LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / INFOGRAPHIC-Binpêkirinên li ser Bakur û Rojhilatî Sûriyê

INFOGRAPHIC-Binpêkirinên li ser Bakur û Rojhilatî Sûriyê

NAVENDA NÛÇEYAN- Dewleta Tirk û çeteyên bi ser ve di berdewamiya mûdaxele û tecawizên li ser Bakur û rojhilatî Sûriyê di nava heftiyek de binpêkirinên xwe yên derheqê sivîlên Efrînê de derxistiye asta herî jor, hemwelatiyên ku çarenûsa wan ne diyare û revandine ji ber serbestberdana wan bi milyonan pere dixwazin.

Herêma Efrînê tarîtiyê di bin serweriya komên çekdar ên girêdayî Titkiye de jiyan dike, welatiyên ku çarenûsa wan her roj xerbatir dibe, bangewazî dikin û dibêjin jiyana me tarî ye û em di zindanê de ne. Hêjayî bi bîrxistinê ye ku li Efrînê ji ber rewşa ne arma sivîl mecbûr dimînin di malê xwe de bimînin. Di nava heftiyekê de ev Binpêkirin li Efrînê hatine belge kirin: 69 sivîl ji Efrînê hatine revandin, di nav de 7 Jin hene, 9 hezar metir erdê welatiyekî, cinatorên kehreba û telîfonên sivîlan li Efrînê hatine dizîn, 5 Hezar Dar li Racoyê, bi sedan dar li taxa Mehmûdiyê û li Cindirêsê hatine şewtandin, Tecawizên ku ji aliyê leşkerên Tirk û çeteyên dewleta Tirk ve hatine kirin:

-Mezara Şehîd Avesta Xabûr li Efrînê hate rûxandin.

-15 Malbatên Hemayê û malbatên Idlibê li Efrînê hatine bi cih kirin.

-15 Milyon leyreya Sûriyê beranberî serbestberdana girtiyan dixwazin.

– Gundên Yabise û ElMinbetih ên bi ser Kantona Girê Spî ve hatine armanc kirin.

-Gundê Til Xatûn yê bi ser Tirbespiyê ve du caran hatiye armanc kirin.

Di 9’ê Tebaxê de

Artêşa tirk û komên çete yên girêdayî wê bi dehan welatiyên sivîl ji navçeya Şêrawa ya Efrînê revandin. Di nava kesên revandî de 9 welatî ji gundê Birc Heyder in , çavkanî diyar kir ku hin navên welatiyên ji gundê Birc Heyderê hatine revandin belge kirine û ew jî ev in: “Seydo Elî Silêman, Gulê Xeyrî (30), Ebdilhey Zekeriya Hesen (25), Edhem Elî Hesen (16), Ehmed Mihemed Silêman (18), Egîd Reşîd Hesen (26), Ehmed Reşîd Hesen (22), Mihemed Hesen Nasiro (53) û Basil Ednan Mihemed Elî (22).

Li gundê Basilê yê navçeya Şêrewa ya kantona Efrînê li herêma çeteyên dewleta Tirk lê dimînin teqîneke mezin pêk hat.

Çeteyên Koma Furqet El-Hemzat a girêdayî artêşa tirk bi hevkariya balafirên keşfê yên biçûk ên girêdayî artêşa tirk girtin ser gundên navçeya Şêrawa ya kantonê Efrînê û gelek kes revandin û di bin êşkence û lêdanê de birin cihekî ne diyar. Kesên hatin revandin, “Xalid Mihemed Qeys, Kamîran Mihemed Qeys û Mihemed Reşîd Zeyno.

Çeteyê binavê bavê Ebdelah erdê welatiyekî Efrînî ku rûbarê wê 9000 m difroşe her mitirok bi 20000 hezare ji xelkê Idlibê re.

Di 10’ê Tebaxê de

Çeteyên dewleta Tirk dîsa girtin ser gundê Burc Heyder û 25 kes revandin, her wiha telefonên wan ên destan birin.

Çeteyên artêşa tirk li herêma Cindirêsê welatiyê bi navê Mihemed Ehmed Necar ê ji gundê Til Selor revandin û birin cihekî ne diyar.

Çeteyên artêşa Tirk cenatorê kehreba yê welatiyê bi navê Welîd Şêx Hemade ji nav zeviyên wî dizîn.

Leşkerên artêşa tirk gundê Til Xatûn ê navçeya Tirbespiyê yê kantona Qamişlo gulebaran kir , Ji ber gulebaranê tenê ziyanên madî çêbûn.

Leşker û çeteyên artêşa tirk li gundê Hopê yê herêma Raco yê agir berdan zeviyên zeytûnan “Kerem Seirînce” ku tê dê derdora 5 hezar dar hene û mulkiyeta wan vedigere yê welatiyê bi navê Nasan Mihemed Bekir.

Di 11’ê Tebaxê de

Leşker û Çeteyên artêşa Tirk Mezara Şehîd Avesta Xabûr bi tirêksan rûxand.

Di çarçoveya guhertina demugrafî dewleta tirk koçberên ku di kampên tirkiyayê de bi cih bûne wan vedigerînin Efrîn û di malên sivîlan de bi cih dikin.

Di 12’ê Tebaxê de

Leşkerên artêşa tirk ji ser sînor ve hejmarek cotkarên gundê Yabise yê rojavayê bajarê Girê Spî hedef girtin û gule berdan, Her wiha artêşa Tirk cotkarek ji gundê El-Minbetih ê dikeve rojavayê Girê Spî dema ku di zeviyê xwe de dixebitin hedef girtin û cotkar di lingê xwe yê çepê de birîndar bû.

Gundê Til Xatûn ê navçeya Tirbespiyê li nêzî sînorê di navbera Bakur û Rojava de dikeve. Welatiyên gund ji pêkhateya êzidî ne dubare rastî destdirêjiyên artêşa dewleta tirk hatin.

Artêşa Tirk û çeteyên wê agir bi sedan darên li taxa El-Mehmûdiyê ya pişt firneya El-Zira ya Efrînê xist.

Artêşa tirk û çeteyên wê welatiyê bi navê Cîger Asalan Seydo yê ji gundê Çoqê yê girêdayî kantona Efrînê bê sedem revand û ber bi cihekî nediyar ve bir.

Dewleta Tirk û çeteyên wê li gundê Eble yê navçeya Bilbilê ya Efrînê sivîlekî bi navê Ednan Şemseddîn Huseyîn kuştin.

Artêşa tirk û çeteyên wê 3 welatiyên bi navê Dara Mistefa Omer , Qehreman Qadî û Xemgîn Elî ji gundê Eyn dara ya girêdayî navçeya Şêrewa revandin û ber bi cihekî nediyar ve bir.

Çeteyên ku di gundê Mîdan Ekbas de bi cih bûne malên sivîlan xeradikin piştire ji gund derdikevin.

Di 13’ê Tebaxê de

Artêşa tirk û çeteyên wê gundê Xidiriya yê girêdayî navçeya Bilbilê topbaran kir. Di encama topbaranê de, darên zeytûnê jî di nav de, gelek cureyên darên din şewitîn.

Dewleta Tirk û çeteyên wê ya bi navê çeteyên Feyleq Şam, du sivîlên bi navê Hesen Horo û Mihemmed Osman li navçeya Cindirêsê ya Efrînê revandin.

Di 14’ê Tebaxê de

Artêşa tirk û çeteyên wê, agir bi darên derdora gundê Gorda yê girêdayî navçeya Cindirêsê xist.

Polîsên leşkerî li taxa Zeydiyê, girtine ser mala Ebdilrehman Neisan û herdû keçên wî ( Nazliye ya 36 salî û Firyal ya 34 salî) ji nav mal girtin û heta naha ti agahî li ser wan tune ne.

Di 15’ê Tebaxê de

Artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê 3 sivîl ji herêma Reco û navçeya Şera li Kantona Efrînê bi navên Mihemed Osman Meimo (40) û Reşîd Şêxo (45) ji gundê Şediya revandin û birin cihekî ne diyar ve birin û ji bo serbestberadana wan 15 milyon lîreyên Sûriyeyê xwestine.

Çeteyan artêşa Tirk ASA agir bi zeviyên gundê Xilalka yê girêdayî navçeya Bilbilê xistin.

Artêşa Tirk li gundê Mariskê yê navçeya Şera welatiyê bi navê Fewî Xelîl revand û bir cihekî ne diyar û ji bo serbest berdana Fewzî 5 milyon lîreyên Sûriyeyê dixwaze..

Artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê, ji gundê Qestel Kişkê yê navçeya Şerayê 15 sivîl revandin .Çavkaniyan dest nîşan kir ku çeteyan kesên revande destpêk bi daran ve girêda dan û ew êşkece kirin paşê birin cihekî ne diyar. Li gorî heman çavkaniyê ku agahiyên xwe ji malbatên welatiyên hatine revandin girtine sedema revandina sivîlan xwestina fîdyeye.

Çeteyên Nûrdîn Zinkî ya girêdayî artêşa Tirk 6 welatiyên bi nave Xedîca Mîskêlo û zarokên wê, Kîfara Tana 24 sal , nan Tana 26 salî , Mîdiya Tana 20 salî , Cîhan Tana 17 salî û Cemîl Tana 36 salî ji gundê Hêkca ya girêdayî Şiya ku ev welatî li Cindirêsê bi cih dibin û ji Cindirêsê hatine revandin.

Li nêzî çerxeriya Newroz a li kantona Efrînê teqîneke mezin pêk hat.

Di çarçoveya guhertina demugrafî dewleta tirk 11 malbatên çeteyên parêzgeha Hema di malên sivîlan Efînê de bi cih kirin.

18.08.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً