LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Minbic ji warê Iştar heta warê YPJ’yan (2)

Minbic ji warê Iştar heta warê YPJ’yan (2)

Ji jiyana zor a çend salan ber bi azadiyê ve

NAVENDA NÛÇEYAN – Bajarê Minbicê ku di demên serweriya rêjîma Sûriyê, çekdarên ASA û çeteyên DAIŞ’ê rojên zor û zehmet jiyan kirine û ji çanda xwe ya pirrengî veguherî bajarekî talanî, dizî û idaamkiirnê bi berxwedana zarokên vî bajarî azadî cardî hate ber derî û bajar niha ji bajarên herî ewle yên Bakurê Sûriyê ye ku tevî hejmara nifûsa wê hejmarek mezin ji tevhiya heremên Sûriyê jî lê dijîn. Tirkiye di nava salên derbasbûyî ji sala 2015 an de gefan li ser gelê Minbicê dixwe û daxuyaniyên wê yên dagirkiriû tevlîheviya di nava bajar de narawestin lê gelê Minbicê bi yek helwestê dibêjin ku Tirkiye dagiker dibînin.

Bajarê dîrokî yê Minbicê bi rengîbûyîna çand û pêkhateyên ku lê jiyan dikin ji Şerkes, Tirkmen, Ermen Kurd û Ereb tê naskirin ku di gelek demên zor û zehmet de ên serweriya hêzan ASA û çeteyên DAIŞ’ê de derbas bûye. Minbic ji jiyankirinên bi şahid azadiyê bidest dixe û dibe war û eniya gelek penaber û koçberên Sûriyê.

Bajarê Minbic di bin Destlatdariya Rêjîma BAAS de

Civaka bajarê Minbic’ê ji ber çanda xwe ya kevin û pirengîbûna xwe civakeke vêkirî ye. Ji ber vê yekê weke akademisiyên û xwendevanên wî zêde bûn. Ji aliyeke din de bû navenda riyên bazirganî di navbera Reqqa, Helep û Dîlok de. Rêjîma BAAS ev yek jî ji xwe re bi kar anî û ji civaka Minbic’ê re li gor berjewendiyên xwe şekil da. Rêjîma BAAS bi taybet heskirina civaka Minbic’ê ji bo lêkolîn û xwendinê bi kar anî û gelek xwendevan û akademisiyên li Minbic’ê mezin kir. Lê ev yek ne ji bo berjewendiyên gel dikir, lê ji bo menfaatên xwe. Di riya perwerdeyên de dixwest bandorê li ser pirengîbûna Minbic’ê bike û Minibc bike yek reng. Pêkhatiyên Minbic’ê di pêşketinên li Sûrî roleke girîng lîstin û ev di aliyê di aliyê bazirganî, çandinî û xwendinê de. Lê piştî salên 90 bandorên siyasî li ser civaka Minbic çêbûn. Girêdanbûn bi dîn derket pêş. Berî sembolên olî li Minbic’ê kêm bûn. Ev çand ji Helebê û Bab derbasî Minbicê bû. Di sedsala 21an de bandora ol hîn zêdetir bû. Bi taybet bandora şerê Iraqê û derketina El-Qaîde ser Minbic’ê bandor kir. Kîtleyek mezin ya Nakşîbendî ji berê de li Minbic’ê hebû. 2003 piştî şerê Iraqê li Minbicê hêzên radîkal derdikevin pêş. Rêjîma Sûrî jî bi taybet rê ji wan hêzan re vekir da ku xwe bi rêxistin bikin. Rêjîm dixwest di riya olparestî pirengîbûna Minbic’ê bişkîne. Rêjîma BAAS bi zanabûn çanda Minbic’ê hedef digirt û êrîş li ser çanda Minbic’ê pêk anî. Rastiya çanda Minbic’ê ‘’demokratîk’’bû. Lê ev yek xeteriyeke mezin ji bo Rêjîma BAAS bû.

Yek ji siyaset û terzên ku rêjîma Sûriyê li ser civaka Minbicê dabû meşandin de destavêtina mezin û serokên eşîreyan ku ev çand di Minbicê de li pêşe ku bi vê yekê rêjîm wan di cihên desthiladariyê de bi cih dikir û xwe nêzî wan dikir, da ku di bin kontrola wê de bimînin.

Çekdarên Arteşa Azad “ASA” Çanda Minbicê talan Kirin

Bi destpêkirina şerê Sûrî weke li piraniya bajaran li bajarê Minbic’ê jî amadekariyên şoreşê yên şer tune bûn. Lê piştî demeke kurt de li Minbic’ê eşîr û ketîbe hatin ragahandin, ku Minbic di 17’ê Tîrmeha 2012 an de kete bin kontrola ASA de. Bi giştî 83 ketîbe ku her yek girêdayî eşîr, kes an dewleteke di bin çarçoveya Arteşa Azad hat ava kirin. Li Minbic’ê ji rewşa aloz herî zû Kurd xwe bi rêxistin kirin. Meclîs û malên gel avabûn. Di destpêk de hêzên çekdarî û hejmara çekan li Minbic’ê kêm bû. Lê piştî ku Rêjîma Sûrî ji Minbic’ê vekşiya hejmara çekan di destê ketîbeyan de zêdetir bû. Dema grupên biçuk li Minbic’ê ji aliyê Dewletên weke Tirkiye, Erebistana Sûdî û Qeterê hatin bi çek kirin, dizî, talan û çeteçîtî pêşket. Di nav 83 ketîbeyên li Minbic’ê grupa herî bi bandor çeteyên Ehrar El Şam bûn. Lê piştî ku Cebhet El Nusra li Serêkaniyê şikest berê xwe daye Minbic’ê, lê nikarî bû Minbic bixe bin kontrola xwe de, ji ber ku gelek nerazîbûna gelê Minbicê dijî Cebhet El Nusra derket. Lê perçebûn di nav 83 ketîbeyên li Minbic’ê hişt ku ewlekariya bajarê Minbic’ê û kontrola wê pêş neket. Pevçûn ji bo noqtayên kontrolê di nav gruban de derket. Ji dervey rewşa ewlekarî û aramiya bajarê Minbicê, komên çekdar ên ASA dizî û talaniya bajar her weha tegevrandina nava bajar de asteng kiribûn. Çavkaniyên ji bajar Minbicê ku ew dem jiyan kirine diyar kirin ku ji ber ne aramî, dizî her weha talanî hejmarek ji bajarê Minbicê koçber bûn.

Di sala 2014 çeteyên DAÎŞ’ê wekî grûp derbasî nava Minbicê bûn. Di ketina destpêk a çeteyên DAÎŞ’ê de, sê kes hatin îddam kirin û çeteyên DAÎŞ’ê alek bi navê ‘’Dewleta Îslam’’ bilind kirin.

Çeteyên DAÎŞ’ê Çanda Minbic’ê QirKirin

Çeteyên DAÎŞ’ê li Minbic’ê dibistan kir hedefa xwe û xwendin qedexe kir. Çeteyên DAÎŞ’ê bi wî êrîşeke dijî akademisiyên û xwendevanên Minbiç’ê kirin. Çeteyên DAÎŞ’ê di rastî de êrîş birin li dijî taybetmendiya bajarê Minbiç’ê ya ku bi heskirina xwe ji bo xwendinê hat naskirin kir. DAÎŞ ev yek weke xeteriyeke ji bo bîrdoziya xwe dît. Lewra ji her alî de bi tuhmetên cur be cur welatiyên bajar avêtin zindan û idaam kirin, ku hedefa sereke ya çeteyên DAÎŞ’ê sekna jinên Minbiç’ê û jiyana wan bû. Rengê jinê li Minbiç’ê diyar bû. Lê di bin navê ‘’Şeriyeta îslamî’’ çeteyên DAÎŞ’ê qirkirineke herî mezin dijî jinên Minbiç’ê pêk anîn. Hejmara jinên Minbiç’ê di dibistan û zanîngehan de di asta jor de bû. Lê çeteyên DAÎŞ’ê tevgerandina jinên qedexe kirin, cilên reş mecbûrî kirin û jinên Minbic’ê avêtin zindan û Jinên ciwan revandin, bi zorî dan zewicandin û bi zorî birin fuhûşê ji çeteyên xwe yê ku di cebheya de şer dikirin. Bandora herî mezin ya çeteyên DAÎŞ’ê ser jinên Minbiç’ê çêbû. Lê civaka Minbic’ê ti cara hebûna çeteyên DAÎŞ’ê li Minbic’ê qebûl nekir. Ruxme hovîtiya çeteyên DAÎŞ gelê Minbic’ê sê caran hewil dida ku serhildaneke dijî çeteyên DAÎŞ’ê bike.

Minbicê vedgere rengînbûyîna xwe

Di 16’ê Tebaxa 2016’an de dagirkeriya çeteyên DAÎŞ’ê li Minbic’ê bi rizgarkirina bajarê Minbiç’ê ji aliyê QSD ve hat bi dawî kirin. Piştî ku bajar ji aliyê QSD ve di 8’ê Tebaxê de ve hat dorpeç kirin. Lê di rastî de yê ku bajarê Minbiç’ê qir dikir û dagir dikir Dewleta Tirk di bin navê DAÎŞ’ê de bû. Ji ber wê yeke piştî ku çeteyên DAÎŞ’ê ji Minbic’ê derketin çend roj şûndê ala Tirkiye li bajarê Cerablûsê rabû.

Meclisa Minbic ya Eskerî ku di 16’ê Tebaxa 2016 an de rizgarkirin û paqijkirina bajar ragihand, di aliyê ewlekarî de bajar kontrol kir. Bi saya şervanên YPG/YPJ bajar hate rizgarkirin û ji Meclisa Mnibc re hate radestkirin ku niha ew bajar ji aliyê wê meclisê ce tê birêvebirin.

Di nava şer û aloziya ku ev 7 sal e li Sûriyeyê dewam dike de, Minbic û gundewarên wê niha yek ji herêmên herî ewle û parastî ne ku ev yek bi ked û xebata hêzên ewlekariyê pêk tê. Sîstema ewlekariya Minbicê xwe bi çend aliyan birêxistinkirî ye:

Meclisa Leşkerî ya Minbicê

Meclisa Leşkerî ya Minbicê li ser daxwaza gelê herêmê hemleyeke leşkerî da destpêkirin û herêm rizgar kir, ji wê çaxê bi şûn de ev hêz sînorên herêmê diparêze. 4 focên Meclisa Leşkerî ya Minbicê hene, bi sedan şervan di nava van focan de cih digirin, her wiha tûgayek jî heye û niha amadekarî ji bo avakirina tûgayeke nû jî tê kirin. 3 akademiyên leşkerî hatine vekirin, hêzên Koalîsyona Navneteweyî jî alîkariyê didin van akademiyan.

Fermandarê giştî yê meclisê Mihemed Ebû Adil diyar kir ku armanca hêzên wan parastina sînorên Minbicê yên başûr û rojava ye, ewlehiya hundir jî dikeva ser milê hêzên ewlehiya hundirîn.

Hêzên ewlehiya hundirîn

Di Adara 2017`an de Hêzên Ewlehiya Hundirîn li Minbicê hate avakirin û bi sedan welatiyên herêmê cihê xwe di nava vê hêzê de girt, paşê ev hêz li tax û gundên Minbicê belav bû û ji bo parastina welatiyan bendên xwe yên kontrolê danîn. Girêdayî hêzên ewlehiya hundirîn, hêzên hawarê û yên trafîkê jî hatine avakirin, endamên van hêzan li akademiya Hêzên Ewlehiya Hundirîn têne perwerdekirin.

Hêzên Xweparastinê

Ev hêz di meha Mijdara sala 2017`an de li gorî zagon û biryara Meclisa Zagonsaz, hate avakirin, jixwe ev hêz ji ciwanên Minbicê yên di temenê erka xwepastinê de ne, pêk tê. Li gorî zagonê hemû ciwanên temenê wan di navbera 18 û 30 saliyê de pêwîst e erka xwe ya parastinê pêk bînin, dema erka xweparastinê jî 9 meh e. Hêzên xweparastinê cihên leşkerî diparêzin, her wiha li kêleka meclisa leşkerî jî sînorên herêmê diparêzin. Heta niha hêzên Erka Xweparastinê 3 dewreyên perwerdeyê li dar xistine, ji bo dewreya 4`emîn jî amadekarî têne kirin.

Jinên Minbicê li azadiyê qelibîn

Tişta ku DAIŞ’ê li bajarê Minbic pêk anî koletiya jinan zêde kir û weke girtiyeke bêdeng dihat destgirtin û rola wê bi temamî di civakê de tune kir. DAIŞ’ê jin veguhert madeyeke erzan da ku desthilatdarî û serweriya xwe xurt bike. Ev nêzîkatiya DAIŞ’ê gava yekemîn ber bi qeydkirina azadiyên giştî bû û hilweşandina guhertina hundirîn a civakê bû ku ji aliyê jinan ve dihat birêvebirin. Ji ber hêza manewî û rohî ya mezin jinan her tim hemleyên guhertinê didan meşandin. Mafên jinan hatin înkarkirin û jiyana wê tenê di hundirê malê de hate hunandin û rê li pêşiya beşdarbûna wê di hemû saziyan de girt. Her wiha tevgerbûyîna wê ya azad di kolanan de hate qedexekirin. Her weha jinên Êzîdî li vî bajarî ji aliyê çeteeyan ve di dibistaneke veşartî de hatin firotin.

Bi destpêkirina tevgera birêxistinkirinê di bajêr û gundewarê wê de bi îlankirina Rêvberiya Sivîl ya bajarê Minbicê û gundewarê wê, jin beşdarî xebatên xwebirêxistinkirinê bûn, lê vê carê li gorî fikreke nû, ango fikra netewa demokratîk ku di bingeh de xwe dispêre pêkanîna azadiya jin ku jin di 5’ê Nîsana 2016’an de beşdarî çalakiyên avakirina Meclîsa Sivîl a Minbicê bûn. Mala Jin di 25’ê Cotmeha heman salê de, ango piştî nêzî sê mehan ji rizgarkirina bajêr hate vekirin û piştî wê Meclîsa Jin a Minbicê û gundewarê wê hate avakirin da ku ji hemû rêxistinên jinan û endamên jin ên saziyan re bibe sîwan û ji bo pêşxistina wan û çareserkirina hemû pirsgirêkên jinan dixebite.

Gefxwarina Tirkiye ya li ser Minbicê

Di navbera sala 2015 û 2016‘an de Serokê Tirkiyê Receb Teyyîp Erdogan û hin rayedarên hikûmeta wî YPG, YPJ û paşê jî QSD‘ê hişyariya derbaskirina rexê Rojavayê Çemê Firatê dikir. Hişyariyên ji aliyê wan ve mîna peyamekê ku tê de fermandarên Tirk rizgarkirina bajarê Minbic û Cerablusê yên dikevin rojavayê Firatê red dikirin.

Erdogan 11‘ê Mijdara 2015‘an di daxuyaniyeke xwe de ya piştî civîna G20 got ku Tirkiyê destûr nade ku “Tu hêz” rojavayê çemê Firatê derbas bike û anî bû ziman dê welatê wî Tirkiyeyê bersivê bide.

Herêmên rojavayê çemê Firatê bi taybet bajarê Minbicê pargehên sereke yên DAIŞ‘ê bû. Minbic wekî paytexta çeteyên DAIŞ‘ê yên biyanî dihat naskirin, ku bi riya Tirkiye derbasî Sûriyeyê dibûn û pêkirinên xwe yên ne mirovî pêk di anî, her wiha navenda pilankirina êrîşên li Ewropayê bû. Siyaseta Tirkiyê ya di Sûriyeyê de ne tenê çûna hêzên ku şerê DAIŞ‘ê li Sûriyeyê dikirin ber bi rojavayê Firatê red dikir, lê belê çûyîna wan a ber bi Reqayê ve “Paytexa DAIŞ” jî red dikir. Ev yek diyar dike ku Tirkiyê her tim dixwest ku DAIŞ‘ê li herêmê bimîne da ku planên xwe di herêmê de pêk bîne. Tirkiyê DAIŞ‘ê wekî kaxestekê li hemberî gelê Bakurê Sûriyeyê bi kar di anî. Tirkiyê ne tenê Minbicê, tevahî Bakurê Sûriyeyê wekî herêmên Osmanî di bin serweriya Tirkiyeyê mîna beriya zêdeyî sedên salan dixwest. Tirkiyê bi artêşa xwe derbasî Sûriyeyê bûn, ala dewelta xwe û wêneyên Erdogan li kolanan daliqandin. Her wiha afîşeyên danasînê bi zimanê Tirkî danîn. Tirkiyê niha jî dixwaze hemû planên xwe ji Minbicê ve dest pê bike. Lê gelê Minbicê ji hemû plan û hêza dewleta tirk bi hêztir e, hevgirtina gelê Minbicê li pêşberî hêza dagirkeriyê bûye mertal. Her wiha çavên hêzên herêmî û cîhanê li Minbicê ye. li gel Tirkiyê jî rêjîm û Rûsya dixwazin li herêmê pêşketinan qezenc bikin. Amerîkayî jî beşdarî ku rizgarkirinê bibû nexwaze Minbic ji destê xwe bibe. Êdî Minbica pêşketî ji xaleke li ser nakokî hebûn bûye xaleke hefsengiyan. Tirkiyê li ser sînorê bakurê, hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê li gel hêzên Amerîkî di bajarê de, li aliyê rojava û başûr jî hêzên rêjîmê û alîgirên wê ne. Heger îhtîmala pêşketin Tirkiyê li Minbicê pêk were, dê tevahî Sûriyeyê bikeve xeteriyê û hêzên Tirkiyê li Sûriyeyê xurt bibe.

16.08.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً