LEZGÎN
الرئيسية / KRONOLOJIYA ROJANE / NÛÇEYÊN SEREKE YÊN ROJANE

NÛÇEYÊN SEREKE YÊN ROJANE

ROJAVAYÊ KURDISTAN Û SÛRÎ:

*Di encama çalakiyek ku Odeya Xezeba Zeytûnê pêk anî 2 çeteyên Feyleq El-Şam yê li gundê Dêr Belût ê navçeya Cindirêsê hatin kuştin.

* Fermandariya Giştî ya QSD`ê diyar kir ku binpêkirin û kiryarên Tirkiyeyê hewldanên çareseriya aloziya Sûriyeyê lawaz dikin.

* Berdevkê fermî yê QSD’ê Kîno Gabriyêl îdiayên dezgehên çapemeniyê yên têkildarî beşdarbûna QSD’ê di şerê Idlibê de li rex hêzên rêjîmê derewandin.

*Ji Rêveberê PDK-S’ê ya girêdayê Encumena ENKS’ê Mihemed Ismaîl, di hevpeyvîna xwe ya bi Rûdaw Tv re li xwe mikûr hat ku ew bi “Meclîsa Sivîl a Efrînê” ku ji aliyê dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatiye avakirin dixebitin.

* Muxalifê Sûriyê yê serbixwe û endamê berê yê Partiya Kar a Komunist Hûsam Elûş got: “Astana pêvajoyeke demekî bû û armancên wê yên taybet hebûn û rola wê niha bi dawî dibe her wiha diyar kir ku Tirk demkî ye da ku zemîna bidesxistina Sûriyeyê peyda bike.

* Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê diyar kir ku wê di navbera Rûsya, Fransa, Elmanya û Tirkiyeyê de civîna bilind a çar alî li ser Sûriyeyê bê lidarxistin.

BAKURÊ KURDISTAN Û TIRKÎ:

*Daketina lîreyê Tirkiyeyê hê jî didome û dolarek gihaşt asta 7 lîreyan. AKP jî gefan li dezgehên çapemeniyê dixwe ku xizmeta “êrîşa aborî” dikin.

* Rojnameya (The Financial Times) a Birîtanî pêşbînî dike, ku bi sedema nakokiyan li gel Amerîka, serokê Tirkiyê Erdogan, xwe li welatekî Erebî digire.

* Artêşa Tirk li çiyayê Bagokê û derdora wê dest bi operasyonê kiriye.

* Parlamenterê berê yê HDP’yî Edîp Berk û endama cîgir a Meclîsa Partiyê Gulşen Ozer hatin girtin.

BAŞÛRÊ KURDISTAN Û IRAQ:

*Hate zanîn ku yekîneyeke endamên MÎT’ê li bakurê bajarokê Dukanê yê girêdayî Silêmaniyê bi navê faaliyetên çavdêrî û keşfê dest bi hewldanên provokasyonan kirin.

* Endamên Meclîsa Taxên Kerkûkê hikumeta Iraqê protesto kirin û xwestin muçeyên wan bên dayin.

* Bi amadebûna hejmarek ji fermandar û efserên Pêşmerge, Kemal Kerkûkî postê berpirsatiya Mihwerê 5’an ê hêzên Pêşmerge li Rojavayê Kerkûkê, radestî Nûrî Heme Elî kir û biryar e di çend rojên dahatî de, Kemal Kerkûkî wek berpirsê Encûmena Serkirdatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê li parêzgeha Kerkûkê, dest bi kar bike.

* Jêderekî ji Şepêla Sedir ragihand ku di çend rojên dehatî de, wê Muqteda Sedir û Heyder Ebadî, pêkanîna mezintirîn firakisyona perlemanî ragbigehînin.

*Serokwezîrê karbirêvebir ê Iraqê Heyder Ebadî wê îro 13’ê Tebaxê serdana Tirkiyê bike.

*Hevpeymaniya Fetih a bi serokatiya Hadî Amirî ragihand ku Hikûmeta Dahatî ya Iraqê, pêbendî sizayên Amerîka li ser Îranê nabe.

ROJHILATÊ KURDISTAN Û IRAN:

* Wezareta Parastinê ya Îranê moşeka xwe ya nû ya menzîla wê kin e da nasîn.

* Peyvdarê Navenda Enerjiya Etomî ya Îranê ragihand ku welatên Ewropa ji bo berjewendiya Îranê, dijayetiya Amerîka nakin.

* Fermandarê Fermandeya Navendî ya Artêşa Amerîka Joseph Votel ragihand ku fermandarê Feyleqa Qudsê ya ser bi Supaya Pasdaran a Îranê ve (Qasim Silêmanî) roleke sereke di têkdan û alozkirina rewşa navçeyê de dilîze.

CÎHAN:

* Serdana wezîrê derve yê Rûsya Sergey Lavrov ji Tirkiyê wê ji bo heyanî du rojan berdewam be.

* Balyozê Amerîka li Birîtanya Robert Wod Jonson, daxwaz ji Hikûmeta Londonê kir, ku piştevaniya xwe ji rêketina etomî re li gel Îranê rawestîne û li şûna wê yekê, tevlî bereya Amerîk bibe, da ku rê li ber gefên Îranê li ser cîhanê bigirin.

13.08.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً