexe nava agir ji ber ku hîn ji bo bikranîna wan pêwîstiya wê heye. Tirkiye ku ev demeke artêşa Netewî dixe rojevê de û carinan navî bikartîne jî daxwaza wê dê ew be ku her car komên ku di bin kontrola wê de ye kêm bike û ew di riya kombûnan an jî tesfiye kirina hin serkêşên radîkal pêk tê û dê dawiyê bike Artêşa Netewî.

Wekî encam dê Tirkiye bi peymana Astana ku Tirkiye bi xwe israrê li ser dike bi komên çete re doza çekan her weha doza Heyet Tehrîr ElŞam çareser bike, lê ev xal jî çiqas dê were pejirandin cihê gumanê ye. Ji ber ku eger mijar baş were xwendin li Idlibê hemû komên radîkal kom bûne ku ew kom di riya lihevkirinan razî nebûne, lewra di Idlibê de ev demeke xwepêşandan û bertek derdikevin û ev ji dervey rewşa teqîn û nakokiyên li wê heremê ye, ev mûdaxele û bavitiya ku Tirkiyê dike tekez dike ku Tirkiye di vê heremê de rola xelaskar dilîze.

Li gorî sînaryoya ku tê amadekirin hin pêşbîniyên ku derdikevin eşkere dikin ku dê lihevkirinek di navbera rêjîma Sûriyê û komên çekdar ên li Idlibê were kirin, diyare ku di vê lihevkirinê de Heyet Tehrîr ElŞam (Cebhet ElNusra) bi tena xwe li qada Idlibê bimîne û sînaryoya muhtemel di vir de ewe ku rastî êrîşekê bi tena xwe û bi pîrozkirina Tirkiye were an jî xwe belav bike û xwe xelas bike û dibe ku wekî her car navê xwe bughere û helandina di nava komên çekdar de çêke û ev ne cara yekê ye ku li saheya Sûriyê ev pêk hatiye.

Ji aliyê xwe ve Rûsya naxwaze hevalbendiya Tirkiye ya du salan ku baş bi kêrî wê hat winda bike, ji dervey vê yekê jî Rûsya nêrîna wê li ser tebaqeya Enqerayê erênî ye ji ber ku baş dizane ku wekî vê tebaqeyê ehmeq hêjî serokatiya Tirkiye nekiriye ku dewletê bi vî awayeî birêvebibe. Ji aliyê Tiriye ve jî hin metirsî hene ku rastî pêlek mezin a koçberiyê were. Ev ji dervey têkiliyên aboriyê di navbera herdu welatên Rûsya û Tirkiye de ye ku di dema dawî di asta mezin de bi taybet ji aliyê Tirkiye ve standina xaza xwezayî ji Rûsyayê tê kirin.

Gefên di vê operasyonê de û amadekariyên wê?

Here çiqase me aniye ziman jî ku ihtîmala operasyoneke eskerî li ser Idlibê tune be jî lê cardî jî ew ihtîmal li dare egere ku tenê şekilî jî be ji ber ku 26’ê Tîrmehê de artêşa Sûriye sewqiyata leşkerî ber bi gundewarê Idlibê ve bi taybet aliyê belafirgeha Ebû ElZehûr û gundewarê bakurê Hemayê de bir. Rêjîma Sûriyê jî da ku vê operasyonê tekez bike û metirsiyê derxe ragihand ku tenê ji bo destpêkirina operasyonê mijara deme. Ev mesace ku rêjîma Sûriyê ye ku guh li ti itîfaqan nake û ewê derbasî Idlibê bibin, ji aliyê xwe ve jî ElCeferî herî dawî ragihand û got Osmaniyan beriya niha 400 sal welatê me dagirkirine, lê niha emê rê nedin ku 4 slan bimînin.

Di demeke ku hevdîtinên di navbera şandeyên Meclisa Sûrya Demokratîk MSD û rêjîma Sûriyê de li Şamê têne kirin, ji aliyê xwe ve Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê Aldar xelîl ragihand ku ji bo operasyona Idlibê ew amade ne.

