ROJAVAYÊ KURDISTAN Û SÛRÎ:
*Artêşa tirk û çeteyên wê welatiyekî din ji Efrînê revand û ber bi cihekî nediyar ve bir.
* Berpirsekî (MSD) ragihand ku di demeke nêzîk de ewê careke din seredana Şamê bikin û li gel berpirsên rêjîmê bicivin.
*Li bajarokê Sermeda yê girêdayî Idlibê, depoyeke cebilxaneyê ya çeteyên dewleta tirk teqiya.
* Şandeyeke Amerîkayê bi serokatiya ٍSefîrê Amerîkayê berê li dewleta Behreyn William Robak serdana bajarê Reqayê kir û bi endamên Meclisa Sivîl a Reqayê re civiya.
* Endamê Komeleya Catholic û Buroya MSD‘ê ya taxa Şêxmeqsûd a Helebê Josef Qebelan tekezî li ser girîngiya xurtkirina diyalogên Sûrî-Sûrî kir û bang kir ku beşdarî kongreyên hundirîn ên çareserkirina aloziyê bibin. Tekez kir ku kongreyên derve tu encamê nagirin.
BAKURÊ KURDISTAN Û TIRKÎ:
* Gerîlayên HPG’ê li Sêrtê qada Herekolê, li girê Şehîd Canxurt li dijî leşkerên Tirk çalakiyek kirin. Di encamê de 4 leşkerên Tirk hatin kuştin.
* Hevserokê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) ê navçeya Çûkûrovayê Haydar Yuksel li Edîrneyê hate girtin.
*Ekonomîst Mustefa Sonmez bal kişand ser krîza aborî ya li Tirkiyeyê û diyar kir ku piştî Arjantînê Tirkiye bûye welatê herî birîsk û ne pêkan e ku rejîma yekzilamî xwe ji vê krîzê xilas bike.
BAŞÛRÊ KURDISTAN Û IRAQ:
*Piştî ku encamên teqez ên hilbijartinên 12’ê Gulanê hatin ragihandin çar partiyên Kurdistanê Tevgera Goran, Îslamî Yekgirtû, Komala Îslamî û Tevgera Demokraîsî û Dadê encamê hilbijartin red kirin.
* Supasalarê Pêşmerge (Cemal Êmînkî) eşkere kir ku hêzên Pêşmerge ha ji liv û tevgerên Heşda Şeibî li sengeran hene û got: Kişandina çekdarên Heşdê nayê wê wateyê ku ew senger valakirin e.
*Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Îranê gotinên Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di derbarê cezayên bi ser Îranê de û helwesta Iraqê li gel wan cezayên Amerîkayê yên li dijî Îranê bi karekî lez bi nav kir.
*Endamekî Hevpeymaniya Fetih ragihand ku Amerîka gefan dixe ser aliyên siyasî ji bo ku Heyder Ebadî careke din jî bibe serokwezîrê Iraqê.
*Desteya Heşda Şebî, biryara hilweşandina hin mîlîşyayên xwe li çend navçeyên Kurdistanî û (rojhilat û rojavayê) parêzgeha Nînewa û çend navçeyên din derxist û tevahiya desthilatdariyê radestî yek kesî kir.
*Perlemanterê Dewleta Yasa di Perlemana Iraqê de (Mihemed Seyhûd) pêşbînî kir, ku Hikûmeta dahatî ya Iraqê tenê şeş mehan dom bike û piştre ji ber nakokiyên siyasî biherife.
*Xwepêşanderên parêzgeha Besera, riya sereke ya dergeha Sefwan ya sînorî li gel Kiwêtê girtin û rê nedan kemyonan ku derbas bibin.
ROJHILATÊ KURDISTAN Û IRAN:
*PJAK’ê bal kişand ser girîngiya avakirina Meclîsa Neteweyî ya Demokratîk a li Rojhilatê Kurdistanê û bi 10 xalan bang li hemû hêz û rêxistinên li rojhilat kir.
CÎHAN:
*Rayedarên Urdunê ragihand ku şaneyeke terorîst ku destê wê di êrîşa li dijî dewriyeke ewlehiyê li rojavayê Umanê de heye, di çalekiyekê de 3 endamên şaneya terorîst hatin kuştin û 5 endamên din jî li bajarê El-Selt hatin girtin.
*Li gorî texmînên Neteweyên Yekbûyî, di şerê heft salan de xisarek ji 388 milyar dolarî li Sûriyeyê bûye.
*Li dijî populîzma rastgir ku li Elmanyayê zêde bûye, bi pêşengiya Seroka Koma Partiya Çep tevgereke nû ya çep rû da. Tevgerê ji niha ve gelekî bal kişand.
*Ispanya û Almanya riyeke hevbeş ji bo çarekirina kêşeya penaberan dîtin û herdu aliyan li ser çawaniya vegerandina penaberan lihev kirin.
12.08.2018
Rojev24