Ji aliyê komên opozisyonê ve jî daxuyaniyek hate dayîn û li ser zimanê Rêveberê di nava koma terorîst a Heyet Tehrîr ElŞam de Selah ElKurdî eşkere kir ku li dijî êrîşên rêjîma Sûriyê li ser Idlibê amade ne

Hevsengiyên hêzan ji bo Idlibê

Îranê jî aktorekî bi bandor di krîza Sûriyê de bû, lê li gorî rewşa dawî ya Îranê hin zextên navdewletî li ser hene wekî mecbûriyeta vekşandina ji Sûriyê, rewşa wê ya aborî û kelecana hundirê Îranê de, lewra ji aliyê Îranê ve zextek a destpêkirina operasyona rêjîma Sûriyê ya li ser Idlibê heye û armancên Îran jî ji vê yekê heye, li gorî ku diyar dibe sedema bingehîn alozkirina têkiliya di navbera Tirkiye û Rûsya de ye û ew bi xwe têkeve li pey pêşxistina projeyên aborî bi Rûsya re.

Ji bo Tirkiye ji xwe xuya û eşkere ye ku qet ne li gorî dilê wê ye ango di wateya ne li gorî bercewendiyên wê ye. Idlibê, gundewarê Helebê, Efrîn bi lihevkirina bi Rûsya re radestî Tirkiye hate kirin, beranberî vê yekê jî Tirkiye çeteyên di bin kontrola wê de ji heremên Heleb, Qelemon û rojhilatî Idlibê heta belafirgeha Ebû ElZehûr vekşand û ev di çarçoveya ku riya stratjîk a diwelî bigre. Bi vê yekê ji bo Tirkiye kirîze ku cardî pêla koçberiyê ber bi welatê wê ve here. Hin analîzên ku derdikevin jî tekez dikin ku dê Tirkiye hêzên opozisyonê mecbûr bike ku tevlî Astana 10 bibin û ev li gorî Tirkiye Astana xera dike ji ber ku destê wê kin dike.

Ji aliyê Rûsya ve jî armancek wisa heye ku kontrol li ser tevhiya Sûriyê bike û mecliseke leşkerî ava bike ku ew meclis ji artêşa Sûriye, Feyleqa Pêncan, hêzên Opozisyonê ku lihevkirin qebûl kirin, hêzên ElNemir pêk tê. Lê eger mijar bibe Idli incex Rûsya bi riya komên girêdayî Tirkiye derbasî jî bibe.

Ji bo Rûsya armanca derbasbûna Idlibê ne aborî û stratejîk e, lê wekî bargeha dawî ya komên çekdar di bin serweriya dewleta Tirk de dixwaze kontrol bike da ku şiklê dixwaze li Sûriyê pêk bîne û ev di destûrên ku Rûsya amade dike ango kongireyên ku bangî wê dike derdikeve holê. Ji ber ku di nexşeya welatên xwedî bandor di Sûriye de nêrîna Sûriyeke parçekirî nayê pejirandin, Rûsya dê têkeve hewildana vegerandina Idlibê û ew jî di riya hevalbenda xwe Tirkiye de.

Di dawiyê de hebûna Heyet Tehrîr ElŞam di Idlibê de û dagirkeriya wê weke rêbend û asteng ji bo lihevkirina rewşa wê herêmê xuya dike. Tirkiyê ji bo derxistina vê hêzê wê astengiyan bikşîne, dibe ku hinek ji çekdarên wan bêne derxistin, hinek ji wan tevlî komên dîtir bibin û hinek jî bêne tesfiyekirin, lewra rêzefilmên çalakiyên tesfiyekirina peyabilindên komên çekdar ne dûr e û ji xwe tê kirin. Ji nav wan jî navê ElColanî derbasdar e, wek ku çawa bi EbûMusab ElZerqawî Berpirsê Rêxistina El Qa`îdê re li Îraqê hate kirin.

(BARAN CAN)

08.08.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً